Iraq, gaza ku ji Îranê dihat qut kir

Iraqê ragihand ku gaza xwezayî ya ji Îranê diçû Iraqê daye sekinandin. Ji ber Iraqê gaza Îranê qut kir, sîstema elektrîka Iraqê di navbera 4 hezar heya 4500 megavatê kêm kiriye.

Ragihandina agahiyê ji aliyê wezareta elektrîka Iraqê de hat kirin. Ajansa fermî ya Iraqê INA binkeya nûçeya xwe bir ser wezareta elektrîkê ya Iraqê û got wezareta elektrîkê gazê bi temamî daye rawestandin.

Wezaretê ragihand ku bi wezareta petrolê re bi koordinasyon li alternatîvan geriyane da santralan bixebitînin, santralan xwedî kirine û hilberîna elektrîkê xistine bin kontrolê.

Li Iraqê hilberîna elektrîkê ya ku tekirin, 1/3a wê bi gaza ku ji Îranê tê kirin tê kirin. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *