Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser êrîşa Dêr Hafirê red kir û got, bi awayekî eşkere ji berpirsiyartiyê direve û rastiyan berevajî dike. Herwiha HSDê bang li Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kir, berpirsiyariya komkujiyê li xwe bigre, komên xwe yên beredayî kontrol bike û tevîi rêveçûna aştiyane bibe, ku jiyana Sûriyeyiyan û ewlehiya wan di ser hesabên siyasî û leşkerî re digire.
Hate diyarkirin, “Ev çîroka derewîn tevliheviya “Wezareta Parastinê” ya hewldana nixumandina sûc û binpêkirinên komên xwe yên dubare nîşan dide, ew ne tenê propagandayeke ragihandinî ye, lê heqareta li jiyana Sûriyeyan û mafên qurbaniyan û necezakirina sûcdaran e. Înkarkirina vê sûcê siyaseta ku “Wezareta Parastinê” pêk tîne û jiyana Sûriyeyan bê qîmet dibîne, nîşan dide.”
Di berdewana daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Çekdarên hikumeta Şamê şevê din (20 Îlon) bi guleyên topavêjê gundê Um Tîna topbaran kir, di encamê de, di nav de zarokên yeksalî û 4 salî derbas nekirine û jinên temenmezin hene, 7 sivîl şehîd bûn û 4 sivîl jî birîndar bûn. Me nav û temenên wan li pêş çavên hemûyan weşandin. Wezareta Parastinê hewl dide di nava xelekek vala de tevbigire û du caran beşdarî sûcê dibe; carekê avêtina topan û cara din jî rev û înkarkirina sûcê.

