Parêzerê ku bergiriya mafên mirovan dike Îbrahîm Şêxo ji bo Rûdawê ragihand ku li Efrînê li navça Bilbilê li gundê Eli Caro buroya darayî ya bi grûbên çekdar yên bi navên Emşat û Hemzat re dixebite dest danîne ser araziyên Bilal Oso.
“Ev pêngava destdanîna ser arazî û darên zeytûnan, piştî hukumeta Sûriyê li Efrînê komîta Aboriyê danî û desthilatê da grûbên çekdar û komîtê ku li herêmê buroyên xwe aktif bikin û lêkolînan di derbarê mal û araziyên xelkê de bikin, hat avêtin.”
Efrîn ji 20.01.2018an heya niha di bin desthilata artêşa Tirkiyê û grûbên çekdar yên bi ser Tirkiyê de ne. Di wê wextê de bi sed hezaran Kurd terka Efrînê kiribûn û serweta xwe li pet xwe hiştibûn. Grûbên çekdar yên bi ser Tirkiyê dest bi diziyê, talanê, yaxma, tecawuz, revandinê, sirgûn û îşkenceyan kiribûn û niha jî dewam dike. (PK)


