Hêmin Hewramî: Ti hincet ji bo çalaknekirina Parlamentoya Kurdistanê nemane

Endamê Polîtburoya PDKê Hêmin Hewramî bi awayekî cuda bi Konsulê Giştî yê Japonê û Şêwirmenda Siyasî ya Hêzên Almanyayê re civiya. Di her du civînan de mijara herî germ, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û karakirinê Parlamentoyê bû.

Li gorî agahiyên ku Hewramî li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kirine, wî bi Konsulê Giştî yê Japonê Hitoshi Ishizuka û şandeya pê re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtineke din de jî, Hewramî pêşwazî li Louise, Şêwirmenda Siyasî ya Hêzên Almanyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Hêmin Hewramî bal kişand ser wê yekê ku tevî di ser hilbijartinên parlamentoyê re 20 meh derbas bûne, PDKê bi rêya civînên dualî û piralî, peyam, daxuyaniyan û avakirina komîteyan, hewl daye ku lihevkirinek pêk bê, da ku parlamento erkên xwe yên destûrî û qanûnî bicîh bîne.

Hewramî destnîşan kir, niha ti hincetên siyasî, qanûnî û neteweyî ji bo neçalakiya parlamentoyê nemane û got: “Hemû aliyên siyasî yên ku nûnerên wan di parlamentoyê de hene, li pêşberî berpirsiyariyeke dîrokî ne ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê.”

Hewramî her wiha amadehiya PDKê ji bo rûniÅŸtinên parlamentoyê nîşan da û peyamek arasteyî aliyên din kir: “Heger aliyekî din li gorî her lihevkirinekê xwe wekî xwediyê piranî yan jî wekî hevbeşê kursiyên PDKê dibîne, bila were nava parlamentoyeke çalak û em li wir guftûgoyên xwe berdewam bikin.”

Di dawiyê de, Hewramî hiÅŸyarî da ku her cure xwedûrxistin ji vê pêvajoyê, tê wateya piÅŸtgukirina dengê dengderan û “rehîngirtina” Parlamentoya Kurdistanê. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *