Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên çekdar ên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li gundewarê Reqayê êrişî hêzên wan kiriye.
Di daxuyaniya HSDyê de hat gotin ku êrîş hatiye têkbirin û di encamê de 3 şervanên wan bi sivikî birîndar bûne.
Êrîş bi dron û çekên giran hat kirin
Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên wan îro li derdora gundê Xanim El Elî yê li gundewarê rojhilatê Reqayê rastî êrîşeke hêzên hikûmeta Şamê hatine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku komên çekdar di vê êrişê de dron û çekên giran bi kar anîne.
HSDê ev êriÅŸ weke nîşana “rewÅŸa tevlihev û êriÅŸkariya komên hikûmeta Åžamê” bi nav kir û da zanîn ku “ev êrîş li dijî ewlehiya sivîlan û aramiya herêmê pêk tên.”
“Em dê li hember van êriÅŸan bêdeng nemînin”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên HSDê bersiva êrişê da û wan ew êriş têk biriye.
HSDyê got, “Hêzên me bi berpirsyarî, ev êrişa bêserûber têk bir.
Di encama êrişê de 3 ÅŸervanên me bi sivikî birîndar bûn, her wiha di nava komên êriÅŸkar de jî hin kes birîndar bûn.”
HSDyê diyar kir ku wan bi awayekî berpirsiyar bersiva êrişê daye da ku pevçûn berfirehtir nebe lê tekez kir ku ew dê “li hemberî van êriÅŸan bêdeng nemînin û ji bo parastina herêmên xwe çi pêwîst be bikin.”
HSDyê di dawiya daxuyaniyê de bangî aliyên ku van koman bi rê ve dibin kir ku kiryarên wan ên “bêserûber” rawestînin, ji ber ku bûne xeterî li ser ewlehî û aramiya herêmê. (Rûdaw)


