Endamê Desteya Birêvebir a Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) û Wezîrê Karên Derve yê berê yê Îraqê Hoşyar Zêbarî li ser encamênhevdîtinên xwe yên bi berpirsên payebilind ên îdareya Donald Trump a li Koşka Spî,Encumena Ewlehiya Niştimanî, Wezaretên Karên Derve û Xezîneyê, Kongre ûnavendên lêkolînê yên Amerîkayê agahî dan Rûdawê.
Zêbarî di vê hevpeyvînê de behsa ast û qonaxa pêwendiyên di navbera Amerîka ûHerêma Kurdistanê de kir.
Her wiha wî rewşa siyasî ya navxwe ya Îraqê, mijara pêkanîna kabîneya nû yahikûmeta Îraqê ya di bin serokatiya Alî Zeydî de û astengiyên li pêşiya peymanaPDK û YNKyê ya ji bo pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî derbasbûna 18mehan li ser hilbijartinan nirxandin.
Rûdaw: Silav ji we re û demên we xweş bin. Rojhilata Navîn û herêm direwşeke hestyar de derbas dibe, rewşeke aloz e û gelek pirs hene ku pêdiviyawan bi bersivan heye. Bê guman ev rewş dê bandorê li Îraq, BaşûrêKurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê jî bike. Ez DiyarKurde me li studyoya Rûdawê ya li Washingtonê. Ez dixwazim ji bo wergirtinabeşek ji bersivên wan pirsan, mêvaniya birêz Hoşyar Zêbarî, Endamê DesteyaBirêvebir a Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Wezîrê KarênDerve yê berê yê Îraqê bikim. Hûn gelekî bi xêr hatin Kek Hoşyar.
Hoşyar Zêbarî: Ez gelekî kêfxweş im ku we li Washingtonê dibînim Kek Diyar.
Rûdaw: Gelekî spas Kek Hoşyar. Ez dixwazim bi vê yekê dest pê bikim, hûn evdemeke li Washingtonê ne û gelek hevdîtin û civînan bi berpirsên niha û yênberê û navendên lêkolînê re pêk anîn. Li gorî têgihiştina we, pêwendiyên dinavbera Amerîka û Başûrê Kurdistanê, yan bi taybetî Hikûmeta HerêmaKurdistanê de çawa ne û di kîjan qonaxê de ne?
Hoşyar Zêbarî: Gelekî spas. Belê rast e, nêzîkî du hefteyan e em li Washingtonêne. Me gelek hevdîtin bi berpirsên vê îdareya Serok Trump re kirin. Me berpirsênWezareta Karên Derve dîtin, li Koşka Spî, Encumena Ewlehiya Niştimanî, WezaretaXezîneyê, di Kongreyê de û me nêzîkî heft-heşt navendên lêkolînê yên girîng dîtin, jixeynî dostên xwe yên kevn û nû yên li Amerîkayê.
Hemû armanc ew bû ku em rewşa Kurdistanê rasterast ji bo wan eşkere bikin, ne birêya ragihandin û peyamên din. Heta niha, bi rastî tiştê ku me hest pê kiriye, evîdare pêbendiyên xwe yên li hemberî Herêma Kurdistanê û pêwendiyên xwe yên biHerêma Kurdistanê re diyar dike.
Pêşniyara wan ew e ku Herêma Kurdistanê herêmeke bi hêz be, di çarçoveyaÎraqeke bi hêz de. Bihêzbûna Herêma Kurdistanê wekî berjewendiyeke xwedestnîşan dikin. Bê guman herêm, wekî ku cenabê te qal kir, di rewşeke neasayî dedijî, ji ber vê şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Komara Îslamî ya Îranê, ku heta niha jî nediyar e dê li kû bisekine. Li gorî dîtina me, îro yan sibe dê derkeve holê ka dê şerducare bibe yan dê aştiyeke demkî hebe.
