Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku ew piştgiriyê didin hewldanên dîplomatîk ên Amerîkayê yên bi Îranê re.

Katz da zanîn, ji bo ku gefên Komara Îslamî yên li ser mayîna Îsraîlê ji holê rabin dibe ku di demeke nêzîk de pêwîst bike ew dîsa tevbigerin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ev gotin di merasîma bilindkirina pileya Fermandarê nû yê Hêzên Asmanî yên Îsraîlê Omer Tischler de kirin.

“ÃŽranê derbên gelekî giran xwarin”

Katz got, “ÃŽranê sala borî derbên gelekî giran xwarin û ji ber van derban di hemû qadan de bi salan bi paÅŸ ket.”

Katz destnîşan kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi hevahengî kar dikin û pê de çû:

“Serokê Amerîkayê Trump û Serokwezîr Benjamin Netanyahu ji bo bicihanîna armancên operasyonê pêşengiyê dikin.

Ew dixwazin garantî bikin ku ÃŽran êdî ti carî ndbe gef li ser ÃŽsraîl, Amerîka û cîhana azad.”

Katz her wiha got, “Em piÅŸtgiriyê didin van xebatan lê ji bo ku armancên me pêk bên, dibe ku di demeke nêzîk de pêwîst bike em dîsa tevbigerin.”

Fermandarê nû yê Hêzên Asmanî yên Îsraîlê Omer Tischler dê 5ê Gulanê dest bi erkê xwe bike û dê cihê Tomer Bar bigire. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *