Siddik BOZARSLAN
Piştî van haydarîyên giştî ku min li jor rêz kir; li vir jî ez dê bi kurtayî li ser bingehê koka zimanê kurdî rawestim. Bê guman zimanê kurdî, zimanekî gelek kevnar e û temenê (emrê) zimanê kurdî jî girêdayê temenê jîyana gelê kurd e. Dema em li ser zimanê kurdî û pêvajoya jîyana kurdî rawestin; pêwist e li gora çarçoveya vê nivîsê, qonaxên ku di jîyana gelê kurd da derbas bûne, ji ber çavan dûr nexin. Eger mirov qonaxên jîyana gelê kurd ku derbas bûne neyne ber çav, rengê zimanê kurdî û pêvajoya ku tê da jîyaye, nikare baş têbigihîşe.
Çavkanîyek jî jibo zimanê kurdî Tewrat e. Divê mirov dîyar bike ku nivîsîna Tewratê 4000 sal kevn e, yanî ew çar hezar salî ye. Di Tewratê da behsa têkilîyên Medan hatîye kirin ku ew jî bapîrên kurdan in. Li gora teksta Mehmet Uzun ku ji Tewratê wergerandîye zazakî; di tekstê da navê gotina ”Zaza” û ”Zîza” jî derbas dibe. Bê guman jibo bawermendan (yên Musulman, Îsewî û wd. divê ew hemî bawermend bikaribin hev fam bikin û loma çavkanîyên pirtûkên pîroz jibo hemîyan, çavkanîyên esasî ne. (20)
Lê di derbarê Bapîrên Kurdan Medan û zimanê wan da di Tewratê da haydarîyên firehtir hene ku pêwist e jibo bawermendan, em bi kurtayî be jî behsa wan bikin. Li ber destê min kitêba Ender Peker heye ku navê kitêbê ”Dİ PİRTÛKA PÎROZ DE MED” (Tewrat-Zebûr-Încîl) e û ji alîyê Enstituta Kurdî li Stockholmê ve di 2022yan da hatîye çapkirin. Ev pirtûk ji alîyê Bêcirman Bêcirmanî ve ji tirkî hatîye wergerandin bo kurmancî.
Xoşevîstê Ender, ku li Mêrdînê di Dêrek da keşetîyê dike, di vî mijarî da weha dibêje: ”… Wekî tê zanîn, di dîroka olan de Xwedê, ji ber guneh û xerabîyên ku mirovan kirine; Tofana Nûh, şandîye ser rûyê erdê. Ji ber vê tofana ku tevahîya rûyê erdê paqij kirîye, wekî mirov bi tenê Nûh, jina wî, sê kurên wî û sê bûkên wî rizgar bûne.” (21)
”… Zarûkên Nûh: Sam, Ham û Yefet, tevî jina Nûh û sê bûkên wî hema wê rojê li keştîyê siwar bûn.” (Tewrat, Despêkirin 7: 5-24)
”Kurên Nûh ên ku ji keştîyê derketin; Sam, Ham û Yefet bûn. Ham, bavê Kenan bû. Ev her sê kurên Nûh bûn û hemû mirovên li ser rûyê erdê ji wan zêde bûn.” (Tewrat, Despêkirin 9:18 -19) Secereya di Pirtûka Pîroz da weha ye: ”Kurên Yefet: Gomer, Magog, Meday, Yewan, Tuval, Meşex û Tiras.” (Tewrat, Despêkirin 10:2.)
”Kanîyên kûrahîyan û kulekên ezmanan hatin girtin. Baran sekinî. Hêdî hêdî av ji rûyê erdê kişîya û piştî sed û pêncî rojan av kêm bû. Di roja hivdehê meha heftan de keştî li ser Çîyayê Araratê (li Tewratê bi zimanê Suryanî KARDUX-KARDUH) rûnişt.” (Tewrat, Despêkirin 8: 2-4)
”Pirtûka Pîroz, di ayetên pêş da bi awayeke eşkere dîyar dike ku Medî ji Medayê kurê Yefetê Nûh tên. Em di vî warî de xwedîyê gelek ayetan in ku vê îdîaya me xurt û teqez dike…”
”Di metnên orijinalên Tewratê yên Suryankî de gotina ”Çîyayê Agirî-Araratê” wekî ”Çîyayên Qardûxê” derbas dibe. Qardûx di metnên Suryankî û Îbranî de navê Çîyayê Cudî-Zagrosê ye. Lê di vî warî de fikrên cuda gelek in…”
Herçi QardNûh yan jî Qardûx e, dihate wateya Çîyayê Nûh. Jixwe li herêmên Şernaxê ku navê wî yê berê Şehr-î Nûh e, em li ser vê mijarê rastî gelek şopên terminolojik û çandî tên. Wekî encam, tevahîya zindîyên li seranserê dinyayê belav bûn, li Çîyayê Qard-Nûh-Qardûxê ji keştîyê peya bûn û demeke dirêj li vê herêmê jîyana xwe berdewam kirin.
”Ev jî nîşan dide ku bi qasî rezê xwe deynin û berhem jê hilînin, li vê herêmê mane. Lê îhtîmal e ku piştî Nûh dimire yan beşekî ji zarûkên wî, yan jî hemî wekî malbatekê ber bi herêma Çînarê ve koç kirin ku dikeve Başurê Îraqa îro. Paşê jixwe wê navê Babîlê li vê derê bê kirin.”
”Di despêkê da zimanê hemî mirovên dinyayê yek bû û wek hev dipeyivîn. Gava ber bi rojhilat ve koç kirin, li herêma Şînarê deştek dîtin û li wir cîwar bûn. Wan ji hev re got: ”Werin, em kelpîçan çêkin û baş bipêjin.” Di cîyên keviran da kelpîç û di cîhê xercê da jî ziftê bi karanîn. Pişt re gotin: ”Werin em ji xwe re bajarekî ava bikin û birceke bigihîje asmanan çêkin ku nav û dengê me derkeve û em li tevayîya rûyê erdê belav nebin.” Xwedê daket jêr, jibo ku bajêr û birca mirovan çêdikirin bibîne. Xwedê got: ”Vaye ew miletek in û zimanê wan hemîyan yek e û ev bi tenê despêka kirinên wan e. Êdî tu tiştê ku bixwazin bikin, ji wan re nabe zehmet. Werin em dakevin jêr, zimanên wan tevlîhev bikin ku ji hev fêm nekin.” Îcar Xwedê ew ji wir li ser tevayîya rûyê erdê belav kirin û wan dev ji avakirina bajêr berdan. Ji ber vê yekê ji bajêr re ”Babîl” hat gotin. Çimkî Xwedê li wir zimanên hemû mirovan tevlîhev kirin. Ji wir ew bi ser tevayîya rûyê erdê ve belav kirin.” (Tewrat, Despêkirin 11: 1-9) (22)
Bi gelek ayetan hatîye nîşandan ku Civata Medan dê bi daxwaz û fermanên Xwedê êrîş bibin ser Babîlê û di encamên şer da dê Hukumdarîya Babîlê hilweşe, wêran bibe. Di vî derbarî da ew kesên bawermend bila bi dîqet û baldarîyeke mezin ayetên Tewratê bixwînin. Fermo:
”Xwedayê rizgarkarê we, Pîrozê Îsraîl wiha dibêje: ”Jibo xatirê we ez ê artêşekî bişînim dijî Babîlê û birevînim. Ez ê hemî Kildanîyan nizim bikim ku bi gemîyên xwe qure ne. Xwedê ez im. Pîrozê we, afirandarê Îsraîl, Padîşahê we ez im.” Xwedanê ku di deryayan re rê, di avên mezin da rêçik vedike, yê ku erebeyên şer û hespan, artêş û mêrxasan derdixe û paşê wê tev razên lê ranebin, wekî fitîla pêketî wê bitefin.”(Tewrat, Îşaya 43: 14-17) (23)
Divê mirov bide xuyakirin ku ew asurîyên ku fanatik in û hê jî nikarin bi xweşbînî analizan bikin; ew kurdan sucdar dikin ku Dewleta Babîlê ruxandine. Lê ew bi wê oldarîya xwe ya fanatik naxwazin rastîyên di kitêbên wan da hene û fermanê ku Xwedê pêşberî Medan kirîye naynin ber çavên xwe; ji ber ku ew wan rastîyan dema di litêbên pîroz da bixwînin, pêwistî dê derkeve pêşîya wan ku divê ew hesabên ruxandina Babîlê, ji Xwedayê Xwe bipirsin. Piştî van haydarîyên di pitûka Pîroz da me jibo bawermendan raxist pêşîya we xwendoxên xoşevîst, îcar em dîsa bizivirin ser mijara Zimanê Kurdî.
Bingehê koka zimanê kurdî, rastê 3000 sal berîya bûyîna Îsa (Berîya Zayînê- BZ) tê ku bi awayeke dî 3000 sal BM tê bi navkirin ku nuha temenê wê dibe 5000 sal. Wek em pê dizanin Hurî, şaxekî Gutîyan e ku ev her du jî bapîrên Kurdan in. Hurîyan, BM Nivîsa Pismar bikaranîne. Di vî derbarî da Î. Zeki Eyuboğlu jibo zimanê Hurîyan weha dibêje: ”Zimanê Hurîyan, ji zimanên herî kevn ên Anatolyayê (Anadoluyê) yek e.” (24)
Li vir, divê xwendevan gotina Anadolê, wek Kurdistan qebûl bikin ku herêmên Zaxros û Mezopotamya Jorîn digire nav xwe ku Eyuboğlu wê wek Anadoluyê nivîsîye ku ev jibo nivîskar û lêkolînerên tirk bûye xuyek, nexweşîyeke klinikî. Piranîya wan tirsonek in û li ser xeta ideolojiya resmî ya dewletê dimeşin û di şûna gotinên kurd û Kurdistanê da tirk an Anadolu yan jî tirkî dinivîsin. Divê ev seqetîya wan timî li ber çavên me sekinandî be.
Li gora kolandinên arkeolojik yên salên herî dawîyê; wesîqeyek / belgeyek bi dest ketîye ku ew ji alîyê Qralê Mîttanîyan Sauşsattar I. ve hatîye nivîsîn. Ew nivîs ji 600 rêzan pêkhatîye û bi Zimanê Hurî ye. Lêlokînan nîşan dane ku Hurî, BM di salên 3000î da li navenda Mêrdîn (Mardin) jîyane. Di kolandinên arkeolojîyê da ku li bajarê Urkisê bi dest ketîye û ew li Muzeya Laourve xistine bin parastinê; di hin çavkanîyan da xuya dibe ku di BM 2000î da hin qebîle û eşîrên ku girêdana wan bi Hurîyan ra hebûne, wan bi navê Dewleta Mîtannî, dewletek ava kirine. Cîyên wan yên navendî Kerkûk, Riha (Urfa), Dîyarbekir û Mêrdîn bûne. Li gora lêkolîna lêkolîner Porckes, ew zimanê ku hatîye xebitandin, zimanekî tewandî bûye û ew ziman, wek heman zimanên Naîrî û Urartuyan e ku ew jî şaxên Hurîyan in. Li gora çavkanîyên nivîskî yên Mîttanîyan, her çiqas ew zimanê ku di çarçoveya navberdewletî da hatîye xebitandin, Zimanê Akadî bûye jî, zimanê Mîttanîyan yê resmî, Zimanê Hurî bûye.
Dîsa li gora lêkolînên ku hatine çêkirin, welatê zikmakî yê nivîsê yê ewilîn, Kurdistan û Mezopotamya ne. Lê zimanê kurdî wek zimanê nivîsê ku derbasî wesîqeyên dîrokî bûye, di B.M. 1000 salî da ji alîyê bapîrên kurdan Medan ve wek zimanê gel hatîye bikaranîn ku temenê wê dike 3000 sal.
Li ser koka zimanê kurdî, ji alîyê zimanzan û dîrokzanên Ewrupî û Rojhilatnas ve gelek lêkolînên cuda hatine çêkirin. Di hin nuqteyan da piranîya rewşenbîrên Rojhilatnas digihîjin hev. Ev nuqteyên ku rewşenbîr û zimanzanan tê da wek hev difikirin, yek jê ev e ku zimanê kurdî, zimanekî serbixwe ye, ji zimanê Arî ye û di nav malbata zimanên Hindî- Ewrupî da cî sitandîye.”Dîsa hin rewşenbîrên Rojhilatnas û li gora pisporên ku li ser vê babetê lêkolîn kirine, zimanê Medan, wek zimanê kurdî ye an jî bi hindikayî bingehê kurdîya îroyî ye.”
Wek gelek rewşenbîrên Rojhilatnas jî qebûl kirine; zimanê ku di kitêba Dînê Zerdeşt a Abîstak da hatîye nivîsîn, zimanê kevn yê Medan û kurdên îroyîn e ku Med jî bapîrên kurdan in û li herêma Kurdistanê, li Mukrîyê jîyane. Zimanê Zerdeşt û Medan, pir nêzîkî zimanê kurdîya kurdên Mukrî ye. Jibo numûne, fêde ye ku ez li jêr li ser vî babetî tabloyek nîşan bidim ku ev tablo li gora kitêba Abistakê ya dînê Zerdeşt gotinên kurdî û farisî weha ne:
Zarava Silêmanî Zarava Kurmancî- Zazakî Zimanê Abistak Zimanê Farisî
gevre mezin maz buzurk
masî masî-mase masya mahi
tij tij-tuj tij tir
huştir heştir-uştira uştira şeter
perd pert-pir pereta pel
roj hor-roj hor afitab
meş meş-mêş mehş meks
berx berx verx bire
kisse kisse-kîsse hesa horf-suhen
zaniyn zanyn-zanin zan danisten
men ez- min ezem men
Di derheqê zimanê kurdî da, fêde ye ku ez dîtinên hin rewşenbîr û zimanzanan wek numûne zêdetir nîşan bidim. Belam bi deh salan e ku dewletên dagirkerên welatê me tirk, faris û ereb, zimanê kurdî, wek zimanê tirkî, farisî û erebî bi cîhanê dane naskirin. Ji ber ku van dewletan Kurdistanê di nav xwe da parçe kirine, kirine koloni û gelê kurd dîl (esîr) kirine. Dîsa evana bi salan e ku zimanê kurdî qedexe kirine, nehiştine ku kurdî pêşda here û jibo kedîkirina / helandina (pişaftina, asimilekirina) kurdî, çi ji destên wan hatine, texsîr nekirine.
Di derheqê dîroka kurdî da, bi lêkolîna xwe, pisporekî navdar yê Rojhilatnas EDMONDS e. Jibo zimanê kurdî Edmons weha dibêje:
”Bi awayeke vekirî û zelal hatîye famkirin ku kurdî, zaravayeke farisî nîne ye. Tersê (berewajê) wê, zimanekî paqij (temiz) û serbixwe ye û di gruba zimanê Arî da ye. Xwedî rengeke taybetî ye û xwedî dîrokeke gelek kevnar e.”
Nivîskarê kitêba ”Dîroka Asur” SDNEY SMITH jî, di derheqê çavkanîya zimanê kurdî da weha dibêje:
”Zimanê kurdî, zaravayeke zimanê farisî an şikleke wê yê guhartî nîne ye. Berewajê wê, ew xwedî pêvajoyeke dîrokî ye û bi serê xwe zimanekî serbixwe ye û ji farisî hin kevintir e.”
Dîsa li ser vê babetê rewşenbîrê Rojhilatnas yê bi nav u deng SOANE, jibo zimanê kurdî û gramêra (rêziman) kurdî lêkolîneke fireh kirîye. Ew bixwe, zimanê kurdî baş zanibûye û wek kurdan dikaribûye bipeyîve. Soane di lêkolîna xwe da weha dibêje:
”Zimanê zikmakî yê kurdan ku îro pê dipeyîvin, zimanê kurdî, wek ku hin texmîn dikin, bêsaz û bêqaîde nîne. Ji zimanê farisî jî nehatîye sitandin, an jî zaravayeke ku paşê hatîye xirabkirin jî nîne. Tersê wê, kurdî zimanekî paqij, qeîm û li gora xwe xwedî sistemekî ye û ji zimanê Arî ye. Berîya ku dîroka îranî kevn bibe û di bedêla wê da dîroka ku bi çîrokan û bi efsanan ve tije bibe, cî bistîne, pir berîya wan deman, zimanê kurdî, bi awayeke herî paqij û herî pak, li çîyayên Kurdistanê hebûna xwe parastîye. Paşî hinik gotinên bîyanî ketine nav vî zimanî. Bi taybetî li vir dînê Îslamê roleke girîng sitandîye. Lê şert û şirutên ku bi sedsalan rewşeke pêwistî hiştîye, ev bûye asteng li pêşîya xebitandin û pêştaçûyîna zimanê kurdî. Jibo vê yekê ye ku çend zaravayên kurdî hene û divê ji van zaravayan a girîng wek bingeh (hîm) bê sitandin û xebitandin, gotinên bîyanî ji nav bên avêtin û di şûna (bedêla) wan da gotinên ku di zaravayên dî da hene, pêwist e têkevin dewsa (şûna) wan. Wekî dî, jibo nivîsandina kurdî, bi tîpên kêrhatî pêwist e alfabeyek jî were çêkirin.” (25)
Wek ku tê zanîn, cîyê cîwarbûna gelê kurd, yanî axa Kurdistanê, di Rojhilatanavîn da xwedî cîyeke stratejik û giring e. Lewra bi sed salan, bi hezar salan, axa Kurdistanê bûye cîyê qada şer. Ev rewş jî, pirî caran Kurdistanê serubino kirîye. Digel ziman û her heyîyên Kurdistanî hatine talankirin û gelê kurd di her warî da paşda maye. Di jîyana gelê Kurd da ev rewş, li ser zimanê kurdî jî tesîrên gelek nehênî (negatif) hiştîye. Çawa ku di warê abûrî, civatî, siyasi û kulturî da paşvemayîn çêbûye; her weha zimanê kurdî jî di hin qonaxan da derbas bûye û heta roja me ya îroyîn jîyana xwe domandîye; lê her tim astengên mezin li pêşîya zimanê kurdî rawestîyane û ev asteng jî bûne sedemê paşvemayîna kurdî û heta îro di nav zaravayên kurdî da yekîtîya kurdî pêk nehatîye, gelşên zimanê kurdî jî hel nebûne û wd…