Rûdaw: Ez dê bêm ser şerê Îran û Amerîkayê lê vê carê bila li ser BaşûrêKurdistanê bimînim. Amerîka dostê Kurdan e lê dilgiraniyên wan jî zêde ne, bitaybetî di van demên dawî de. Amerîka demeke dirêj li benda wê yekê ma kuHerêma Kurdistanê hêzên Pêşmergeyan yek bixe, li benda wê ma kuparlamento çalak bibe, li benda wê ma ku hikûmeteke çalak û yekgirtî hebe.Ma di civînan de ti dilgiraniyek gihiştine we? Ew dilgiranî çi ne?
Hoşyar Zêbarî: Belê, wekî dost bi dilniyayî dilgiraniyê derdibirin û rexneyan jîdigirin. Dibe ku em jî bi heman şêweyî bin. Dilgiran in bi rastî ji ber neavakirinahikûmeta Herêma Kurdistanê, anku piştî 18 mehan li ser hilbijartinan. Bi awayekîxwezayî ji bo wan ne girîng e ka kî gunehbar e, kî nahêle, bi wî şêweyî difikirin.
Her çend me rastî ji bo wan eşkere kirin, ku wekî PDK me hemû hewlên xwe dane,çi ji destê me hatibe, me nermî nîşan daye da ku hikûmeta Herêma Kurdistanê werepêkanîn û saziyên Herêma Kurdistanê meşrûbûna xwe wergirin û çalak bibin lê emheta niha bi ser neketine. Ev rastiya mijarê ye, lê em bêhêvî jî nînin. Niha jî PDK ûYNK di hikûmeteke karbirêker de di hinek warên hevbeş de bi hev re dixebitin lê menekariye bi temamî bikin.
Li ser hêzên Pêşmergeyan û reformên hêzên Pêşmergeyan, rast e hinek bipêşketinhebûne, lê negihiştiye wê astê ku bibe yek artêş. Me li vir di Kongreyê dekampanyayeke mezin jî kir, da ku ew mafên darayî yên ku berê Amerîkayê didaPêşmergeyan û vê carê bi awayekî giştî qal nekiribûn, bi rastî me karekî zêde kir kucareke din ew alîkarî ji bo hêzên Pêşmergeyan bimeşe.
Rûdaw: Li ser Pêşmergeyan belgeyeke lihevtêgihiştinê di navbera HikûmetaHerêma Kurdistanê û Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) de heye.Meha 9an dema wê belgeyê bi dawî dibe. Li gorî amaran, heta niha Amerîkarazî nebûye ku nû bike. Ev nerazîbûn wekî guvaşekê ye ku dixwazin HerêmaKurdistanê Pêşmergeyan yek bixe? Hûn çawa ji wê yekê fêm dikin kuAmerîkayê alîkariyên Pêşmergeyan di projebudceya sala bê de diyar nekirinelê ya Îraqê diyar kirine?
Hoşyar Zêbarî: Me şopandineke zêde kir û pêwendiyeke zêde jî li ser wê pirsgirêkêkir. Em bi hêvî ne em karibin careke din wan mafên Pêşmergeyan di wê budceyê dedestnîşan bikin. Beşa din a pirsa te ya li ser belgeyê rast e, dema wê heye. Tiştê kume ji berpirsên Amerîkayî bihîstiye, ew rêz û hurmeteke zêde ji bo hêzênPêşmergeyan wekî hevpeymanekî digirin, ku di qadê de xwe îsbat kirine ûhevpeymanekî bêhempa ne.
Tewra yek-du rojan berê di Kongreyê de, Alîkarê Wezîrê Şer ê Amerîkayê gotinênbaş li ser Pêşmergeyan kirin. Ev jî lobiyên me bûn bi rastî, beşek bû ji karê tîma meya li vir a li Washingtonê, ku ev pirs ji wan kirin. Hêvî heye, em dizanin herêm hemûber bi rewşeke nezelal ve diçe, bi hev ve girêdayî ye.
Ji bîr meke, hebûna hêzên Amerîkayê jî, ku biryar e di dawiya meha 9an deoperasyona “Inherent Resolve” ku ji bo têkbirina DAIŞê hatibû avakirin, bi dawîbibe. Ev jî xaleke sereke bû di dan û standinên me de ku hebûn û domandina wan divê demê de gelekî girîng e çimkî ti cih nemaye hêzên Amerîkayê tê de bêhna xwevedin ji xeynî Kurdistanê. Daxwaza Îranê jî ew e ku hêz û baregehên Amerîkayê liherêmê, li Rojavayê Asyayê hemû nemînin. Ev jî yek ji wan xalan e ku ez bawer dikimem li ser sekinîne û me li ser kar kiriye.
Rûdaw: Kek Hoşyar, li ser Amerîka û herêmê, pêwendiya Amerîka û hikûmetanû ya Îraqê. Donald Trump destpêkê gelekî nerazî bû li ser wê yekê ka kî dêbibe namzed lê paşê got ev kes min destnîşan kiriye û kesekî bi hêz e û biryare vexwîne Koşka Spî. Ma Amerîka wilo ji hikûmeta Îraqê razî ye ku DonaldTrump bi vî şêweyî behsa Serokwezîrê nû yê Îraqê dike?
Hoşyar Zêbarî: Serokwezîrê nû yê Îraqê Elî Zeydî, hat cem me li Kurdistanê, hatcem cenabê Serok Barzanî û dan û standineke vekirî, erênî û dostane pê re hat kirin.Her tiştê baş got. Daxwaz kir ku cenabê Serok di navbera Bexda û Hewlêrê de bibehakem. Pirsgirêkên Herêma Kurdistanê meaş in, maf û mafên wê yên darayî hene,ew wan bi siyasetê re têkel nake. Pirsgirêkên fênî û teknîk çareser dike. Hez dikepêwendî asayî bibin.
Rûdaw: Cenabê te ji nêzîk ve Elî Zeydî nas dike?
Hoşyar Zêbarî: Ez di wê civînê de bûm, carekê min dîtiye lê ji nêzîk ve na. Ewbazirgan e, ji derveyî pergala siyasî hatiye.
Rûdaw: Ma ev ji bo Kurdan baş e, kesekî nesiyasî?
Hoşyar Zêbarî: Li vir jî tecrubeya Serok Trump li ber destê we heye, hemantecrube ye.
Rûdaw: Lê Serok Trump desthilata wî heye.
Hoşyar Zêbarî: Ez dizanim.
Rûdaw: Ma Elî Zeydî xwedî wê desthilatê ye?
Hoşyar Zêbarî: Mebesta min wekî diyarde ye, ew jî bazirgan e, ew jî ji derveyîpergala siyasî ya asayî hatiye. Di wî warî de, nexwe em desthilata wî dizanin.
Rûdaw: Tu jê bi hêvî yî?
Hoşyar Zêbarî: De bihêle ez ji bo te temam bikim, lezê meke. Tiştên baş dibêje,Kek Diyar, arasteya wî baş e, niyeta wî ya baş heye lê me xelkên din jî dîtine ku sozdane û niyetên wan baş bûne, lê pêbend nebûne pê ve. Niyeta me ya baş li hemberîwî heye û me piştgirî jî kiriye. Herêma Kurdistanê, cenabê Serokwezîr li Bexdayê yeher ji bo domandina van pêwendiyan. Li vir Amerîka piştgirî dike. Wekî ku SerokTrump got, “Em piştgirî dikin. “Doh pêr pê re peyivî ye û vexwendiye vir lê Amerîka liser çend pirsgirêkan li Îraqê dilgiran e, bi taybetî pirsgirêka milîsên çekdar, ewên kugirêdayî Heşdî Şebiyê ne yan serbixwe ne.
Ev bûne gef ne tenê ji bo Amerîkayê, ji bo hemû herêmê, li dijî welatên Kendavê, lidijî Urdinê, bi mûşek û dronan. Tewra ew kesê ku li Tirkiyeyê hat girtin, wekî zengilahişyariyê bû ji bo Amerîkayê, ku xelkek hene mijûlî karên terorîstî ne li ser xaka wan.Ji wan tiştan gelekî dilgiran in. Ez di wê baweriyê de me ku ew piştgiriya Amerîkayêya ji bo hikûmeta Îraqê, dikare gelekî jî alîkar be, bi taybetî di warê aborî û darayî de,lê dê ne vekirî be.
Rûdaw: Anku bi şert û sînordar e?
Hoşyar Zêbarî: Bi hesab dibe lê derfetê didinê. Bi dilniyayî me jî di van hevdîtinande hemû rewşa Îraqê û hikûmeta nû ji bo dostên Amerîkayî û berpirsan eşkerekiriye. Me gotiye em jî piştgiriyê didin da ku serkeftî bibe û valahiya destûrî li Îraqêçênebe. Rewşa Îraqê lawaz e û helwesta wê nîne. Bi rastî kes wî hesabê mezin ji bowê nake.
Rûdaw: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Bexdayê hinek hevdîtin pêk anîn.Berî demekê jî Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê bû. PDK li Bexdayê nîne,çima PDK li Bexdayê nîne? Sedema vê çi ye?
Hoşyar Zêbarî: Di dema borî de, bi rastî serkirdayetiya PDKyê û Serok Barzanî ûMekteba Siyasî hest pê kir ku rûdanên îsal ên li Bexdayê nîşanên erênî nebûn ji boPDKyê. Ji ber wê, sererastkirineke navxweyî hat kirin û em gihîştin hinek encaman.Belê, divê hebûna PDKyê li Bexdayê zêdetir be.
Rûdaw: Anku tu dibêjî li Bexdayê amade nebûn?
Hoşyar Zêbarî: Belê, belê.. Ev raya xelkê me bû, ewên ku li Bexdayê kar kirine, çiniha û çi berê, ew kêmasî destnîşan kirin. Li vir jî tewra li Amerîkayê jî..
Rûdaw: Li Washingtonê jî nînin?
Hoşyar Zêbarî: Na na tu gelekî lezê dikî… Li vir jî ew gileyî ji me dikirin, ku hebûname li Bexdayê di wê astê de nîne, bi wê hêzê nîne. Ev tiştekî pêdivî ye û dê wereçareserkirin. Wekî ku te jî qal kir, berî demekê Kek Nêçîrvan li wir bû, îro cenabê KekMesrûr çûye, hinek dan û standinan bi Elî Zeydî û berpirsên nû yên Îraqê re bike.Piştî cejnê jî biryar e kabîneya xwe temam bike û dest bi kar bibe.
Rûdaw: Bi wezîrê PDKyê ve jî?
Hoşyar Zêbarî: Înşalah… Belê.
Rûdaw: Nexwe çima wezîrê PDKyê nehat hilbijartin? Yan hûn gilih ji kê dikin?
Hoşyar Zêbarî: Hevpeymaniyek li dijî PDKyê hebû, ne tenê li dijî PDKyê, li dijî Malikîû li dijî Musenna Samerayî hebû. Biryar bû hemû kabîneya Elî Zeydî her 19 wezîrderbas bibin lê bi rastî wê hevpeymaniyê li hemberî nûnerên aliyên din namerdî kir.
Rûdaw: Gelekî baş e. Pirsgirêka Hewlêr û Bexdayê, berê pirsgirêka Madeya140î û komek mijarên gelekî mezintir bû lê niha hatiye ser meaş. Kengî ev bidawî dibe? Siyaseta zelal a Herêma Kurdistanê çi ye?
Hoşyar Zêbarî: Na, pirsgirêkên Herêma Kurdistanê wekî xwe mane. Me diçarçoveya wê sererastkirinê de hemû pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Bexdayêyeko yeko destnîşan kirine û me pêşkêş kirine. Hemû pirsgirêkên Pêşmergeyan,Madeya 140î, yasaya petrol û gazê, yasaya hilbijartinan, Dadgeha Federal,sererastkirina dadwerî, hemû pirsgirêk hatine destnîşankirin lê rastiya mijarê,sedema sereke ku Kurd rewşa wan wekî berê nemaye û ne bi hêz in, dubendî ûnatebayiya Kurdan e. Eger em karibin wê çareser bikin, ez di wê baweriyê de me kupirsgirêkên din jî hemû dê werin çareserkirin.
Rûdaw: Madem em behsa wan pirsgirêkan dikin, bila em vegerin Kurdistanê.Ma bi YNKyê re, derfetek tê de maye? Çima Kurd bi hev re dan û standinênakin?
Hoşyar Zêbarî: Salek û pênc-şeş mehan me dan û standin kirine. Çawa me dan ûstandin nekiriye?
Rûdaw: Nexwe niha çima bi hev re napeyivin û rûnanin?
Hoşyar Zêbarî: Ez nizanim, piştî wan rûdanên li Bexdayê qewimîn lê me salek ûçend mehan dan û standinên me bi biraderên YNKyê re hebûn da ku em bigihinçareseriyekê ji bo pirsgirêkan. Di van demên dawî de dibe ku rûniştin û tiştên wisaneqewimîbin lê pêwendî hebûye.
Rûdaw: Destpêşxeriyeke Yekgirtûyê heye, bi Serokê YNKyê re civiyan, paşêhatin bi Alîkarê Serokê PDKyê re civiyan, hûn vê destpêşxeriya Yekgirtûyêçawa dibînin, Yekgirtû dixwaze çi bike?
Hoşyar Zêbarî: Her destpêşxeriyek (înîsiyatîv) hebe baş e, ji her aliyî be, bi ya mebaş bû. Piştî hilbijartina Herêma Kurdistanê, encama hilbijartinê derket û hatpesendkirin, me di wê demê de jî hewl da bi hemû hêzan re, bi rastî me ti hêzekpiştguh nexist, bi Yekgirtû re, bi Newey Niwê (Nifşê Nû) re, bi her kesê ku kursiyekwî hebe yan çend kursiyên wî hebin, bêyî cudahî me serdana hemû aliyan kir da kuwerin em hikûmeta xwe ava bikin û saziyên xwe çalak bikin û dest pê bikin. Wêdemê nehatin, bi rastî wan dikaribû di navbera PDK û YNKyê de roleke yekkerbilîzin, bi heq re bin, bi piraniyê re bin, bi her du aliyan re bin.
Rûdaw: Biheqrebûn tenê tê wê wateyê ku tu bi piraniyê re bî?
Hoşyar Zêbarî: Na, aliyekî din jî hebe lê demokrasî çima demokrasî ye? Hilbijartinçima hilbijartin e? Yek dibe û yekî din dibe ku bibe lê ne bi pileya yekem.
Rûdaw: Bi YNKyê re derfet maye?
Hoşyar Zêbarî: Maye û her tim dimîne lê bi rastî tiştek nemaye em bi YNKyê re didema vê sal û çend mehên dan û standinan de qal nekin, lê her dimîne bê guman.
Rûdaw: Nexwe çima hevpeymaniya YNK û Newey Niwê qebûl nakin?
Hoşyar Zêbarî: Ew azad in, hevpeymanî ava bibe pirsgirêk nîne.
Rûdaw: Ew dibêjin yek hevpeymaniya me heye ji bo pêkanîna hikûmetê, yan jîdivê bi cuda miameleyê bi me re bikin.
Hoşyar Zêbarî: Me berê her yek li gorî qebareya xwe. Hevpeymanî ava dibe bêguman lê encama hilbijartinê hakemê sereke ye.
Rûdaw: PDK bi niyet e parlamentoyê çalak bike? Bi kê re dike?
Hoşyar Zêbarî: Bijarde hene. Wekî mînak, tu wekî PDK, eger YNK neyê, amadenebe, yan daxwazên zêde bike, yan nexwaze lîstikê bike, bi zaravayê siyasî ne yêwerzişî, wê demê bi awayekî xwezayî hizir li alternatîvên din tê kirin. Hizir li wê têkirin ku rêz li encama hilbijartinê were girtin û hikûmeteke piranî were ava kirin, yanem herin hilbijartineke pêşwext. Hizir li hinek bijardeyan tê kirin, nabe çarenivîsê vêxelkê û vê herêmê û derbirîna îradeya vî xelkî bi pûçî biçe.
Rûdaw: Eger hilbijartin were kirin, tiştek di encamê de diguhere?
Hoşyar Zêbarî: Em nizanin. Dibe ku hinek guherîn di hevsengiya hêzan de werinkirin. Dibe ku xelkê nû were xwe bike namzed.
Rûdaw: Nexwe çima PDK amade nîne Wezareta Karên Navxwe bide YNKyê?Pirsgirêk bawerî ye?
Hoşyar Zêbarî: Mijar ne Wezareta Karên Navxwe ye bi rastî. Me YNK wekî hevparhejmar kir.
Rûdaw: Lê ew dibêjin em ne hevpar in.
Hoşyar Zêbarî: Ez di van dan û standinan de bûm, ez ji cenabê te agahdartir im.
Rûdaw: Baweriya wan bi ya we heye?
Hoşyar Zêbarî: Me hemû hincetên wan birîn. Wezareta Karên Navxwe li hemberîWezareta Pêşmergeyan.
Rûdaw: Çima we pevguhertin nekir?
Hoşyar Zêbarî: Ji bo ku em YNKyê razî bikin, me got Birêvebirê Giştî yê AsayîşaHerêma Kurdistanê ji bo we be.
Rûdaw: Çima razî nebûn?
Hoşyar Zêbarî: Qebûl nekirin.
Rûdaw: Tu pê bawer î ku hincetan digirin?
Hoşyar Zêbarî: Bi wê cidiyetê nehatin pêş. Mirov her tim gumana baş bi hevparêxwe dibe lê me dikaribû bi hev re hikûmetê ava bikin û bi hêztir bin, çi li Bexdayê û çili Washingtonê.
Rûdaw: Niha jî derfet heye?
Hoşyar Zêbarî: Niha jî derfet heye.
Rûdaw: Em nêzîkî dawiya hevdîtinê dibin. Ez dixwazim wê pirsê bikim. WekîPDK û wekî YNK, hûn ji wê yekê fêm dikin ku yeknebûna we çi qas zererên wêhene?
Hoşyar Zêbarî: Belê erê weleh.. Li vir heman peyam dane me. Kek Bafil û Qubad jîli Washingtonê ne û heman peyam dane wan.
Rûdaw: Naxwe çima guh nadin dostên xwe?
Hoşyar Zêbarî: Em guh didin, em rêzê lê digirin, lê biryarderê sereke em bi xwe ne,serkirdayetiya me bi xwe ye.
Rûdaw: Gelo ew hevdîtina we ya li vir û hevdîtina Kek Bafil û Kek Qubad a li vira li Washingtonê, tiştekî ava dike ku dema vedigerin, bi hev re rûnin ûhikûmetekê ava bikin?
Hoşyar Zêbarî: Bê guman peyamên wan ji bo serkirdayetiya her du aliyan hene,dostane ne; em hez dikin hevpeyman û dostên me bi hêz û yekgirtî bin da ku em jîkaribin zêdetir alîkariya we bikin.
Rûdaw: Gelekî spas.
Hoşyar Zêbarî: Ser çavan Kek Diyar.


