JI DESPOTAN YEKÎ DIN JÎ ÇÛ!

Nurî ALDUR

Balkêşe ku evan despotan ji der û dorên xwe dersan nagirin an jî fêrnabin; ku ewan wê nikaribin heta hetayê zilm û zordarîyê li gel û hemwelatîyên xwe bikin! An jî ewan belkî hemû tiştî baş dizanin û ji qûwet û qûdreta xwe bawerin ku hîç ti kes wê nikaribe pişta wan li ardêxe. Ha va ye niha ne tenê pişta Alî Xamenî li ardê xistin, ew paramparça kirin û binerd jî kirin. Gelek ji hemwelatîyên wî bi kûştina wî kêfxweş û dilşadbûn û wan ev mizgînî bi stran û govend jî pîroz kirin û eve bi xwe pêwîst bû rûyên despotan reşbikê û wan bi hetikênê; lê ew mîna gotina ku dibêt ”tifkirine rûyê beqê, lê beqê gotîye  baran têt”. Bê goman Amerîka û Îsraîl armanc û hedefên xwe hene, balam wan dizanî jî ku bi milyonan hemwelatîyên Xamenî wê dilşah bibin û ewê bikevina ber bayê azadî û merovatîyê; lewra bi milyonan fars, kurd û gelên din li Îranê û derveyî Îranê dibêjin SPAS AMERÎKA Û SPAS ÎSRAÎL û ewan ala yên van her dû welatan di mitîngên xwe de di hildin. Li vir gotineke sîyasetmedarekî tirk (Abdullah Gül) hate bîra min, ku bi mesela kurdî ve dihat girêdan: ”…eger em bi xwe meselê çareser nekin, ewê hinekî din ji derve bên û vê meselê hal bikin…”. Û eve tiştê ku îroj li Îran çêbûyîye û berî bi çend salan heman tişt li Iraqê çêbû û belkî li dereke din jî heman tişt sibe çêbibe.

Helbet evan despotan ne ku cahil û nezanin (her çiqas hinek ji kirîterên ilim û zanyarîyê wana naxê nav dereca ronakbîrîyê jî) lê îqtîdar/hukim/milk û mal/pere, wan dikê egoîst û menfaatperest û gel û hemwelatîyan piştgûh dikin û ewan her dixwin, dewlemendîyan didizin, direvênin derve yî welat û ji ne tiştekî dibine milyarder û qatilên bi hezaran kes û merovan. Hingî jî ewan dibine dijminên xweşî û hûzûra kesan, ji demokrasîyê nefret dikin û plûralîzma bawerî, partîyan û metodên cûde mîna terorîzmê dibînin û mûxalefetê jî weke maşikên Amerîka û Îsraîlê binav dikin.

Li welatên ku awayekî demokrasîyê lê hebê, her serê çar-pênc salan hilbijartin çêdibin û partî û cepheyên ku di dengdanan de biserdikevin koalîsyonan/hûkûmetan avadikin û dikevina xizmeta gel û welatên xwe. Ê pekî li Rojhelata Navîn (mîsalen, ewan dewletên ku Kurdistan dagirkirine; Iraq, Îran, Sûrî, Tirkîye) rewş çawa ye? Li van welatan kesin/ şexsin bi serên xwe/grûba xwe bi bîst salan, sih salan, çil salan hemî dezgeh, enstîtû û dewletê dixine bin destên xwe û wê mîna fabrîka xwe/xezîna xwe; bo xwe û malbata xwe bi awakî çetetî/mafyatî û bi barbarî dixwin, divexwin, dikûjin û talan dikin.

Lê vaye Sûrî, Îran, Iraq îspat in ku evan despotan ya bi şerîtan tên xeniqandin, yan bi sîlah û drönaran tên kûştin û evan canawaran nikarin bi xwe dev ji hukim berdin, nikarin bê şer û kûştin hukim dewrî hinekî din bikin.

Ezê vê nivîsa xwe bi gotinên pêşîyên me tewaw bikim:

”Geya di bin kevirande namênê” an jî ” wê her rojeke bindestan jî çêbibe”.  Û vaye li Rojava roj dihilê, li Rojhelat wê roj hilê, li Başûr ev demeke ku roj ji zûde hilaye û bûyîya mala milyonan kurdan, kurdên ji hemî Kurdistan û derveyî Kurdistan.

Başûr bûyîye cih û warên kurdên bê xwedî û bê mal. 2026.03.01

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *