Hevpeymaniya Çiya û Qesrê: Di Ronahiya Belgeyên Dîrokî de Welatê Xaltan û Mîrgeha Heskîfê

Kemal TOLAN
Dîroka kurdan a serdemên navîn, xwedî pergaleke wisa kûr e ku tenê bi guhertinên dînî yan jî bi sînorên siyasî yên fermî nayê fêmkirin. Di dilê vê dîrokê de, tîfaqên leşkerî û civakî yên di navbera mîrên li qesran û Kurdên Çiyayî (Dasinî/Êzdî) de, bingeha herî zindî ya parastina xak û rûmeta Kurdistanê pêk dihanî.
Yek ji mînakên herî rûmetdar û pîroz a vê bîra dîrokî, nîşeya ku ji aliyê zanyar û kopîkar Hüseyin b. Ali b. İzzeddîn el-Xaltî ve di sala 1592-1593an de (di belgeya Ensâbu’l-Ekrâd de) hatiye parastin e. El-Xaltî, wekî ku ji paÅŸnavê wî jî diyar e, dengê Welatê Xaltan (Erzen-Xerzan) û herêma Serhedê bû. Wî di nîşeyên xwe de xêz dikir ku eşîrên kurdan (di nav de ÅŸaxên mîna Xaltî û Qewalîsî) stûnên bingehîn ên tîfaqên mezin ên wekî pergala Rojkiyan bûn. Ev koka eşîrî, wekî ku di dema daxwaza Mîr Mihemedê Sasûnî ya ji Siltan Selîm de bi peyva “mîratmayî” hatibû ziman, mafekî hiquqî û dîrokî yê herêmî nîşan dida.
Ev parastina rûmetê û xwedîderketina li xaka “mîratmayî”, xwe dispart tîfaqên leÅŸkerî yên pir kevnar. Gava em çavkaniyên dîrokî yên wekî Åžerefnâme ya Åžerefxanê Bedlîsî, El-Kâmil fî’t-Tarih a Ibn el-Esîr û qeydên osmanî dikolin, em dibînin ku Mîrgeha Hesankêfê (Melîkên Eyûbî) bêyî van Kurdên Çiyayî yên êzdî nedikarîbûn li ser piyan bimînin. Her çend mîrên li Keleha Heskîfê misilmân bin jî, ji bo parastina herêmê ji êrîşên mezin ên wekî MoÄŸolan, neçar bûn ku peymanên leÅŸkerî yên pîroz bi serokên kurdên çiyayî re çêkin.
Şervanên çiyayî tu carî serê xwe li ber bac û qanûnên împaratoriyên navendî nedaçimandin û bi şûrê xwe sînorên azadiyê xêz dikirin.
Bi kurtasî, dîroka Welatê Xaltan û têkiliya Kurdên Çiyayî bi mîrgehên wekî Heskîf, Sasûn û Botanê re, îspat dike ku tîfaqên li ser vê xakê ne li ser bingehê dîn, lê li ser bingehê parastina welat, rûmeta herêmî û pismamtiya kurdewarî hatibûn avakirin. Ev mîrasa pîroz, îro jî wekî nasnameyeke zindî ronahiyê dide dîroka me.
Kemal Tolan, nivîskar û lêkolînerê Êzdî
Çavkaniyên dîrokî yên bingehîn:
• Şerefnâme (Şerefxanê Bedlîsî, 1597): Çavkaniya herî mezin e. Şerefxan bi taybetî di beşa Mîrên Hesankêfê (Eyûbî), Mîrên Sasûnê û Mîrên Bedlîsê (Rojkî) de behsa van tîfaqan dike. Ew bi eşkere dinivîse ku mîrên herêmê ji bo parastina desthilatdariya xwe, her tim pişta xwe sipartine şervanî û wêrekiya Kurdên Çiyayî yên Dasinî (Êzdî).
• El-Kâmil fî’t-Tarih (Ibn el-Esîr, Sedsala 13an): Ev dîroknasê navdar ê serdemê, dema ku behsa êrîşên leÅŸkerên derve (wekî rûdanên sedsala 12 û 13an) li ser herêma Mûsil, Cizîr û Heskîfê dike, bi berfirehî behsa hêza leÅŸkerî ya Kurdên Dasinî (Çiyayiyên Êzdî) dike ku çawa bi mîrên herêmî re peyman çêkirine û ÅŸer kirine.
• Tarîha Îbn el-Ezrak (Sedsala 12an): Di dîroka Meyafarkîn (Farqîn) û herêma Amîdê de, li ser têkiliyên kurdên çiyayî yên Torê û parastina kela Hesankêfê agahiyên pir girîng dide.
• Belgeyên Tehrîrê yên ÃŽmparatoriya Osmanî (Mufassal Defterleri – Sedsala 16an): Di qeydên bacê û leÅŸkerî yên Lîwaya Heskîfê û Sancaxa Xerzan/Sasûnê de, navên serokên eşîrên çiyayî û ÅŸertên wan ên leÅŸkerî (yên ku li hemberî parastina

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *