Îran û Iraq ji bo ewlehiya sînor û bazirganiya sînor peymana bi 21 xalan pêkdihat îmza kirin. Di peymanê de heye ku temamê deriyên nefermî bên girtin û berhemên ku Iraq qedexe kiriye nekevin nav axa Iraqê.
Di peymanê de ewlehî, bazirganî, avahiyên bingehîn û xalên burokratîk hene. Di peymanê de, dê ewlehiya sînor jî zêdetir bikin. Her dû dewlet wê di seha teknolojiyê û îstîxbaratê de hevkariyê bikin da rê li ber karê qaçax û maddeyên hişbir bigrin.
Îran soz da ku berhemên çandiniyê dê berê navên wan bide Iraqê û bê wê dê îxracatê neke. Bê îzna Iraqê û Îranê wê ti derî nên vekirin. Ev xal ji bo di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de, bi erêkirina her dû terefan (Kurdistan û Îran) derî nên vekirin xistine nav peymanê.
Ji bo lezandina pêvajoyên bazirganiyê wê sîstemên elektronîk li deriyan bên danîn. Îran qebûl kiriye ku malên ji Îranê herin Iraqê, wê agahiyên wan, jimara plakayên erebeyan, giraniya baran di manîfestoyan de aşkera bike. Her dû teref wê belegeyên elektronîk yên her dû terefan qebûl bikin.
Temamê deriyên ne fermî dê bên girtin da aboriya Iraqê zerar nebîne û karê qaçax nêkirin. (PK)


