5emîn Konferansa Zanistî ya Navneteweyî ku ji hêla Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî û Wezareta Tenduristiyê ve tê organîzekirin, wê bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî were lidarxistin.
5emîn Konferansa Zanistî ya Navneteweyî, ku ji hêla Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî û Wezareta Tenduristiyê ve tê organîzekirin, wê roja Sêşemê, 28ê Cotmeha 2025an de li Duhokê bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî were lidarxistin.
Konferansa bi sernavê “Belgekirina Zanistî ya Tawanên Enfalê û Gorên Komî, Naskirina Navneteweyî ya Jenosîda li dijî Gelê Kurd” wê armanc bike ku delîlan berhev bike û lêkolînên zanistî ji bo naskirina navneteweyî ya van tawanan bike.
Lêkolîn û nîqaşên di konferansê de wê li ser çend mijarên sereke bisekinin, di nav wan de:
– Antropolojiya Dadwerî.
– Naskirina Jenosîda Êzidiyan.
– Lêkolînên Gorên Komî.
– Rola DNA û Nasnameya Genetîkî ya Qurbaniyan.
– Aliyên qanûnî yên sûcê jenosîdê.
– Bandorên çekên kîmyewî li ser gelê Kurd.
– Rêbazên belgekirina qirkirinê.
– Encamên psîkolojîk û civakî yên qirkirinê û trawmaya piÅŸtî Enfalê. (PK)


