Hikûmeta Kurdistanê divê baş bizane ku îro dereng e û lê sibê derengtir dibe…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Du roj berê (16.12.2020) ber, bi sibê, dema ku PKK/PYD bi 50-60 çekdaran xwestin derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibin, aşkere bû ku ji bona êriş bînin ser pêşmergeyan, hatine. Pêşmergeyên Kurdistanê, li Sihêlê îzin neda wan ku ew meqera pêşmergeyan bi zorê bigrin destê xwe. Loma şer derket, gorî daxuyanîya berpirsiyarê pêşmergeyan Serbest Lezgîn; çekdarên PKK/PYDan şikest xwarin. Nikarîbûn derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibin.

PKK/PYDê di heman dem de, li Rojavayê Kurdistanê, êriş dibe ser ofîsên ENKSê. Dema ku xebata yekîtî dom dike, van êrîşêan pêk tîne.

Ev hewildanên PKK/PYD jî diyar dikin ku PKK dest operasyona mezin ya têkbirin û rûxandina Herêma Federe ya Kurdistanê kiriye.

Loma jî divê ev xeterîya bi lezûbez bê fahm kirin. Lewra îro dereng e, lê sibê derengtir dibe. Kerasat jî mezintir dibe.

                                           *****

Di dîroka mirovatîyê de, di serê hemû gel û neteweyan re bûyer û kerasatên xirab derbas bûne. Lê kerasatên hatine serê neteweya me (kurd), hatîye serê kêm neteweyan, an jî nehatîye serê tu neteweyan..

Kerasata mezin di sala 1639an de hat serê neteweya kurd. Neteweya kurd û Kurdistan di navbeyna du împeratorîyan de (Împeratoriya Osmanî û Farisî) bû du beş. Kurdistan ket bin bandora du Împeratoriyan. Kurdistan bû welatekî kolonî.

Kerasata mezintir: dema ku Kurdistan encama Peymana Lozanê bû çar parçe, hat serê neteweya kurd. Ev kerasata çi ye? Ji alîyê hemû kurdan de baş  tê zanîn. Di derbarê vê kerasatê de bi mîlyonan maqale û bi hezaran pirtûk hatine nivîsandin.

Kerasata mezintirîn: piştî salên 1975an bi avabûna PKKê hat serê neteweya kurd. Hîn jî ev keraseta dom dike.

Ev mezintirîn kerasat, di destpêkê de, di sala 1970yî de li Bakurê Kurdistanê bi destê Dewleta Tirk ya Kolonyalîst çêbû. PKK, wek rêxistineke operasytonal, li dijî neteweya Kurd û tevgera neteweyî ya Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê ava bû.

Sînorê vê kerasatê firehtir bû. Ev kerasata, ji sînorê Bakurê Kurdistanê derket; di sala 1979-an de ber bi Rojavayê Kurdistanê çû. PKKê, piştî wan salan, bû rêxistina operasyonal ya Dewleta Sûriyeyê û Rejîma Baasê. Li wir jî heman wezîfe pêk anî. Li hemberî rêxistinên Kurdistanê û tevgera neteweyî ya kurd, mîsyona xwe ya tasfiyeyê pêk anî.

Ev kerasate mezintirîn, berîya 30 salî, di salên 90î de sînora xwe firehtir kir. Li her du beşên din yên Kurdistanê (li Başûrê Kurdistanê û li Rojhelata Kurdistanê) konê xwe danî. Li ser navê Dewleta Iraqê û Rejîma Baasê, li ser navê Dewleta Îslamî ya Îranê, li dijî neteweya Kurd û Tevgera neteweyî ya Kurd û rêxistinên Kurdistanê wezîfeya xwe ya operasyonel pêk anî.

Di vê qonaxê de jî, li Başûrê Kurdistanê ev kerasata mezintirîn dom dike. Hîç şik tune ye ku ev xeterîya li Herêma Federe ya Kurdistanê rojane û stratejîk e.

Bi ev êrîşa dawî derket holê ku Hikûmeta Kurdistanê nikare wek berê tevbigere û li hemberî PKKê siyaseta xwe ya heta îro meşandîye, bimeşîne. Divê Hikûmeta Kurdistanê, bi lezûbez siyaseta xwe di derbarê dagîrkerî û terorîzma PKKê de biguherîne.

Bi salan e ku kurdperwer û dilsozê Kurdistanê ji xeterîya PKKê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê qal dikin, di vê mijarê de bala Hikûmet, serokatî, partîyên Kurdistanê daîmî dikişînin. Hezar mixabin desthilatdarên Herêma Federe ya Kurdistanê, heta nûha ev mijara çareser nekirin. Xeterî û tehlûke biçûk bû, mezin bû. Dîsa çare nehat dîtin; xeterî û tehlûke mezintir bû. Di vê qonaxê de jî xeterî û tehlûke mezintirîn bûne.

Loma jî me 400 kurdên rewşenbîr, hiqûqzane, nivîskar, siyasetvan, rojnamevan, hunermend,, karmend: Di derbarê vê mijarê de deklerasyonek amade kir. Xeterî û tehlûke û armanca PKKê ji raya giştî ya Kurdistanê re, ji hemû dezgehên Herêma Federe ya Kurdistanê raste rast dîyar kir.

400 kurdan diyar kir ku PKKê dixwaze ku Herêma Federe ya Kurdistanê têk bibe û ji holê rake. Bi taybetî jî êrîşa ji Rojavayê Kurdistanê li hemberî pêşmergeyan û Herêma Federe ya Kurdistanê, ev armanca PKKê, hîn baştir aşkere kir.

Loma jî Hikûmeta Kurdistanê û hemû dezgeh û berpirsiyarên Kurdistanê li hemberî ev armanca PKKê ya xeter û dijminayî, siyaseteke aşkere, ji bona ku PKKê ji Kurdistanê derxin li hev bikin.

Ji bona vê yekê:

1-Divê Meclîsa Kurdistanê, bi Meclîsa Federal ya Iraqê ve di vê mijarê de li hevdu bike. Di derbarê PKKê de, biryara PKKê ya terorîstî, biyanîbûna wê, dagîrkerîya wê, ne yasayîbûna wê derxin. Ji Iraqê û ji Kurdistanê derxistina PKKê bikin biryar.

2-Divê Hikûmeta Kurdistanê, bi Hikûmeta Federal ya Iraqê ve ku ew jî ji desthilatdarî û serwerîya him tevayî Iraqê û him jî, ji bona Kurtdistanê berpirsiyar in, li hev bikin. bi hev re tevbigerin ku xeterîya PKKê.  gor qanûnan û pîvanên dewletbûnê ji holê rakin.

3-Hikûmeta Kurdistanê, divê hemû partîyên Kurdistanê û hemû dezgehên Kurdistanê, li hemberî PKKê mobîlîze bikin. Hikûmet, ji wan re wek serokê orkestrayê tevbigere.

4-Hikûmeta Kurdistanê, li hemberî xeterîya PKKê, divê hêzên xwe yên asayîşî û leşkerî û pêşmergetî ji nû ve reorganîze bike. Lewra em baş dizanin ku PKKê xweser nîne, li pişt wê dewletên kolonyalîst û emperyalîst yên xurt hene.

5-Serokatîya Kurdistanê, divê bi taybetî bi Emerîka û Dewletên YE re qise bike. Lewra tê zanîn ku Emerîka û YE, PKKê wek rêxistinek terorîst pejirandine. Lê Emerîka dibêje ku PKK û PYDê ji hevûdu cûda ne. Lê ev bûyera dawî, derxist holê ku PYDê, PKKê ye. PKK/PYDê, nêrîna Emerîka jî li hemberî dinyayê û Dewleta Tirk derewîn derxist. Divê ku Emerîka û Dewletên Ewrûpayê, li hemberî xeterî û tehlûkeya PKKê, li Herêma Federe ya Kurdistanê helwest nîşan bide. Ji Hikûmeta Kurdistanê re bibe alîkar. Lewra Herêma Federe ya Kurdistanê, bi wan re, di nav tîfaqê de ye.

Di van rojên dawî de, Emerîka û gelek dewletên Ewrûpayê jî xebatên PKKê yên terorîstî, li Herêma Federe ya Kurdistanê rûreş û protesto dikin. Îngîltere, gelek aşkere got ku “PKKê terorîst e, divê ji Herêma Federe ya Kurdistanê derkeve!”

Diyarbekîr, 18. 12. 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *