JI bo Kongreya 2 yan ya PWK EWROPAYÊ!

JI bo Kongreya 2 yan ya PWK EWROPAYÊ!

Dîwana bi rêz, beşdarên Kongreya PWK Ewropa!

Hêvalên hêja, hûn hemû bi xêr hatine Kongreya dudyan ya PWK-Ewropayê.

Ez li ser navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê Komîteya Ewropayê tevî silavên xwe yên ji dil û daxwazên pêşketin û serketinê ve bixêrhatina we hemûyan dikim.

Ez gelekî kêfxweşim û bextewar im ku îro em di sêyemîn sala avakirina PWK yê de Kongreya xwe ya Rêxistina Ewropa pêktînin. Li gora plana xwe divîya bû me, li nîvê welatekî Ewropayê vê Kongreya xwe pêkbanîyana. Mixabin ji ber pêvajoyên xebat û hêvîyên yekîtîyên siyasî, pêvajoya xebata me ya rûtînî ya Rêxistina PWK Ewropayê ji dawîya sala 2025 an virde li gora salnameya rêxistina me nemeşîya. Ji ber ku hêvîyên bi yekîtîyên sîyasî ve pêwendîdar, rêxistina me ya li Ewropa  jî li gora wê pêvajoyê bihata honandin. Ev bû egerekî ku Kongreya PWK Rêxistina Ewropa di dem û prosedora xwe ya xwezayî de çê nebe.

Lê ji ber ku Kongreya PWK yê ya xwezayî wê di dawîya meha Tebaxê de bicive, tengasîya demê û rewşa demsalê, evçend keysa me dest da ku; em bivî haweyî bicivin.. Ez vê yekê wek kêmasîyekî xwe jî dibînim û lêborîna xwe ji hemî hevalan dixwazim.

Birêzan

Em dibînin ku di van salên dawî de him li welatê me û him li herêmê gelek alozî, şer, pevçûn û guherînên girîng çêbûn. Herweha vê rewşê bi haweyek xwurttir didome. Ev ji alîyekî ve dikare rê û derfetên baş jî ji neteweya me re bîne, lê ji ber berjewendîyên dewletan dikare êş û elemên me zêdetir jî bike, astengîyan li pêşîya me girantir bike. Ji ber vê jî pêwistîya neteweyî ya me bêtir bi xwurtkirin û avakirina yekrêzî û yekrengîya ya me li ser daxwazên me yên neteweyî û rewa heye. Rê û çareyekî din tune gereke em him rêxistinîya xwe xwurt û geştir bikin, herweha jî,  ji bona yekîtî û lihevkirinên neteweyî çalaktir û xwurttir tevbigerin.

Di ser vê rewşê de tevger û planên ku dewleta Tirkîyê tevî Evdela bi navê Tirkîyeya bêteror yan pêvajoya Yekîtî û biratîya neteweyî li ser neteweya me xistine rojevê, erk û barên me kurdan girantir kirî ye. Ji alîyekî ve bi dawîhatina şerê çekdarî ku li ser erdê ji xwe bidawî bûye nefesekî ji gelê me re vedike.  Herçend vê pêvajoyê sergêjîyek zêde di nav gelê me de çêkiribe, metirsîyên zordarîyên li dijê xwestekên millî zêdetir jî bin, rêyên çalakî û xebatên xwestekên neteweyî jî, fersendn têkoşînê jî firetir dike.

Birêzan,

Ev nêzîkê sê salan e ku partîya me PWK hatîye ava kirin (12/13-09-2023) . Ez bi kêfxweşî û serbilindî dikarim bêjim ku li Kurdistan a Bakur avakirina PWK yê, lênêrîn, hest û helwestên PWK yê, bû ye rêbaza sîyasetek nû, bûye hêvîya lihevkirin û yekîtî û yekrêzîya neteweyî.  Em dizanin ku li welatê me xebatên yekîtîyan, bi hevre karkirinan tim bi pirsgirêk û bêhêvîtî ve bûye cîyê êş û bêbawerîyê.

Lê avabûnîya PWK yê, hest û helwestên PWK yê, bi hest û helwestên kadroyên Partîya me, bûye hêvîyek, bûye rêbazek, yekîtêyê, bûye hêvîya yekîtî û yekrêzîya nav mala kurd. Ev serbilindayîya hemû endam û kadroyên PWK yê ye. Ez bibawerim ku di demên pêş me de emê berhemên vê ked û xebata xwe bêtir bibînin.

Me di vê demê de li diyasporayê, li Ewropayê gelek karên baş kirin. Li ser bingehek baş me karibû rêxistina xwe bihonin. Divê serketinê de ez spasdarê hemû hevalên xwe me bi dilsozî, bê dûdilî Rêxistina PWK Ewropa bihevre ava kirin. Bê dûdilî li gora hêz û derfetên xwe, di tevayîyên xebatên hevbeş yê neteweyî de li Ewropa cî girtin, beşdarê hemû çalakîyên neteweyî bûn. Û em domdarên van kar û xebatane.

Tiştekî xwezayî ye ku her mirov, her rêxistin, her dezge ji sedî sed weka hev nikare tevbigere, wekhev helwest bigire, wekhev çalak be. Taqet û rewşa her kes û alîyekê ji hev cuda ye. Ya herî girîng hestên meriv e. Her kes, her alî gereke ji xwe bipirse , gelo min li gora derfet û taqeta xwe erkên ser milên xwe pêkhanî ya na? Ev girîng e!

Birêzan ,

Ji xwe em di rapora xebatên xwe ya vê demajoyê karên rêxistinîya xwe tînin ziman. Lê ez ji alîyê xwe ve dikarim bêjim ku; me bi serbilindî yekîtîya xwe honand. Ji xwe min gava vî karî girt ser milên xwe armanc û hêvîya min ew bû ku ezê di vî warî de karibim bi erênî xwedî bandor bim. Ez di vî alî de xwe serketî û serbilind dizanim.

Lê di kar û xebatên din de kêmasîyên min jî û yên rêxistina me jî gelekin.  Ji alîyê xwe ve li gora derfetên xwe  min xwest him di ware têkilîyên nav Partîyê de yên navbera welatan û navbera rêxistina Ewropa û welat de kordinasyonek baş bikim. Ez bawer dikim ku di vî warî de kêmasîyên mezin çênebûn, yekdengî û yekrêzîya me di astek baş de birêve çû. Lê ji alîyekî ve jî barên ku li ser milên min bûn ji taqeta min mezintir bûn, ji ber wê jî di xebata min de bû egerê gelek kêmasîyên min jî. Mînak: karên arşîvakurd, karên komeleyê, bi rêvebirin û ji hevqetandina deng û vîdeoyên civînên zoomê yên PWK KBN, MP, KRE, ME, civînên welatan, Komîteya Weşanê, heta demekî yê ciwanan, yên navbera partîyan hwd. Herweha çûna welat û têkilîyên li welat. Bêguman karên malbatî û civakî jî wekî yên hemî hevalan…

Belkî di gelek waran de em karibûn bêtir serketî bûna. Bêguman xebatên siyasî, rêxistinî, bi pêvajoya siyaseta giştî, rewş û psîkolojîya neteweyî û navneteweyî ve, bi rewşa pergala welatê me ve jî girêdayî ye. Lê me karibû ji rewşa xwe ya niha gelek baştir kar û xebatên xwe pêştatir bibirana.

Ez hêvîdarim û bibawerim ku di demên pêşme de wê derfetên xebatê jî xweştir bin û emê di karên xwe de karibin serketîtir tevbigerin. Ji ber ku hem jiber hêvîyên geşbûntirîya xebatên neteweyî li welatê me û rewşê guhertinên herêmê û navneteweyî jî vê hêvîyê dide me. Emê bihevre xwurtir palpiştê hevalên xwe yên rêvebirên nû bin, kar û xebatên xwe oêştatir bibin.

Ez bibawerim ku Partîya  me di warê rêxistinkirin, parastina ziman û çanda kurdî li diyaspora, ji bona xwedî lêderketin û çareserkirinên kêşeyên civaka kurd li Ewropa, di warê avakirina yekrêzîya rêxistinên kurdistanî û civakî li Ewropa û herweha xwurtkirina dostanî û piştgêrîya doza Kurd û Kurdistanê de bibe sengerekî girîng û berhemdar. Herweha emê ji bona xwurtkirina doza neteweyî bêtir palpiştên xebata partîya xwe li nava welat bin.

Ji bo beşdarîya we, ez careka din ji dil û can we pêroz dikim û dubare silav û rêzên xwe pêşkêşî we camêr û canikan dikim. Hûn hem di xebata xwe ya siyasî û rêxistinî de, hem jî di jiyana civaka, çandî û malbatî de, her şad û bextewer bin!

Em di her şert û mercî de li pêş binêrin, destê hev bernedin, yekrêzîya xwe xwurttir bikin!

Em bi hev re xurtir in û em dê bi hev re bi ser kevin!

Bijî xebat û têkoşîna PWK ya ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk!

Bijî miletê Kurd û bijî Kurdistan!

Merd Baran Boskan

06-06-2026

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *