Kurtulmuş: Komîsyona parlamenê ne ya muzakereyê ye, ya pêşniyaran e

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş, derbarê Komîsyona nîqaşkirina çekberdana PKKê û meseleya Kurd de daxuyanî dan.

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Kurtulmuş, diyar kir ku xebata li parlamentoyê tê meşandin tenê dê ji bo “pêşniyar û tespîtan” e û ti bazarî û muzakere tê de çênabin.

Kurtulmuş di merasîme li bajarê Samsunê de got, xebatên komîsyona li parlamentoyê tenê bi “pêşniyar û tespîtan” sînordar e.

Herwiha diyar kir, “Ji bo nirxandina pêvajoya piştî biryara xwefesihkirinê PKKê pêvajo hatiye destpêkirin. Ev pêvajo, bi tu awayî ne pêvajoya muzakereyê ye.”  (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *