Kedkarê doza Kurdistanê Musa Karger koça dawîn kir

Musa Karger/Musa Dag yek ji kedkarê tevgera neteweyî, dilsojê doza Kurdistanê û millîtanê PDK/KUKê bû. Ew li tevaya Mêrdînê û di nav heval û hogirê xwe de jî wek kesayetîyek welatperwer û demokrat dihate naskirin. Ew di darbeya leşkerî de, bi gelek havalên xwe hate girtin û di zîndanê de di berxwe da.

Musa Karger, bi nexweşîya penceşêrê ketibû û di tevaya nexweşîya xwe de jî bêhêvî nebû. Ew herdem bi hêvî û umîda serkeftina doza welat di nav keftelefta sîyasî de tevdigerîya. Kesayetîyek mutewazî, mirovê civatên Kurdistanê û hezkirîyê hevrêyên xwe bû.

Em TDK Tevger bi xemgînîyek mezin êşa malbatê û zarokên wî parve dikin. Ruhê wî şad û goristana wî bihuşta baqî be. Hevrêyê doza Kurdistanê Musa Karger, dê di tekoşîna me û di dilê me de her bijî.

Careke din ruhê wî şad, goristana wî gulîstan be.

TDK Tevger 13/02/2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *