Serokê Nivîsgeha Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê Seed Meen ragihand ku sala bê erkê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) bi dawî tê û dema wê nayê dirêjkirin,
Seed Meen her wiha got, “Ji bilî parastina ewlehiya navxweyî, hêzên me karîne sînorên xwe jî li gel welatên cîran bi başî biparêzin.”
Serokê Nivîsgeha Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê Lîwa Seed Meen li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Seed Meen got, “RewÅŸa ewlehiyê li ÃŽraqê bi berawirdkirina li gel sala 2014an gelek guheriye.
Niha hêzên me yên ewlehiyê ÅŸiyana wan gelek baÅŸtir û xurttir e, ji bo parastina ewlehiya welat em dikarin piÅŸta xwe bi hêzên xwe ve girêbidin.”
Di beÅŸeke din a axaftina xwe de Seid Mein got, “Bi dilniyayî erkê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li ÃŽraqê, qonaxa yekem a îsal û qonaxa duyem jî di sala 2026an de bi dawî tê û, dema wê nayê dirêjkirin.”
Nêzîkî 2 hezar 500 leşkerên Amerîkayê di çarçoveya hevpeymaniya şerê li dijî DAIŞê de li Îraq û herêma Kurdistanê ne.
Roja 5ê Kanûna Paşîn a 2020î ango du rojan piştî kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis bi mûşekên Amerîkayê li nêzîkî Balafirgeha Bexdayê, Parlamentoya Îraqê, bêyî amadekirina Kurd û Suniyan, ji 329 parlamenteran tenê bi dengê 168 parlamenteran biryara derxistina hêzên biyanî ji Îraqê da.
Rêkeftina bidawîanîna erkê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Îraqê ji du qonaxan pêk tê.
Yek ji wan îsal 2024an dest pê dike û heta sala 2025an berdewam dibe, qonaxa duyem jî sala 2026an bidawî tê.
“136 leÅŸkerên Sûriyeyê li ÃŽraqê mane”
Li 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an, desthilata Beşar Esed rûxiya, heman roj komeke ji leşkerên Artêşa Sûriyeyê ji sînoran derbasî nav axa Îraqê bû.
Îraq 618 kîlometreyan sînor bi Sûriyeyê re heye.
Lîwa Seed Meen li ser vê mijarê amaje bi wê yekê kir, “Ew leÅŸker hejmara wan 2 hezar û 136 leÅŸker bû, ku hezar û 900 leÅŸker bi dilxwaziya xwe vegeriyan Sûriyeyê û 136 ji wan mane û hîn biryara vegerê nedaye.”
Derbarê rewşa sînoran de jî, Serokê Nivîsgeha Ragihandina Ewlehiyê Meen got:
“Ji bilî parastina ewlehiya navxweyî, hêzên me karîne sînorên xwe jî li gel welatên cîran bi başî biparêzin û ti metirsî li ser ÃŽraqê nîne,
me kariye qaçaxçîtî li sînorên xwe yên bi Sûriyeyê re bi tevahî ji holê rakin.” (Rûdaw)


