Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan raportan red dike ewên dibêjin ew beşek e ji plana çekdarkirina partîyên opozîsyona Kurd li Îranê ye.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî li ser platforma Xê roja PêncÅŸemê got: “ÃŽdîayên ku em beÅŸek ji plana çekdarkirin û ÅŸandina partîyên opozîsyona Kurd bo ÃŽranê ne bi tevahî bêbingeh in. Em vê yekê bi tundî red dikin û piÅŸtrast dikin ku ew bi zanebûn û armanc e ku zirarê bide.”
Hewramî tekez kir ku ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî partîyên siyasî di hikûmetê de “beÅŸek ji kempeynên berfirehkirina ÅŸer û alozîyên li herêmê ne.”
Wî got: “Em aÅŸtî û aramîyê li herêmê dixwazin.”
Bi dehan mûşek û dron di rojên dawî de ji alîyê Îran û komên çekdar yên ser bi Îranê v Herêma Kurdistanê kirine armanc, tevî ku piranîya wan mûşekan ji alîyê sîstema berevanîya Amerîkayê ve hatine xistin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li hikûmeta federal li Bexdayê û civaka navnetewî dike ku “destwerdanê bikin ji bo rawestandina van êrîşan û parastina xaka me, gelê me û herêma me.”
Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt roja Çarşemê raportên ku dibêjin Amerîka hêzên Kurd çekdar dike da ku beşdarî şer bibin, red kir.
Wê got ku Serok Trump bi telefonê ligel karbidestên welatên ku bûne armanca êrîşên Îranê axivîye û di vê çarçoveyê de jî bi berpirsên Herêma Kurdistanê re axivîye ji ber ku bingeha Amerîkayî li Hewlêrê heye. (VOA-K)


