Amerîkayê hewl dide alîkariyên ji bo ÃŽraqê bi ÅŸertê ’têkoşîna li dijî milîsên alîgirên ÃŽranê’ ve girê bide.
Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson diyar kir ku kongre bi hukmên nû yên di pêşnûmeqanûna parastinê ya welêt de “amade ye piÅŸtgiriyê bide” Serokê Amerîkayê Donald Trump.
Ev hukm, alîkariya darayî ya Washingtonê ya ji bo ÃŽraqê, bi ÅŸertê ku Bexda gavên ji bo kêmkirina ÅŸiyanên “milîsên alîgirên ÃŽranê” biavêje ve girê didin.
Wilson di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de got:
“Kongre bi hukmên nû yên di Yasaya Desthilatdayîna Parastina Neteweyî (NDAA) de amade ye piÅŸtgiriyê bide Serok Trump.
Bi van hukman re, alîkariyên ku dê ji bo hêzên ewlehiyê yên ÃŽraqê bên kirin -di dîrokê de cara ewil- bi ÅŸertê ku ÃŽraq ji bo rawestandina piÅŸtgiriya xwe ya ji bo milîsên alîgirên ÃŽranê gavên berbiçav biavêje ve tê girêdan.”
Pêşnûmeya NDAAyê pêşbînî dike ku heta Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ji Kongreyê re piÅŸtrast neke ku hikûmeta Bexdayê “ji bo kêmkirina kapasîteya operasyonel a milîsên alîgirên ÃŽranê gavên bawerbar avêtine”, herî zêde ji sedî 75ê fonên ku ji bo hêzên ewlehiyê yên ÃŽraqê hatine veqetandin dikarin werin xercirin.
Li gorî pêşnûmeyê, divê ev gav têkbirina wan milîsên ku di nava hêzên ewlehiyê de nehatine entegrekirin bi rêya “pêvajoyeke bêçekkirin, terhîskirin û tevlîkirina civakê ya ku bi awayekî eÅŸkere tê piÅŸtrastkirin” li xwe bigire.
“Dem hatiye ku ÃŽraq ji ÃŽranê were rizgarkirin”
Wilson her wiha got, “Ez serkêşiya Serok Trump û Nûnerê Taybet ê ÃŽraqê Mark Savaya teqdîr dikim ku ragihandiye ew dixwaze ‘ÃŽraqê Ducare Mezin Bike’.
Savaya bi zelalî ji ÃŽraqê re diyar kir ku êdî tolerans ji bo asayîdîtina piÅŸtgiriya ji bo milîsên alîgirên ÃŽranê nayê nîşandan.”
Nûnerê Komarî Wilson tekez kir, “Dem hatiye ku ÃŽraq ji ÃŽranê were rizgarkirin.”
Trump: Îraq rûbirûyê zordariya Îranê dibe
Ev daxuyaniyên Wilson piÅŸtî wê yekê hatin ku Trump hefteya borî ji Rûdawê re gotibû ÃŽraq ji aliyê ÃŽranê ve “rûbirûyî zextan dibe.”
Serokê Amerîkayê gotibû, “ÃŽran di warê faktora tirsê de gelek gavan paÅŸ ve çû. Berê belakirên Rojhilata Navîn bûn lê êdî bi rastî ne belakirên Rojhilata Navîn in” û wiha pê de çûbû:
“Li gorî dema beriya ku me kapasîteya nukleerî ya ÃŽranê ji holê rakiribe, ÃŽraq li hemberî me di helwesteke gelekî cuda de ye.”
Li aliyê din Savaya dawiya meha Mijdarê ji Rûdawê re gotibû, “Dê li ÃŽraqê guherînên mezin çêbibin” û axivîbû, “Her kes dê ne gotinan, icraatan bibîne.”
Savayayê bi eslê xwe Keldanî û ÃŽraqî ku dawiya meha Çiriya Pêşîn wekî nûnerê taybet hat tayînkirin, wekî parêzvanê xurt ê ÃŽraqeke “ji milîsên bi piÅŸtgiriya biyanî paqijkirî” derdikeve pêş.
Savaya di daxuyaniya destbikarkirinê de gotibû ku rêveberiya Amerîkayê “bi zelalî diyar kiriye ku cihê komên çekdar ên li derveyî otorîteya dewletê tevdigerin nîne” û wiha pê de çûbû:
“Aramî û refaha ÃŽraqê girêdayî hêzên ewlehiyê yên yekbûyî ye ku di bin fermana hikûmeteke yekgirtî û Fermandarê GiÅŸtî yê Hêzên Çekdar de ne.”
PiÅŸtî êriÅŸa ducarî ya dronan a li ser qada gazê ya stratejîk a Kor Morê ya li rojhilatê Silêmaniyê ku dawiya meha Mijdarê pêk hat, Savaya “komên çekdar ên ku bi awayekî neyasayî tevdigerin û bi ajandayên biyanî yên dijminane tevdigerin” tohmetbar kiribû.
Savaya gotibû, “Bila ev yek bi zelalî were zanîn, di ÃŽraqeke xwedî serweriya tam de cihê komên çekdar ên bi vî rengî nîne.”
Gefa milîsan a li dijî Savaya
Serokê koma çekdar a Şîe ya bibandor a alîgirê ÃŽranê Tevgera Nucebayê Ekrem El-Keabî jî hefteya borî bi gotinan êrişî Savaya kiribû û ew bi “xiyaneta” li welatê bav û kalên xwe û destwerdana “bêbextane” ya li karûbarên navxweyî yên ÃŽraqê tohmetbar kiribû.
El-Keabî her wiha gefa bêdengkirina Savaya xwaribû.
Tevgera Nucebayê, li gel du komên din ên çekdar ên alîgirên Îranê Ketaîb Hizbulah û Ketaîb Seyîd El Şuheda, wekî yek ji stûnên sereke yên rêxistina sîwanî ya Berxwedana Îslamî ya li Îraqê (IRI) tê qebûlkirin.
Berxwedana Îslamî ya li Îraqê her wiha komên çekdar ên Esaîb Ehl El Heq û Ketaîb El Îmam Elî jî di nava xwe de dihewîne.
IRIya ku piştî derketina Şerê Xezeyê yê Çiriya Pêşîn a 2023yan derket holê, ji wê dîrokê ve gelek êrişên mûşekî û dronî yên li dijî Îsraîlê li xwe girtin.
Rêxistin, bi “Eniya Berxwedanê” ya bi serkêşiya ÃŽranê û komên çekdar ên ku berê bi êrişên li dijî hebûna Amerîkayê ya li herêmê re têkildar bûn re di nav têkiliyeke nêzîk de ye.
Wilson: Îran Îraqê kontrol dike
Wilson di daxuyaniya xwe ya îro de îdia kir ku ÃŽraq dikeve bin “kontrola tam” a Tehranê û angaÅŸt kir ku ÃŽran hêzên leÅŸkerî û ewlehiyê yên ÃŽraqê “bi rê ve dibe”, di nav de rêxistinên wekî Ketaîb Hizbulah, Esaîb Ehl El Heq û Ketaîb El ÃŽmam Elî ku wekî “Terorîstên Cîhanî yên bi Taybetî Hatine Diyarkirin” (SDGT) tên naskirin.
Endamê Kongreyê yê Komarî her wiha Rêxistina Bedrê ya bi serkêşiya Hadî Amîrî ku wekî hevpeymana herî kevn a ÃŽranê ya li ÃŽraqê tê qebûlkirin jî kir armanc û îdia kir ku vê rêxistinê polîsên ÃŽraqê “bi temamî bi dest xistiye”.
Balkêş e ku pêşnûmeya NDAAyê her cure alîkariya ji bo Rêxistina Bedrê bi temamî qedexe dike.
Pêşnûmeya NDAAyê her wiha bang dike ku desthilata Serokwezîrê Îraqê wekî fermandarê giştî yê hêzên çekdar were xurtkirin û hesab ji komên çekdar ên alîgirên Îranê û hemû hêzên ewlehiyê yên li derveyî zincîra fermandariyê ya fermî tevdigerin were xwestin.
Di pêşnûmeyê de her wiha tê diyarkirin ku divê kesên tevlî êrişên li dijî personelên Amerîka an Îraqê an jî kiryarên din ên neyasayî an têkder bûne werin lêpirsînkirin.
Li aliyê din guherîna hatiye kirin, desthilatê dide Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ku eger qenaet pê bîne ku di “berjewendiya ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê” de ye, sînordarkirinên fonan heta 180 rojan rake.


