Komkujîya Roboskî nayê ji bîrkirin!

Cano AMEDÎ

Di dîroka gelê Kurdistanê de, hejmara qetlîam û komkujîyan dûr û dirêj e, jenosîd û polîtîkayên qirkirinê, bi şêweyekî fermî û sîstematîk, di her demê de dom kiriye.

Ji Başûrê Kurdistanê bigirin heta bakurê Kurdistanê, ji başûrê rojavayê Kurdistanê bigirin heta rojhilatê Kurdistanê, dewletên dagirker û mêtînkarên hov, rûpelên dîroka gelê Kurdistanê bi qetlîam û komkujîyên mezin dagirtine.

Li ser xwîna dê û bavan, li ser xwîna xort û keçên Kurdistanê tovên tirsê, radestîyê, asimlasyon û xwefiroşîyê çandine.

ROBOSKÎ yek ji wan rûpelên rûreşîyê ye. Dewleta dagirker, bi qetlîama Roboskê re derîyê pêvajoya bêhêvîtiyê vekir. Dî navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê de, diwar û bendavên dijîtîyê, bi probaganda û derewan rê li ber zimanê neyartîyê vekir.

Helwest û sekna cûdahîyê, li bakûrê Kurdistanê, derîyê şikestinek dijwar vekir. Ji dêvila li dijî dagirkeran têbikoşin, hesab ji wan bipirsin, rûyê wan yê jenosîdkar rê hemî cîhanê bidin, li ser xwîna xortên Roboskî ketin hesabê kursî û meqaman.

Doza ROBOSKÎ, dozekî gelek girîng û mezin e. Ji bo ev doz baş bê zanîn, divê pêvajoya dadgehkirinê û bincilkirina dosya Roboskê baş bê zanîn!

Em baş dizanin ku dagirkerên hov qetlîam kirin. Çimkî herdem pêwîstîya wan bi çavtirsandin, gef û pozdaxîya ser gelê Kurd heye. Lê piştî ku bûyer zelal bû û dijmin li ser sûc hat girtin, bûyer çewa, bi fermana kê û bi çi şêweyî pêkhat û ev qetlîam di rojevê de hate munaqeşe kirin. Xwefiroş û şirîkên dagirkeran, ketin nav hewldanên “paqij” kirin û dana jibîrkirina bûyerê. Li ser malbatên ku mêr û zarokên xwe yê bi rûmet wenda kiribûn, polîtîkayên gemarî domandin. Li ser fermanên xulamê mêtinkar ku bi salan e zarokên Kurd wek qurban dajon ber kêra zaliman;rolên lihevhatinê girtin ser xwe.

Ji dêvla ku dewlet û hukumet, yên biryara vê qetlîamê dane, eşkere bike û ceza bike, ji alîkî ve bi rudbeyên bilintir û medalyayên zêr ew mukafat kirin; ji alî din jî bi çend quruş pere û gefan, xwestin mexdûrên Roboskê aşt û bêdeng bikin. Lema ji bo ku dewleta wan zerar nebîne; mûçexur, hêsîr û xulamên xwe jî wezîfedar kirin.

Ji bo doza ROBOSKÎ li dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa neyê dadgehkirin, li ser navê sîyaseta qirêj û qaşo parêzerîya “welatparêzîyê” lîstokên Osmanîyan cardin dubare kirin.

Îro rabûne, dibêjin: “Em Roboskî ji bîr nakin!”  Ev şerm e, rûreşî, bê ûjdanî û bêbextî ye. Dewleta dagirker tevkujî kir, lê yên firotin, bincil kirin kîne!? Heta hûn bersîva van pirsan nedin, lavelav û hêstirên çavên we, sembolên xapandin û firotinê ne.

Wêneya komkujîya ROBOSKÎ, wêneya bê dewletbûn û bê aqubetîya gelê Kurdistanê ye! Eger em nexwazin van rûpelên bi xwîn ji bîr bikin, divê em bi hişmendîyeke netewî tevbigerin; têbikoşin û Ala Kurdistanê li seranserê wan neqebên komkujî û qetlîaman hildin jor.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir