Şandeyeke payebilind a Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser ku ji Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve Îlham Ehmed û Fermandara YPJyê Rohilat Efrîn pêk tê, li Berlîna paytexta Almanyayê rêzehevdîtinên dîplomatîk pêk anîn.
Îlham Ehmed di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re ragihand ku wan ji rayedarên Alman xwestiye piştgiriya peymana di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de bikin û tekezî li ser garantîkirina mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de kir.
Şandeya Rêveberiya Xweser li Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) bi Alîkarê Serokê Parlamentoyê û parlamenterên frakisyonên cuda re civiya.
Di civînan de rewşa dawî ya Sûriyeyê, peymana vê dawiyê û paşeroja herêmên Kurdan hatin gotûbêjkirin.
“Pêwîstî bi mekanîzmayeke çavdêriyê heye”
Îlham Ehmed derbarê daxwazên wan ên ji hikûmeta Almanyayê û welatên Ewropayê de hûrgilî dan û diyar kir ku xala herî girîng bicihanîna peymana agirbestê ye.
Îlham Ehmedê got, “Ya yekem, mijara agirbesta ku di 29ê mehê de hat îmzekirin e.
Ya duyem jî şopandina vê peymanê di warê pratîkî de ye. Bêyî şopandin nabe.
Me daxwaz kir ku komîsyonek were avakirin da ku ev peyman bi awayekî rast û pîvanî li ser erdê were bicihanîn.” (Rûdaw)


