Endamê Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo, hûrgiliyên civîna dawî ya bi hikûmeta Sûriyê re û bûyerên êrişa li ser taxa Şêx Meqsûdê eşkere kirin.
Sîpan Hemo ragihand ku lihevkirina wan a bi Şamê re ji aliyê “rayedarekî dewletê” ve hatiye xerakirin.
Endamê Fermandariya Giştî ya HSDyê Hemo ji Ronahî TVyê re axivî û kir ku di mijara tevlîbûna HSDyê ya nav artêşa Sûriyê de pêşketinên erênî hebûn û hêzên navbeynkariya navbeynkariyê dikir.
Sîpan Hemo destnîşan kir ku her du aliyan jî madeyên lihevkirinê qebûl kiribûn.
“Rayedarê dewleteke din ket hundir”
Sîpan Hemo behsa kêliya guherîna helwesta Şamê kir û got:
“Em çûn civîna dawî, erênî bû û hêzên navneteweyi encam ji raya giştî re ragihandin.
Tam di wê demê de rayedarekî din ê dewletê ku ez navê wî nadim ket hundir.
Dema dît civîn erênî derbas dibe, Berpirsiyarê Îstixbaratê û Wezîrê Parastinê bi xwe re birin derve.
Dema vegeriyan gotin ‘Em di vê qonaxê de ti ragihandinn nadin, bila bimîne 7 an 8ê mehê’.”
“Lîstika li ser Şêx Meqsûdê”
Fermandarê HSDyê da zanîn ku diyar bû lîstikek tê plankirin û paşê zimanê gefê yê li dijî Şêx Meqsûdê zêde bûye.
Sîpan Hemo li ser helwesta HSDyê ya li hemberî şerê li taxên Kurdan got:
“Meclisa Taxa Şêx Meqsûdê biryara berxwedanê da. Her çi qasî em wekî HSDyê ji wir vekişiyabin jî me rêz li biryara wan girt û em li pişta wan sekinîn.
Şansê me yê din tune bû ji bilî xwedîderketina li vê biryarê.”
Rola medyayê û dewletên derve
Sîpan Hemo bal kişand ser rola dewletên derve di êrîşê de û wiha axivî:
“Çapemenî baş dizane ku nûçeya êrişa li ser Şêx Meqsûdê ne çapemeniya Sûriyê, çapemeniya derve ragihand.
Rayedarên hinek dewletan heman rojê li Şamê bûn û peyama piştevaniyê dan wan. Bi wê şerê li dijî Şêxmeqsûdê dan destpêkirin.” (Rûdaw)


