Kiryarên Darbeya Leşkerî ya faşîst ya 12 îlon 1980 îro jî didomin!

Tevgera Demokratik a Kurdistan – TEVGER
Kürdistan Demokratik Hareketi – TEVGER
          Kurdistan Demokratische Bewegung – TEVGER
        Democratic Movement of Kurdistan – TEVGER

 

Îro salvegera darbeya faşîst ya leşkerî ya 12 Îlonê ye. Tirkîye dewleta darbeyên leşkerî ye. Ev dewlet hetanî îro bi desthilatdarîyên nemeşrû yên tarî û bi hêzên çeteyên mafyayî,  hatîye birêvebirin. Darbeya Leşkerî ya faşîst ya 12 îlona 1980ê yî yek ji darbeyên van desthilatdarîyan bixwe ye. Li welatekî weha hesabxwestina ji van desthilatdarîyên ne rewa û faşîst, zahmet e. Hetanî îro jî, li Tirkîyê desthilatdarîyek sivîl, nekarîye hesab ji van desthilatdaran bixwaze. Berpirsên darbeyên leşkerî li Tirkîyê ji alîyê hukûmetên sivîl û bi yasayî hatine parastin û ji wan hesab nehatîne xwestin. Berevajî hukûmetên sivîl jî, dane ser şop û rêbaza van desthilatdarîyên ne rewa û bi peymanên nehênî, bi hevkarîya wan çeteyên navborî dewlet îdare kirine.

Armanca sereke ya darbeya faşîst û nîjadperest, têkbirina Tevgera Kurdistanî û jihevxistina hêzên demokratîk yên Tirkîyê bû. Darbeyê bi metodên hovane, bi kuştin, bi darvekirin û zîndankirinê xwest dengên cuda ji holê rakin û hêzên azadîxwaz bêdeng bikin.

Bi vê darbeyê, bi dehan cuwan hatine darvekirin, bi dehhezaran kes hatine zîndankirin, bi sedan kes di îşkenceyan de hatine kuştin.  Zordarîya zîndanên vê demê hetanî îro jî nehatine jibîrkirin.  Bi hezaran kes tawî û bawî kirin.

Rêvebirên dewleta tirk û bi taybetî leşker, tunekirin û asîmlekirina miletê Kurd ji xwe re kirine armanca sereke. Hemî pergalên asîmlasyonê yên fermî xistine dewrê. Pêşî bi koçberkirin û qetlîaman neteweya Kurd ji hev belawela kirin. Piştre bi rêyên bacê, qedexekirina ziman, cil û bergan, îşkenceyên cendirme û polîsan, leşkerîya bi zorê û dibistanên komarê, li ser gelê Kurd terorek hov û berfireh meşandine.

Yek ji sedemên darbeyên leşkerî yên li Tirkîyeyê jî berlêgirtin û tasfîyekirina tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ya miletê Kurd e. Ji bo rê li ber derbeya eskerî ya faşîst ya 12 Îlona 1980an bê xweşkirin, li Tirkîyeyê êrîşên li ser alewîyan, pevçûnên nav tevger û rêxistinên çepgîr û rastgiran hatin geşkirin, gelek lîstik û planên bi dizî yên dewleta kûr hatin meşandin; li Kurdistanê jî PKKê dijminatîya nava hinek malbat û eşîran bikaranî û piştgirîya hinek eşîr û malbatan kir û şerê hinek eşîr û malbatan jî ji xwe re kir armanc. Herweha bi awakî bê perwa êrîşî rêxistin, partî û kadirên kurdan kir û bi vî awayî zemîna darbeya faşîst xweş kir.

Darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê, li Kurdistanê terora dewletê derxist asta herî bilind. Li gund û bajaran êrîş, îşkence û girtin dest pê kir. Bi deh hezaran kesên siyasî, rewşenbîr, nivîskar û welatparêz hatin girtin û di îşkenceyên giran û hovane de derbas bûn. Bi hezaran kurd avêtên zîndanan. Bi taybetî zîndana Amedê kirin îşkencexaneya kurdan. Dewletê, carek din rûyê xwe yê rastî û hov rê kurdan da.

Di encama îşkenceyên zîndana Amedê de, 40-50 însan jîyana xwe ji dest dan; bi sedan seqet bûn, bi hezaran kes tuşî nexweşîyên fîzîkî û derûnî bûn.

Heta ku miletê Kurd rizgar nebe û li ser axa bav û bapîran nebe desthilatdar;  wê êrîş û qetlîamên bi vî awayî berdewam bibin; wê aştî û aramî neyê heremê û Kurdistanê.

Bi hestek netewî, zanînek dîrokî, sîyasî û civakî divê tevgera rizgarîxwazîya neteweyî tevbigerin û xebat û têkoşîna ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk geş bikin!

Serketin ya miletê Kurd û kurdistanîyan e, mirin û rûreşî ya dewletên dagirker û kolonyalîsatan e!

Tevgera Demokratîka Kurdistan

TDK-Tevger

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *