Nivîsîn: Mihemed Salih Qadirî
Zêdetir ji sed salan e dagirkerên Kurdistanê, projeya «helandin» a neteweya kurd bi awayekî sîstematîk û piralî birêve birine. Ji qedexekirina ziman û çandê bigire heta guhertina navên zarok, gund, çiya, kanî û çeman û hwd. Bi wê jî ranewestiyane û bi komkujî, kîmyabaran, darvekirin, teror û sepandina desthilata dewletên navendgerayî, her cor mafekî rewa yê neteweya kurd binpê kirine. Ev projeya dagirkeran, bi sedema berxwedan, têkoşîn û qurbanîdana bi milyonan kurdan, şikest xwariye û kurd hê jî kurd maye, zimanê wî jî zindî ye û piraniya axa nîştimanê wî jî di destê wî de maye.
Niha heman projeya dagirkeran bi navê «entegrasyon» (tevlîbûn) û gotarên bênaverok ên wekî «civaka demokratîk», «bratîya gelan» û «xweseriya demokratîk» ji aliyê Ebdullah Ocalan, rêberê PKK’ya hilweşyayî ve ji Îmraliyê serî hildaye û bi riya şax û lîqên xwe û medyayên wê rêxistina hilweşyayî, li ber çavên raya giştî ya kurdistanîyan tê xwarin. Bi hevkariya eşkere û veşartî ya heman dagirkeran, hewl didin projeye û modela vê gotara metirsîdar, li Rojavayê Kurdistanê, li Şengalê û li beşên din ên Kurdistanê bixin warê cîbicîkirinê.
Dagirkerên Kurdistanê bi hinceta parastina yekparçeyiya axa welat – ku heman siyaseta desthilata navendgerayî ya dîktatorî ya sed salî ye (yek netewe, yek ziman, yek al) – û bi înkarkirina mafên demokratîk ên gelê kurd, bi hevkariya Ebdullah Ocalan, bi riya projeya «Tirkiyeya bê teror – civaka demokratîk» û tevlîbûnê (entegrasyon), ku di rastiyê de ne demokrasiye, ne bratiye, ne jî aştibûn û dabînkirina mafên neteweyî yên kurd e, belkû planeke hevbeş a nû ye ku di bin navên çêkirî de, ji bo jêbirin û bêparhiştina kurd ji mafê serwerî û diyarkirina çarenûsa xwe, tê kirin.
Bi awireke kurt a dîrokî li her welatekî ku Kurdistan lê hatiye dabeşkirin, em dikarin baştir mebestê ronî bikin.
Li Tirkiyeyê, komkujiya Zîlan (1930):
Bi hezaran kurd (li gorî çavkaniyan 15 heta 30 hezar) li Deşta Zîlanê ji aliyê artêşa tirk ve hatin kuştin. Deşt tijî laş bû.
Komkujiya Dêrsimê (1937-1938): Komkujiyeke plankirî; çavkaniyên tirk bi xwe paşê dan bi 13 hezar kuştî, çavkaniyên din dibêjin heta 40 hezar. Gund hatin şewitandin û keç hatin girtin. Herwiha darvekirin û terorkirina bi dehan rêber û rewşenbîran, qedexeya ziman heta sala 1991’ê li Tirkiyeyê û bi dehan mînakên din.
Li Iraqê, di sala 1980’yî de:, rejîma Be’s a Iraqê bi biryara hejmar 666, nasnameya iraqî ya bi sedan hezar kurdên feylî betal kir, milk û malê wan desteserkirin û bi darê zorê ew derxistin Îranê. Herwiha bi dehan hezar ciwanên feylî hatin girtin û windakirin an jî hatin kuştin; ev tawan di sala 2010’an de ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ve wekî jenosîd û tawana li dijî mirovahiyê hatin naskirin.
Helebce (1988): Mezintirîn êrîşa kîmyayî ya hikûmeta Iraqê li dijî xelkê sivîl di dîrokê de; 3200 heta 5000 kurd di rojekê de hatin kuştin.
Enfal (1988): Li gorî «Human Rights Watch», 50 heta 100 hezar kurd ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatin kuştin û zêdetir ji 4000 gund hatin wêrankirin. Çavkaniyên kurdî hejmareke bilindtir dibêjin. Ev wekî jenosîd ji aliyê dadgeha Iraqê ve hatiye naskirin.
Şengal (2014): Ku tê de bi hezaran jin, mêr û keçên kurdên êzdî ji aliyê koma terorîst a DAIŞ’ê ve, ji ber ol û baweriya wan hatin komkujkirin û windakirin.
Li Îranê: Di sedsala derbasbûyî de, ji aliyê Reza Şah û Mihemedreza Şahê kurê wî û paşê bi fetwaya «Cîhad» a Xumênî li dijî xelkê Rojhilatê Kurdistanê, bi hezaran xelkê sivîl hatin kuştin, bi hezaran zarokên têkoşer hatin darvekirin û rêberên diyar ên bizava Rojhilatê Kurdistanê hatin terorkirin.
Li Sûriyeyê, di sala 1962’yî de, hikûmeta Sûriyeyê bi serjimariyeke taybet li parêzgeha Hesekê, nasnameya nêzî 120 hezar kurdan betal kir û wekî «biyanî» an «bênasname» tomarkirin, ku nifşên paşê jî ji mafên xwe bêpar man. Di sala 2004’an de jî hêzên asayişa Sûriyeyê li Qamişlo bi dehan kurd kuştin. Herwiha di şerê dijî DAIŞ’ê de jî hêzên kurdî (HSD/YPG) zêdetir ji 11 hezar şehîd û zêdetir ji 20 hezar birîndarên wan hebûn.
Li vir divê em bipirsin: Eger ew hemû karesatên bi serê kurdan hatine, ji ber kurdbûn û daxwaza mafê serxwebûnê bûne, gelo entegrebûn (tevlîbûn) ji bo çi ye û çima her kes û aliyekî ku li hemberî entegrebûna kurd di nav tirk, faris û ereban de disekine, ji aliyê hevkarên projeyê ve bi tohmeta xiyanetê, gefa cezakirinê lê tê xwarin?!
Eger ev hemû malwêranî û xwîn ji bo serwerî û nasnameya kurd rijiyaye, gelo «tevlîbûn» û «helandin» ji bo çi destkeftiyekê ye? Aştiya li ser bingeha înkarkirina maf, ne aştiye; belkû berdewamiya heman jêbirinê ye.
Pirsa bingehîn ev e: Li gorî kîjan pîvana yasayî an dîrokî, rewa ye kurd di nav «yê din» de bihele? Ji aliyê dîroka nijadî ya neteweyî ve, an resenetiya xwedîtiya ax û nîştimanê wan?
Li gorî şop û belgeyên dîrokî, herêma Zagros û Torosê ji hezaran sal beriya zayînê, hêlîna rûniştina gelên çiya (Gûtî, Med û hwd.) bûye. Neteweya kurd girêdayî vê mîrata dîrokî ye. Lêkolînên genetîkî jî girêdana kûr a kurdan bi niştecihên kevin ên Zagrosê re diselimînin.
Berevajî vê: Ereb di sedsala heftemîn a zayînî bi dagirkeriya îslamî hatin. Tirkên selçûqî û oxiz di sedsala yazde û dozdehemîn a zayînî bi awayekî berçav hatin û paşê desthilata siyasî girtin destê xwe.
Pêwîst e dagirker wê rastiyê zanibin ku kurd wekî neteweyeke mezin a xwedî şaristaniyet ku rehên wê di kûrahiya dîroka hezaran salî de çeqiyaye, li ser axa resen a bav û kalan ne «kêmîne» ye û ne jî «mêvan» e. Ne îraniye, ne tirkiyeyiye, ne iraqî û ne jî sûriyeyiye ku temenê damezrandina her hemûyan sed sal zêdetir derbas nake. Tevî ku kurd wekî netewe û ax bi darê zorê di nav çar welatan de hatiye dabeşkirin û bi neçarî di bin desthilata wan welatan de dijî, ev mijareke siyasî ya çêkirî û ne rast e; kurd kurdistanî ye û ji bo serweriya neteweyî û rizgariya axa dagirkirî têdikoşe; mafê diyarkirina çarenûsê ji bo hemû neteweyan di yasaya navneteweyî de (Peymana Neteweyên Yekbûyî û rêkeftinnameyên mafên mirov) heye.
Projeya «tevlîbûn» a Îmraliyê û dagirkeran, tenê navekî nû ye ji bo berdewamkirina heman siyaseta kevin a înkar û helandinê. Eger planên helandina sed salî yên dagirkerên Kurdistanê bi sedema xweragirtin û qurbanîdana gelê kurd şikest xwaribin, berdewamkirina heman sîyaset û planên borî di pêşerojê de, dê karesatên mezintir çêbikin. Baştir e dagirkerên Kurdistanê pê bawer bin, heta kurd nebe xwediyê dewlet û serweriya neteweyî ya xwe, Rojhilata Navîn aştiyê û aramiyê nabîne û berpirsyariya her cor encamekî berdewamiya siyaseta înkarê dikeve stuyê wan welatan.
Rêya çareyê ya rast çi ye?
Naskirina serweriya neteweya kurd û nîştimanê wî ji aliyê her welatekî dagirker ve li gorî yasayên pesendkirî yên Neteweyên Yekbûyî, daku her yek ji neteweyên kurd, tirk, faris û ereb li ser bingeha hevsengî, wekhevî û mafê diyarkirina çarenûsê, bi awayekî dadperwerane û aştiyane bi hev re bijîn.
Eger na, dîroka me, qurbanî û xwîna şehîdên me, îradeya polayîn a gelê kurd û têkoşerên doza serxwebûna Kurdistanê ku bi sedan sal e li hemberî siyaseta helandina dagirkeran û şopînerên wan netewiyane, bersiva vê pirsê didin ku:
Kî divê di kî de bihele?


