Cezayên îdamê yên Yeqûb Kerîmpûr, ku bawermendê ayînê Yarsan e, û Nasir Bekrzade, girtiyê siyasî, di saetên serê sibê yên îro 2ê Gulanê de li girtîgeha navendî ya Urmiyê hatin cîbicîkirin.
Desthilatdarîya cînayetkar ya bi navê dadweriya Komara Îslamî, berê ev her du girtî bi “hevkariya bi Îsraîlê re” tometbar kiribûn û cezayê îdamê ji bo wan dabû.
Van îdamkirinan derbarê binpêkirina mafên mirovan, nebûna pîvanên dadgehkirina dadmend û berdewamiya bikaranîna cezayê îdamê, hovîtiya rejîma îranê gihandiye astek metirsîda û nîgeraniyên cidî çêdike.
Civaka navneteweyî û mirovahî divê li hember vê mijarê bêdeng nemîne û bi helwestên kirdeyî pêşiya evê hovîtiyê bigrin.
#Mafên Mirovan #Îdamê li Îranê Rawestînin


