Heleb | Du zarokên Kurd bi teqîna mayînê can dan

Hate ragihandin ku di encama teqîna mayînekê de li gundê Ehrezê yê gundewaê Helebê zarokekî 11 salî jiyana xwe ji dest da. Beriya wê jî zarokekî din ê 8salî li heman herêmê ji ber teqîna mayînekî can da.

Li gorî çavkaniyên herêmê, Zarokê Kurd ê bi navê Ehmed Siûd Derwîş ê 11 salî, di encama teqîna mayînekê de birîndar bûbû û îro ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku dema zarokê li gund dilîst, mayîneke bermayiya şer teqiya û bi giranî birîndar bû.

Herwiha li wê deverê roja 5 Gulanê jî mayînek teqiyabû û di encamê de zarokê kurd ê bi nave Ridwan Birîmo yê 8 salî jiyana xwe ji dest dabû.

Gundê Ehrezê yek ji gundên Kurdan e li gundewarê Helebê ye û di vê dema dawiyê de ketiye kontrola hêzên Ewlekariya giştî Şamê. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *