Xwediyê Pîne Cafeyê Ramazan Şîmşek, 2 sal berê, di roja 15ê Gulanê, ji bo li zimanê kurdî xwedî derkeve, biryar dabû ku li kafeya xwe bes bi zimanê kurdî xizmetê bide.
Ji ber vê biryara Ramazan ŞîmÅŸek, polîsên Emnîyeta Dîyarbekirê wî desteser kirin. Mehkemeyê bi ÅŸerde 6 mehan hevsa malê, di derbarê Ramazan ŞîmÅŸek de bi tohmeta ‘endamtîya rêxistinê’ doz vekir.
Di vî du salê derbasbûyî de di her rûniştina dadgehê de, Ramazan Şîmşek hemû parastinên xwe bi kurdî kir.
Dadgeha 5an a Cezayê Giran a Amedê roja 02.07.2026ê, ne bi tohmeta ‘’endamtîya rêxistinê’’, bi tohmeta ‘sempatîzanbûna rêxistinê’ salek û sê meh cezayê girtîgehê da Ramazan ŞîmÅŸek.
Parêzerên Ramazan Şîmşek dê li dadgeha bilinde de îtîrazî vê biryarê bikin.
Ev cezaya ku li Ramazan Şîmşek hatîye birîn, tu eleqeya wê bi ‘’endamtî yan jî sempazantîya rêxistinê’’ tuneye. Ev biryara nişane û encama hîşmendîya bêtehamulî û dijayetîya zimanê kurdî ye.
Em di wê bawerîyê de ne ku Baroyên li Bakurê Kurdistanê bi awayekî xurt û amadekar dê li dijî vê biryarê parastina Ramazan Şîmşek û parastina zimanê kurdî bikin.
Em vê biryara dadgehê şermezar dikin. Em vê hişmendîya asîmîlasyonê, dijayetî û bêtehamulîya li dijî zimanê kurdî şermezar dikin.
03.07.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


