Komeke çekdar a Şîe ragihand ku wan bi dronan êrişî baregehên Amerîkayê yên li Hewlêrê kiriye.
Koma bi navê “Seraya Ewliya Dem”ê ku xwe wekî beÅŸeke “Berxwedana ÃŽslamî ya ÃŽraqê” dide nasîn daxuyaniyek belav kir.
Komê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan îro (1ê Adara 2026an) bi rêya dronan êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li bajarê Hewlêrê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êriÅŸ “li hemberî Amerîka û ÃŽsraîlê wekî piÅŸtevaniyekê ji bo Komara ÃŽslamî ya ÃŽranê ” hatiye kirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku ev gav ji bo “parastina serweriya ÃŽraqê” hatiye avêtin.
Heta niha aliyên fermî yên Herêma Kurdistanê û hêzên Hevpeymanan (Koalîsyon) li ser mijarê ti daxuyanî nedane.
Derbarê ziyanên canî yan madî yên êrişê û rastiya îdiayên komê hîn ti agahiyên fermî nehatine belavkirin.
Heman komê doh jî piştî destpêkirina êrişên hevbeş ên Îran û Îsraîlê daxuyaniyek dabû.
Komê îdia kiribû, “Mucahîdên me bi rêya sê dronan operasyoneke taybet pêk anîn û Baregeha Fermandariya Operasyonên HevbeÅŸ a li Hewlêrê kir armanc.”
Seraya Ewliya Dem, yek ji wan komên çekdar e ku piştî kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis a sala 2020î derketibû holê.
Qasim Suleymanî Fermandarê berê yê Lîwaya Qudsê ya Pasdaran û Ebû Mehdî Muhendis jî Alîkarê berê yê Serokê Desteya Heşdî Şebiyê bû.
Ev ne cara yekem e ku ev kom êrişî Herêma Kurdistanê dike.
Komê 15ê Sibata 2021ê jî berpirsyariya êrişeke mûşekî ya li ser Hewlêrê xistibû stûyê xwe.
Di wê êrişê de sivîlek hatibû kuştin û leşkerekî Amerîkayê û çend kesên din jî birîndar bûbûn.
Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê pişt re îfadeyên encamderê wê êrişê belav kiribûn.


