Nezirê Cibo
Gelî endamên çapemenîyê yên Rêzdar;
Nûnertîya Weqfa Îsmail Bêşikî ya Dîyarbekir, ji sala 2014an û virde li gora nêrîn û ramanên Mamoste Beşikçi xebatên xwe yên di qada Kurdolojî de bi serkeftî di mêşîne. Heya îro bi sedan panel, semîner, konferans, qursên ziman pêk anî û îmza xwe avêt binê gelek projeyên hêja.
Ev demek bû ku me di xwest di qada şano û mûzîk a Kurdîde bi xebitin. Heya îro em di van qada de ne xebitî bûn û me wek kêmasîyek xwe didît. Ji vê boneyî me di rêvebirîya Sabahatin Xoce de “Koma Qlasîk ên Kurdî” damezrand.
Di rêveberiya Kemal Orgun de jî, me gruba Şanoyê ya ÎBVê damezrand. Ev her du kom di koordînatorî ya Oztekîn Çaçan de hatine damezrandin.
Koma me ya Muzîkê ev demek dirêj bû ku hezirî dikir. Îro hazirîyên xwe temam kir û wê 10 mihê de qonser a xwe ya yekemîn pêşkêş bike. Em bawerin ev konser wê bi dilê guhdarvan û dildarên mûzîka Kurdî be.
Gruba me şanoyê jî hezirîyên xwe temam kir û wê di 13 mihê, bi lîstîka “Çol û Av” derkeve sahnê.
Îcar, havalên me Sabahattin, Kemal û Oztekîn wê di derhaqa xebatên xwede agahîyên bi rêk pêk bidin cenabê we.
Li ez dixwazim vê bêjim û dora peyvê bidim havalan;
Gelî dildarên Muzîk û çanda Kurdî,
Î. Beşiçî heyata xwe li ser Kurda kir. Ji bo Kurd stranên xwe bê tirs û azad bêjin, nêzîkî 20 salî di hepsanda raza, îşkenceyên giran dît. Îro Weqfa wî jî li ser çand û hunera Kurdî di xebite. Pêwîste ku Kurd jî li van xebatan xweyî derkevin û me bi tenê nehêlin.
Emê di 10 mihê seat di 20.00 de, li salona Çand Amedê, di 13 mihêde heman seatê li salona Amed Şehîr tiyarosu li benda we bin.


