Kemal TOLAN
Jenosîda Êzîdiyan 2014: Bîr û Dadmendî ne bi bêdengî têne avakirin
Wekî ku di wênê ser bergê brûşûrê de jî diyar dibe, di rojên nêzîk de Zanîngeha Duhokê, bi rêvebirîya Koleja Zanistên Mirovî, amade dibe ku Konferansa Zanistî ya Çaremîn a Navneteweyî bi sernavê:
“Jenosîda Êzîdiyan 2014: Di Navbera Bîr û Dadmendiyê de”
li dar bixe.
Li gorî agahiyên fermî yên hatine belavkirin di brûşûra konferansê de, ev konferans bi rêberiya:
Dr. Azad Salem Mihemed – Serokê Konferansê
Prof. Dr. Saîd Xudeda Alo – Dekanê Koleja Zanistên Mirovî, Zanîngeha Duhokê
û bi rêvebirîya Komîteya Amadekariya Konferansê tê lidarxistin.
Min wek lêkolînerekî Êzdîtiyê gotara xwe ya bi sernavê:
“Êş û azarên ku Êzdiyên li Bakurê Kurdistanê di demê jenosîd û koçberiyê de dîtine”
ji bo vê konferansê şand.
Di e-nameyeke fermî de, ku di Adara 2026an de ji aliyê Komîteya Amadekariya Konferansê ve ji min re hat şandin, hat ragihandin ku:
“Kurteya lêkolîna we bi sernavê ‘Jenosîda Êzîdiyan 2014: Di Navbera Bîr û Dadmendiyê de’ hatî wergirtin û pejirandin. Ji kerema xwe, berî 15ê Adara 2026an, tevahiya lêkolînê bi rêbernameyên Kovara Zanîngeha Duhokê re bişînin.”
Ev pejirandin, bê guman, gavêkî erênî bû. Lê piştî ku min brûşûra fermî ya konferansê û bernameya destpêkê bi baldarî xwend, bi xemgînî û şaşbûn min ferq kir ku:
– Di vekirina destpêkê ya konferansê de merasimeke rihaniyê ya Êzdîtiyê ne hatî plan kirin.
– Bibîranîna fermî ya cangoriyên Jenosîda Êzîdiyan 2014 di bernameyê de cih nagire.
– Deng û şertên civaka Êzdîtiyê, ku ev konferans li ser navê êş û trajedîya wan tê lidarxistin, wek bingehên moralî ne hatine hesibandin.
Ev kêmasî tenê pirsgirêkeke teknîk an rêxistina bernameyê nîne. Ev di rastiyê de pirsgirêkeke bîrê, ramanê û rûmeta dîrokê ye.
Konferanseke ku bi navê jenosîda Êzîdiyan tê lidarxistin, heke bê ku cangorî û bîra wan di destpêkê de bi rêz were nîşandan, ew xeter dike ku bibe çalakiyeke akademîk a bê rih û bê rûmet.
Jenosîda Êzîdiyan 2014 tenê mijarek ji bo gotar û panelan nîne. Ew birînekî vekirî ye ku hîn jî di can, hiş û rihê civaka Êzdî de dijî. Ji ber vê yekê konferanseke ku bi navê vê trajediyê tê lidarxistin divê berî her tiştî rêzê ji cangoriyan re nîşan bide.
Ji ber vê yekê, min di daxwaznameyeke fermî de, ku ji bo Komîteya Amadekariya Konferansa Zanistî ya Çaremîn a Navneteweyî li Zanîngeha Duhokê hat şandin, bi rêz daxwaz kir ku:
- Vekirina konferansê bi merasimeke rihaniyê ya Êzdîtiyê were destpêkirin.
2. Cangoriyên Jenosîda Êzîdiyan 2014 bi awayekî fermî û bi rêz werin bibîranîn.
3. Deng û şertên civaka Êzdîtiyê wek bingehên moralî yên vê konferansê werin qebûlkirin.
Her weha min ji Komîteya Amadekariya Konferansê re diyar kir ku, eger heta 15.03.2026an bersiveke fermî ji bo vê daxwaza min nedin, ez ê neçar bim ku vê mijarê bêdeng nehêlim û nêrîna xwe ji bo raya giştî ragihînim.
Ev nêrîn û daxwaznama min ne ji bo şertandina kesan e, ne jî ji bo kêmkirina girîngiya konferansê. Armanca wê ev e ku bîra cangoriyan nebe tenê serişteyek ji bo nîqaşên akademîk, lê wekî rastiyeke dîrokî û moralî were parastin.
Bangeke vekirî
Heke armanca rastîn ya vê konferansê “bîr û dadmendî” ye, divê ev her du ne tenê di sernavê de, lê di pratîkê de jî cîh bigirin. Dengê rihaniyê û bibîranîna cangoriyan ne şertên goşeyî ne; ew bingehên moralî yên her nîqaşeke li ser jenosîdê ne.
Bîr bê rêz qet dadmendî nabe.
Kemal Tolan
Lêkolînerê Êzdîtiyê û berhevkarê kevneşop û zargotina Êzdîtiyê


