Kolberê Serdeştî ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Kolberekî xelkê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ku berîçend rojan li ser sînor ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû birîndarkirin, ji bergiraniya birînên xwe canê xwe ji dest da.

Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê îro ragihand, “Kolberekî xelkêSerdeştê bi guleya hêzên Îranê hatiye kuştin.”

Li gorî agahiyên wan rêxistinan, berî çend rojan hêzên ewlehiyê yên Îranê li deveraCasûsan a Serdeştê gule li Qazî Kawanî reşandibûn.

Tîman Qazî Kawanî ji ber giraniya birînan veguhastibû Nexweşxaneya Giştî yaMehabadê lê şeva borî li wir canê xwe ji dest da.

Qazî Kawanî xelkê gundê Doletûyê yê bajarê Serdeştê ye.

Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan, par li herêmên sînorî yên RojhilatêKurdistanê 26 kolber bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hatine kuştin û 31 kolberjî birîndar bûne. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *