Joe Wilson: Divê em dawî li serdestiya Îranê ya li Îraqê bînin

Endamekî Kongreya Amerîkayê piştgiriya xwe ya ji bo kêmkirina bandora Îranê ya li Îraqê nîşan da.

Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson ragihand ku lawazbûna ÃŽranê dê alîkariya Bexdayê bike ku hikûmeteke “dadperwer û azad” ava bike.

Ev daxuyanî di demekê de tê ku li Îraqê dan û standinên ji bo diyarkirina serokwezîrekî nû didomin.

Joe Wilsonê endamê Kongreya Amerîkayê û ji Partiya Komariyan ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re axivî.

Wilson diyar kir ku bala wî ya li ser Îraqê ji ber wê yekê ye ku her du kurên wî li wir erkê leşkerî bi cih aniye û got:

“Armanca sereke ew e ku bandora ÃŽranê neyê hiÅŸtin.”

Pêdiviya Îraqê bi hikûmeteke azad heye

Joe Wilson destnîşan kir ku eger ÅŸiyana ÃŽranê ya ji bo destwerdana karên navxwe yên ÃŽraqê nemîne “divê ev yek enerjî û hêzê bide gelê ÃŽraqê ku hikûmeteke azad û dadperwer ava bikin.”

Wilson piştgiriya xwe ya ji bo zextên Amerîkayê yên li ser Bexdayê nîşan da ku ew komên çekdar ên pêwendiya wan bi Îranê re heye werin kontrolkirin û çekên wan werin standin.

Joe Wilson her wiha anî ziman:

“Di rastiyê de tiÅŸtê sereke nehîştina serdestiya ÃŽranê ye, çi bi rêya komên milîs be çi jî bi rêya tirsandina kesayetên siyasî be.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *