Leşkeran bi ser gundekî de girt: Li Qilebanê çi dibe?

Li gundê Arûşê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê leşkerên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta “qaçaxçîtiyê” bi ser gund de girt û wan xwest li nav malan lêgerînê bikin.

Welatî li dijî leşkeran derketin û di navbera wan û leşkeran de alozî derket.

Êvara roja înê leşkerên artêşa Tirkiyeyê  bi ser gundê Arûşê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê de girt û xwest bi hinceta “qaçaxçîtiyê” di nav malên welatiyan de lêgerînê bikin.

Şêniyên gund nerazîbûn nîşan da û ew li dijî leşkeran derketin.

Li ser vê yekê di navbera gundiyan û leşkeran de alozî derket.

Leşkeran piştre gule li asman reşandin.

Beşek ji dîmenên aloziya di navbera xelkê gund û leşkeran de ji Rûdawê re hatin şandin.

Gundiyekî ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji Rûdawê re da zanîn ku ew debara xwe bi anîna kel û pelên ji Deriyê Sînorî yê Serzêrê dikin.

Dema ew kel û pelan tînin jî li mal dihêlin, ji ber wê leşkeran xwestiye bi ser malên wan de bigirin.

Gundî amaje bi wê yekê didin ku ew kel û pelên xwe bi awayekî yasayî ji deriyê sînorî derbas dikin û di anîna wan de pirsgirêk dernakevin.

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *