Lêgerîna xetek siyasî û rêxistinî ya kurdî û bûyera 23an

Zınar SORAN

Piştî “efûya giştî” bi çend mehan, Seîd Elçî û girtiyên din yên kurdan jî hatin berdan. Di referandûma 9ê tîrmeha 1961an de jî ”Qanûna Esasî” ya nû hate qebûl kirin. Lê Qanûna Esasî” ya 1961ê jî li ser bingehê neteweyî û nîjadperestîya ”miletê Tirk” hate amade kirin. Hebûna miletê Kurd carek din hate înkar kirin. Mafên azadiyê tenê ji bo ”miletê Tirk” hebûn. Ji bo mirov li Tirkiyeyê bikariba ji “maf û azadiya qanûna bingehîn” îstifade bikira, divyabû mirov Tirk bûya. Ji bo diyarkirina vê rewşê, ez dixwazim çend xalên vê ”Qanûna Esasî” li jêr binivîsim:

“Hakîmyet bê qeyd û şert ya miletê Tirk e” (xal: 4).

Desthilatdarîya hikimdayinê, li ser navê miletê Tirk ji aliyên mahkemeyên azad ve tê xebitandin” (xal: 7).

Her kesê ku bi hevwelatiyê bi dewleta Tirk ve girêdayî be, tirk e” (xal: 54).

Her tirk mafê wî heye ku di karûbarên gelemperî de bixebite” (xal: 58).

Beşdarîya parastina welêt maf û wezîfeya her tirkî ye”  (xal: 60).

Her tirkê ku sî salên xwe dagirtibe, dikare weke parlamenter bê hilbijartin” (xal: 68).

Di hilbijartinên Meclîsa Neteweyê û Senatoya Komarê de, her tirkê ku xwedî deng e, deng dide… Her tirk dikare bibe endamê Senatoya Komarê” (xal: 72).

Di Qanûna Esasî ya 1961ê de ji bilî naskirina nasname û mafên miletê Kurd yên neteweyî, demokratîk, kulturî û zimanê kurdî; ji bo “miletê Tirk” bi awakî giştî hinek guherandin, maf û azadîyên siyasî, civakî û kulturî jî cih girtibûn:

Taybetmendîya dewletê weke dewletek millî, demokratîk, sekuler, dadwerîya civakî hatibû pênasekirin; serwerî û cudahî hêza qanûnçêkirin, birêvebirin û darêzgerîyê hatibû dest nîşankirin; sîstema Meclîsa Millet û Senatoyê hatibû qebûl kirin; Mahkemeya Qanûna Esasî hatibû qebûlkirin; otonomîya Zanîngehan û TRTyê di qanûnê de cih girtibû. Herweha; mafên bi devkî, nivîskî û rêyên din û beyankirina fikr û ramanan; mafên civakî yên weke sendîka, grev û pêymanên girseyî; mafê bê biryargirtina destûra pêşwext ya civîn, meş û xwepêşandanan; mafê bê biryargirtina destûra pêşwext, avakirina komeleyan; weke mafekî bingehî diyarkirina mafê avakirina partîyên siyasî” jî di vê “Qanûna Esasî” de cih girtibûn.

Bûgûman bi awakî giştî, Qanûna Esasî ya 1961ê rê li ber gelek xebat, çalkî û avakirina komele, sendîqa û partiyên nû, weşandina kovar û rojnameyên cihêreng xweş dikir. Piştî cûntaya 27ê Gulana 1960î hêdê hedî rewşek nû hate holê. ”Partîya Karkerên Tirkîyeyê (TIP” ji vê rewşê îstifade kir û di 13 sibata 1961ê de hate avakirin û gelek siyasetmedar û rewşenbîrên çepgir yên kurdan jî beşdarî nav vê partîyê bûn. Hinek rewşenbîr û nivîskarên kurdan jî piştî qebûlkirina Qanûna Esasî ya 1961ê xwestin ji vê rewşa nû îstifade bikin û dest bi amadekarî û derxistina hinek kovar û rojnameyan kirin.

Di sala 1963an de, Av. Ziya Şerefhanoglu, Seîd Elçî û hinek hevalên xwe dest bi hewldan û amadekarêya derxistina kovara Rêya Rast” ê kirin. Li gor agahdarîyên Wezîrê karê hundir Hifzi Oguz Bekata dide; wan pêşî xwestine ku vê kovarê bi navê “Kurdistan”ê derxîne, lê bi dû re navê wê kirine ”Rêya Rast”. Ew kesên ku xwestine vê kovarê derxîne broşurekê belav dikin û vê broşurê ji mebûsên Meclîsa Tirkîyeyê re jî dişînin.

Feqe Husên gava behsa kurtejiyana Seîd Elçî û Ziya Şerefhanoglu dike, behsa rêxistinek bi dizî ya kurdî dike. Li gor Feqe Husên dinivîse; Ziya Şerefhanoglu û Seîd Elçî bi hev re xwestine partiyek radîkal, îlegal û xwedîyê xetek welatparêz ya bi navê `Birayê Agir` ava bikin (8). Lê di vê derheqê de tu agahdarîyek misoger di destê me de tuneye û weha xuyaye ku hewldanek weha hebe jî ev neketîyê jiyanê.

Rojnameya ”Roja Newe” li ser helwesta dijminatîya karbidestên dewletê ya li hemberî weşanên kurdî radiweste û diyar dike ku parlemanekî Konyayê di Meclîsa Tirkîyeyê de dibêje ku ”weşanên kurdî li dijî Qanûna Bingehîn e û divê hukûmet tedbîrên vê yekê bigre”. Wezîrê karê hundur yê Tirkîyeyê Hifzi Oguz Bekata jî diyar dike ku “pêwendî û tilîya Mele Mistafa Barzanî di vê mesêleyê de heye”. Bi vî awayî hukûmeta Tirkîyeyê, weke helwesta li dijî kovarên din yên bi destên rojnemavan û rewşenbîrên kurdan dihatin weşandin, kês û fersendê nade rojnameya ”Rêya Rast” jî ku jiyana xwe ya weşanî bidomîne. (9)

Ev zilm û zordestîya li ser kovar û rojnameyên ji alîyên rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên kurdan ve dihate weşandin, bahoza firtoneyek nû bû. Di wê demê de, hinek xwendekarên kurd yên ji perçeyên Başurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ku li Stenbolê dixwendin, hewl didin ku li Stenbolê liqekî “Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê” bi awakî veşartî ava bikin. Di 4ê hezîrana 1963an de, bi fermana wezîrê karê hundur Hifzi Oguz Bekata operasyonek mezin li ser rojnamevan, xwendekar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan dest pê dike. Polîsên siyasî li Stenbolê, di eynî wextî de digrin ser malên Av. Ziya Şerefhanoglu, Musa Anter, Dogan Kiliç Şihhasenanlî, Seîd Elçî, Medet Serhat, Edîb Karahan, Enwer Aytekîn, Elî Anagur û wan digrin. Di vê operasyonê de, pêşî 13 kesan digrin. Lê bi dûre, hinek xwendekar û kurdên ji Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Mamxidir, Gazî Dizeyî, Necat Remzî, Fuad Derwêş, Talat Şerîf Muhtar, Cemal Alemdar, Adulsettar Hamavendî û ji Rojhilatê Kurdistanê Fîrûz Felahathatin jî digrin û hejmara girtîyan dibe 23 kes. Loma jî ev bûyer, di dîroka nêzîk ya Kurdistanê de, weke ”Bûyera 23an” tê pênase kirin.

Wezîrê parastinê, di 19ê hezîrana 1963an de li Meclisê li ser van girtinan daxuyanîyekê belav dike. Di 28ê hezîrana 1963an de, Wezîrê karê hundir Hifzi Oguz Bekata jî vê daxuyanîyê bi civîneke çapemenî pêşkêşî rojnamevanan dike û li dîjî wan girtîyên kurdan propagandeyek berfireh dest pê dike.

Gava rewşenbîr, xwendekar û welatparêzên kurdan dîtin ku karbidestên dewleta Tirkîyeyê tu maf, kês û firsendê nadin kurdan ku di warê weşanî û çandî de dahî xebatên xwe bi awakî eşkere û demokratîk bidomîne; nerîna pêwîstîya damezirandina rêxistineke siyasî ya îlegal bêtir derket pêş. Ji bo vê armancê danûstendin di nav hinek rewşenbîr û welatparêzên kurdan de, destpêkir.

Di warê awayê xebata siyasî û rêxistinî de, rêya rewşenbîr, xwendekar û welatparêzên kurdan ji hevûdu vediqetîya. Hinek welatparêzên kurdên çep û sosyalîst di nava TIPê (Türkiye Işçi Partisi) û hinek komeleyên çep yên tirkan yên weke ”Fikir Klupleri Federasyoni” û ”Devrimci Gençlik Federasyonu” de cih girtibûn û dixebitîn. Lê Seîd Elçî û hinek hevalên xwe ji bo damezrandina partiyek siyasî, serbixwe û îlegal ya kurdî dest bi hewldan û xebateke taybetî kiribûn.

 

(Dûmahîk heye)

 

ÇAVKANÎ Û TÊBINÎ

(1) Ji bo behsa ”Dicle Talebe Yurdu”binere: Musa Antar, Hatiralarim, weşanên Doz, Stenbol, cotmeh 1990, r.58-64

(2) Ji bo vê behsa binere: Yusuf Serhat Bucak, Kürt Hakim Faik Baucak`ın Yaşamı, weşanên Avesta, Stenbol 2020, r.39-40

(3) Orhan Miroglu, Mayis 2010, Havsel Bahçesinde Bir Dut Agaci, Canip Yildirim`la Söyleyisi, Istanbul: Everest Yayınları.

(4) Musa Anter, çirêya pêşîn 1990, Hatiratim, Stenbol: weşanên Doz, r.167.

(5) Yê ku ji Hikmet Kıvılcımlı, “27 Mayıs ve Yön Hareketinin Sınıfsal Eleştirisi”, Weşanên Ant, Stenbol- 1970, s. 271 û hwd. digre: İsmail Beşikçi, Doğu Anadolu`nun Düzeni, Sosyo- Ekonomik ve Etnik Temeller, cild 2, Weşanên Yurt- Kitap, Sibat 1992- Ankara, r. 453

(6) Yê ku ji rojnameya Öncü neqil dike: Îsmail Beşikçi, b.n.d, r. 460.

(7) Ev broşura ku li ser navê Av. Faîk Bucak û Kinyaz Kartal hatiye weşandin di pirtûka Îsmail Beşikçi de hatiye weşandin. Binere: b.n.d, Îsmail Beşikçi, Doğu Anadolu`nun Düzeni, Sosyo- Ekonomik ve Etnik Temeller, cild 2, Weşanên Yurt- Kitap, Sibat 1992- Ankara,  r. 463- 468.
Ji bo dirêjaya behsa Kampa Swîasê û sirgûna 55 kurdan, binere:
Yeni ve Yakın Çagda Kürt Hareketlerî, Weşanên Jîna Nû, Îlona 1991- Swêd, r. 307- 308.
Îsmail Beşikçi, Doğu Mitingleri`nin Analizi (1967), Weşanên Yurt- Kitap, adara 1992- Ankara, r. 65
Nevzat Çiçek, 27 Mayıs Öteki Yüzü Sivas Kapıö Weüanşn Lagin, 2020 – Stenbol.

(8) Feqî Huseyin Sağniç, Portreler, Istanbul: Istanbul Kurt Enstitusu Yayınları, r. 75, 126.

(9) Ji bo dirêjaya bahsa van rojname û kovaran binêre:
Malmisanij û Mahmûd Lewendî, adar 1989, Li Kurdistana Bakur û li Tirkiyê Rojnamegeriya Kurdî (1908-1981), Uppsala: Weşanên Jîna Nû,  r. 129- 163.
Sosyalîzm ve Toplumsal Mücadeleler Ansiklopedisi,  İletişim Yayınları, cild 7, r.2120.
Vedat Şadili,  1980, Türkiye`de Kürtçülük Hareketleri ve İsyanlar, Ankara: Kon Yayınları, r.180-185.
Dr. Ibrahim Ethem Gürsel, 1977, Kürtçülük Gerçeği, Ankara, r. 70- 71.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *