Hêzên Asayîşê: Hikûmeta Demkî li Helebê agirbest bin pê kir

Hêzên Asayîşa Hundirîn a Helebê ragihand ku hêzên ser bi “Hikûmeta Demkî” ve li derdora Çerxerêya Cendûlê agirbest bin pê kiriye û li Goristana Ermeniyan a li taxa Şêx Meqsûdê xaleke nû ya leÅŸkerî daniye.

Di daxuyaniya Hêzên Asayîşa Hundirîn a Helebê de hat gotin:

“Di binpêkirineke nû û bi zanebûn de, hêzên me îro piÅŸtî nîvro binpêkirineke nû ya agirbestê li derdora Çerxerêya Cendûlê, ji aliyê hêzên ser bi ‘Hikûmeta Demkî’ ve tesbît kir.

Ev kiryar gefeke eÅŸkere ya li ser aramî û ewlehiya herêmê ye û hewldaneke provokatîv e ku armanca wê kiÅŸandina herêmê ber bi aloziyeke nû ya leÅŸkerî ye ku gefê li jiyana sivîlan dike.”

Hêzên Asayîşê her wiha da zanîn ku wan hêzan di nav Goristana Ermeniyan a li nêzîkî taxa Şêx Meqsûdê de xaleke nû ya leşkerî ava kiriye.

Ev gav wekî “gaveke provokatîv ku pîroziya cihên giÅŸtî û pîroz bin pê dike û dibe sedema aloziyeke metirsîdar ku hewlên aramkirinê asteng dike” hat binavkirin.

Hêzên Asayîşa Hundirîn a Helebê, Hikûmeta Demkî ji van binpêkirinên ducare berpirsyar dît û teqezî li ser pêbendbûna xwe ya ji bo parastina sivîlan û parastina ewlehî û aramiyê kir.

Di daxuyaniyê de bangî aliyên garantor hat kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û sînorekî ji van binpêkirinên berdewam re deynin.

Çi rû dabû?

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di bin dorpêça çekdaran de ne.

Gelê her du taxan êvara duşemê (06.10.2025) ji bo şikandina dorpêça li ser taxên xwe derketibû kolanan.

Pişt re çekdarên di kontrola Şamê de êrişî taxên Kurdan kir û demjimêr 22:20ê şevê şer dest pê kir.

Sibeha sêşemê jî agirbest hat ragihandin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *