Siyasetmedara navdar a Rojavayê Kurdistanê û hevseroka Daîreya Peywendiyên Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li ser metirsiya qirkirinê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê hişyarî da û got ku Nexweşxaneya Xalid Fecir bi zanebûn tê hedefgirtin.
Îlham Ehmed got ku niha nexweşxane bi sedan sivîlên birîndar û endamên hêzên ewlehiya navxweyî dihewîne. Herwaha tekez kir ku ev êrîş ji bo jiyana birîndaran gefek cidî ne.
Îlham Ehmed bang li ajansên Neteweyên Yekbûyî kir ku tavilê destwerdanê bikin da ku birîndaran derxînin û pêşî li her komkujiyek ku dibe ku li dijî wan were kirin bigirin.
Herwiha Ehmed, hikûmeta Sûriyeyê bi tevahî berpirsiyarê rewşê û parastina jiyana birîndar û karmendên bijîşkî yên li herêmê bi nav kir. (BN)


