Îranê 3 Kurd îdam kirin

Hat ragihandin ku desthilata Îranê li girtîgehên Kirmaşan ûMehabadê 3 girtiyên Kurd îdam kirine.

Li gorî çavkaniyên nûçeyan ên Rojhilatê Kurdistanê, îro berê sibehê girtiyênKirmaşanî Saman Îbrahîmî û Elî Şehbazî li Girtîgeha Dîzabadê ya Kirmaşanê hatineîdamkirin.

Her wiha girtiyê bi navê Ebdulqadir Resûlî jî li Girtîgeha Mehabadê hatiye îdamkirin.

Rê neda malbatên wan

Hat diyarkirin ku berî îdamkirinê, birêvebiriya girtîgehê rê neda ku her sê girtî caradawî malbatên xwe bibînin.

Amarên îdamê yên li Îranê

Li gorî rapora salane ya li ser rewşa mafên mirovan a li Îranê, tenê di nava 12 mehêndawî de herî kêm 2 hezar û 488 kes hatine bidarvekirin.

Di nav kesên ku hatine îdamkirin de 63 jin û 2 zarok jî hene.

Cezayê îdamê yê 13 kesan jî li ber çavên xelkê hat bicihanîn.

Her wiha di nava 12 mehên dawî de ji bo 130 girtiyên din jî biryara îdamê hatiyedayîn.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *