HELBESTVANÊ KURD YÊ NAVDAR
–PÎREMÊRD–
(1867- 15 ê Pûşperê “Xezîran” 1950)
Di gûftigoya helîna helbestvanên Kurd de, hêlînahelbestan „Behdînan“ an jî „Navçeya Soran“ e? Ew pirsahelbestvaniyê bi xwe re pirsek helbestvaniyê dîn anîholê! Gelo ma hêlina helbesta cîhanê kîder e?! Pirsekwûsa ji min were pirsîn, bê guman ez dikarim bêjim ku:„Hêlîna helbesta cîhanê bê guman Kurdistan e!..“ Ji berku bi hezaran Kurdên helbest nivîsandin û yên rojane îrohelbestan dinivisînin hene!.. Helbest û helbestvan bi jiyan û bi azadiyê ve bi hevûdure hatine girêdayin!..
Lê belê di vê gotarê de ez dixwazim di nav hezarhelbestanî Kurd zêdetir de helbestvanekî Kurdistanêgewre bi xwendevanan bidim nasandin. Ew helbestvan li navçeya Soran ji dayka xwe bûye. Navê wî yêhelbestvanî „Pîremêrd“ e! Ew Kurdekî welatparêz, serbilind û êvîndarê azadiyê ye!..Ya wî mêrxwasîmezintir dike, cara yekem ew di nav welatparêzên demaxwe de li Stenbolê, ew jî di nav wan pêşengên Kurdande bû! Wî û bi hevalên xwe yên wê demê cara yekemînbi rêxistinî û bi çapemeniya Kurdî ya netewî organîzekirin! Ew helbestvan, rojnamevan û rexnegirê Kurdanyên mezin ji wana yek bû. Navê wî yê rasteqîn „TewfîqMehmûd“ e!..
Tewfîq Mehmud, kurê Mehmûd Axayê kurê Hemze Axa ye. Ew di salên xwe yên têgîhiştî de ji bo pêkanîna ferzaXwedê çûye hecê. Ji ber vê yekê navê wî bûye “Hacî Tewfîq“! Ev nav di jiyana wî de wûsa cihê xwe girtiye ku,bûye navê wî yê hêmanî û her kes bi wî nasnavî ewhelbestvanê mêxwas dinasin! Heya bi xwe jî, xwe bi vînasnavî dide nasandin!..
Di giraniya berefokên (antolojiyên) wejeya Kurdî de, dîroka wêjeya Kurdî û pirtûkên dîn de jî bi vî nasnavî ewhatiye nivîsîn û nasandin. Destpêkê de wî perwerdehiyaolî (dînî) li navçeya Soran li bajarê Silêmaniyê girtiye!..Wê demê di ew salande erda İraqê û Kurdistanê bi Dewleta Osmaniyan ve hatî bû girêdayîn!.. Ew ji boxwendina xwe ya bilind diçe bajarê Stenbolê û li Fakulteya Dadê (Huquq) dixîne û wê kuta (xelas) dike…
Di dema xwe de Dewleta Osmaniyan di pir aliyan de jibo Kurdan ji Dewleta Komara Tirkiyê ya îro pêşvatir bû! Wê demê de li ser ziman û li ser nîjada Kurd wek îroewqas înkar, zilm û zordestî nîn bû!.. Di medreseyênKurdistanê de dersên wêjeyî û olî bi Zimanê Kurdî dibûn! Li paytextê Osmaniyan li Stenbolê bê jimar paşa û zanayên Kurd di seraya Osmaniyan de kardest bûn! Lê dîsa jî li ser Kurdan bandorek rêzanî (siyasî) her hindikbe jî wek îro hebû!..
Dema Pîremêrd li Stenbolê bû, wî jî ciyê xwe di navronakbîr û welatparêzên Kurd yên wê demê de girtî bû!Cara yemen Pîremêrd di nav avakarên „Kürt TeavünTerakki Cemiyeti“ de ciyê xwe digire. Bi navê ewrêxistinê rojnameyekê jî didin weşandin. Pîremêrd, dibeberpirsiyar û xwediyê rojnameyê! Di wê demê de bi Seyid Abdûlkadîr û Mustafa Paşa Yemûlkî ve dayîn û sitandinên xwe yên welatparêzî pêşva dibe. Ew jî li gel Kurdên ronakbîr yên dixwestin Kurdistanê ronahî bikin û ber bi azadiyê bibin ciyê xwe digire!..
Di navbeynê salên 1922 û 1925 an de, helbestvan û rewşenbîrê Kurd Pîremêrd (Tewfîq Mehmûd Hemze)piştî xebatên xwe yên li Tirkiyeyê (Amasya) vegeriyaSilêmaniyê! Di vê demê de, ew dest bi xebatên xwe yênçandî û rojnamegeriyê dike. Paşê di sala 1926 an de dibe serokê rojnameya “Jiyanewe” bi wateya –Vejîn- Dîsa li Stenbolê Komela Pêşketina Kurdistanê (Kürdistan Teali Cemiyeti) di navbera salên 1918-1919an de li Stenbolê bi navê „Jîn“ kovara dîrokî yaKurdistan diweşînin!.. Di ew tevgera Kurdan ya di destpêkê girîng de rolê Pîremerdê nemir gelek e!..
Wê demê Dewleta Osmanî û rêvabirên wê ji wançalakiyên Kurdan nerazî û nerehet bûn! HukumatêStenbolê ji berku Pîremêrd ji navenda hukumatê dûrxinû tayîna wî ya bi navê qaymeqamîtiyê li sala 1909 an de cara yekem ji bo Colemêrgê (Hakkarî) derdixînin! Paşêdîsa wî di sala 1918 an de ji bo waliyê bajarê Amasyayêku heya hukumatê Osmanî dixile, ew li wir ser karê xweyê walîtiyê û bi malbeta xwe va li Amasya dimîne!..
Dema Dewleta İraqê saz dibe, ew karê xwe û malbetaxwe li Amasyayê dihêle û vedigere welatê xwe! Li Kurdistanê di nav gelê Kurd de ew azadiya gelê xwedigere! Bi serbilindî helbestan dinivisîn û bi awazekî berzwana di nav gelê Kurdistan de dixwîne û dibêje! Çimixabin wê demê jî wek îro yekîtiya Kurdan ya di navxwe de tune bû!.. Di wê demê de jî Kurdan di nav xweda yekîtiya xwe pêk ne anîne! Kurd azadiya xwe li Başûrê Kurdistanê jî carek dîn wenda dikin!.. BaşûrêKurdistan ji Osmaniyan xelas dibe û vê carê jî di bin bandora Ereban de bi Komara Dewleta İraqê va têyegirêdayîn!.. Ew rewş heya dewleteke federal ya serbixwebi navê “Dewleta Kurdistan ya Federal” 4 ê Tîrmeh sala1992 an de bi navê „Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG)“ hate damezrandin! Hilbijartinên parlamentoyê hatin kirin. Bi awayekî fermî û navdewletî dewleta Kurd sazdibe. Li İraqê, HerêmaKurdistan (Başûrê Kurdistanê) ew îro xwediyê statuyekexweser ya federal e!.. Lê pêwiste ku em bêjin ji salan virde PDK û YNK herdu partiyên Kurdan yên mezin, nikarine ku bi hevûdu re tev hukimatek Kurdan tevûhevsaz bikin! Vê carê jî heke Kurd sernekevin, têkçûnadewletê, mane ji neyaran girtin hêdî ji Kurdan re şerme!..
Dema ez vegerim mijara xwe, zarokatiya Pîremêrd li bajarê Silêmaniyê di nav malbetek rewşa xwe ya aborîbaş de derbas bûye! Ne dewleta Osmanî, ne jî Erbên wêdemê yên bindestê Osmaniyan de tesîra wan li sermalbeta Pîremerd ewqas jî ne giran bû! Wî di rewşekwûsa baş de zanîn û perwerdeya xwe ya zarokatî jimalbata xwe û zanayên wê demê yên bajarê Silêmaniyêji yên nav û deng digire! Di emrê xwe yê 6-7 salî de destbi xwendina Qur’ana pîroz dike û di demeke kin de wêdiqedîne! Dûvre derbazî medreseyên Kurdistanê dibe! Paşê dest bi jiyana medreseyê û xwendina wê dike. Di wê demê de hin pirtûkên Kurdî, yên Erebî û Farisî jîdinase û dixwîne. Ji bo baştirîn hînbûna zimanên beyanîew diçe cem Mele Mihemedê Pêşrewê û li mizgeftaHemze Axa bi cîh dibe! Li wir demek dirêj dimîne û ewzimanên beyaniyên dinase û dixwîne. Him xwendinamedreseyê diqedîne û him jî zimanê Erebî, Osmanî û Farisî baş hîn dibe. Di ber xwendina xwe re ew, wêdemê gelek helbestên hozanên Kurd, Ereb û Faris jîdinase û di ber çavên xwe re derbas dike! Ew baş hînîwêjeya Faris û Ereban jî dibe... Hin caran bi van zimanan jî helbestên xwe dinivisîne!..
Helbestên Pîremerd yên bi zimanê Kurdî û bi zaravayêSoranî hatin nivisîn, bi tewamî di berhema wî yaberhevokan (Dîwan) ya bi navê „Helbestên Kurdî“ de cîhdigirin. Pîremerd di nav gelê xwe de helbestvan, rojnamevan û rewşenbîrê Kurd yê mezin têye nasîn! Bi navê „Tewfîq Mehmûd Hemze“ û bi nasnameya xwe ya„Pîremêrd“ ew di nav gelê Kurdên Başûr de gelek têhezkirin û têye nasîn!..
Pîremêrd li ser folklora Kurdî jî gelek lêkolîn pêk anîne! Ew, yek mirove ku ji sitûnên wêjeya (edebiyata) Kurdî yanûjen de ye! Di dîwana wî de pir helbestên giranbûhahene! Berhevoka helbestên rojnamevan û rewşenbîrêmezin yê Kurd Pîremêd di wêjeya Kurdî ya nûjên de ciyekî xwe yê teybetî girîng û fireh heye! Pîremêrd(Tewfîq Mehmûd Hemze) li seranserê Kurdistanê bi hedlbestvaniya xwe û bi serbilindiyek neteweperwer tênasîn û bi ew teybetmendiyên xwe bi nav û deng e!..
Dengbêje Kurd Hesen Zîrek (Hassan Zirak) yê bi navûdeng, di jiyana xwe de 1500 kilamên Kurdîcivandine û bi awazê xweyî delal xemilandine û gotine!..Ji wan sitranan yek jî ya li her derdora Kurdistanê yatêye gotin helbesta xwe ya bi navê „Newroz“ e! Dengbêjê Kurd Hesen Zîrek, gotinên strana „Newrozê“ jihelbesta Pîremêrdê nemir ya nûser (orijinal) ku bi zaravayê Soranî hatî nivisîn girtî ye!.. Helbesta Newroz wûsa ye:
NEWROZ
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî konî Kurde be xoşî behatewe!
Çen sal bû gulî hîway ême pest bû takû par,
Her xwênî lawekan bû: gulî alî newbehar!
Ew renge sûre bû ke le asoy bilindî Kurd
Mizgêny î beyanî bo gelî dûr û nêzik debird!
Newroz bû agrekî wehay xiste cergewe,
Liwan be eşq de çûn berew piry mergewe!
Wa roj helat le bendenî berzî wilatewe,
Her xwênî şehîde, rengi şefeq, şewiq dedatewe!
Ta êsta rûynedawe le tarîxî milletan,
Qelxanî gulle; singî keçan bêt le helmetan!
Bo şehîdî weten pêynawê şîwen û girîn,
Namirin ewaney le dilî millet da dejîn!..
Di aliyê lêhengiyê û Kurdperweriyê de helbesta Pîremerd ya bi navê „ Ême Ke Kurd în“ bi zaravayê Soranî li jêr wûsa ye:
ÊME KE KURD ÎN !..
Ême ke Kurd în le laman wa ye
Zubanî kurdî zor bêhawta ye
Lawikî Kurdî dengî zebûr e
Cennetul me’wa le şarezûr e
Selahedîn û Kerîm Xanî Zend
Baba Erdellan şay Koy Demawend
Qareman Qadir, fîdayî Fu’ad
Le rêy weten da be cennet bû şad
Gewrey hîç qewmêk wek gewrey kurdan
Le rêy weten da nebûn be qurban
Fîkrî mîlletyan îhya kirdewe
Qedrî wetenyan e’la kirdewe
Şad în ey mîllet bo em gewrane
Fexrî tarîxî layeq be wan e
Nawyan win meken be xas û be ‘am
Ta ku deskewê rojî întîqam
Bêne cûllecûll, ba rohyan şad bê
Pêy mîlletekem le bend azad bê
Kiçanman le jêr beydaxî reş da
Çaw hellnehênin be xwênî geş da
Be xwênî lawan weten necoşê
Mîllet bo weten siya nepoşê
Hezarî wek min heta nekujrê
Be qellemî xwên şîwen nenûsrê
Em mîlletey Kurd rizgarî nabê
Bê şik em îşe ebê her wa bê
Têbînî: Di ew helbestê Pîremêrd „ÊME KE KURD ÎN!..“ di hevoka dawî de:“ Heke ew mîletê (netewe) Kurd rizgar nebe, bê şik (bê guman) karûbarê me jî yê her berdewambibe!„ dibêje!.. Helbest wek nivîsandina helbestvan bi xwe nivisî hatiye amade kirin! Bes hinek guhartinên piçûk hatin serast kirin! Çi mixabin deverên Kurdistanê gelek wek KurdiyaBakûr di nivîsandinên xwe de rastnivîsînên cûda cûda bi kartînin!.. Ez bawer dikim kurastnivîsandina Kurdiya heri rêzimanî (girametîk) li Bakûrê Kurdistan ji aliyê zimanzanan de bi kar têye!.. Zaravayê Zazakî û Soranî di pir aliyan de fonetîk û rêzimanî nêzîk hevdûne! Soranîû devoka Behdînan hinek ji hevûdu cûda ne! Zanîngehên li Kurdistana Başûr navên wan li jêrin: Zanîngeha Selaheddîn-Hewlêr (Salahaddin University-Erbil): Yek ji mezintirîn û kevintirîn zanîngehan e li Hewlêrê. Zanîngeha Silêmaniyê (University of Sulaimani):Zanîngeheke sereke ya dewletê ye li bajarê Silêmaniyê. Zanîngeha Dihokê (University ofDuhok): Navendeke sereke ya xwendinê ye li parêzgeha Dihokê. Zanîngeha Koye (Koya University): Li bajarê Koyeyê ye û xwedî sîstemeke nûjen e. Zanîngeha Helebçeyê (University of Halabja): Li bajarê Helebçeyê hatiye avakirin. Zanîngeha Raperîn (University of Raparin): Li navçeyên Ranye û Qeladizê çalak e. Zanîngeha Germiyan (University ofGarmian): Li herêma Germiyanê xizmet dike. Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê – Dihok(AUK): Zanîngeheke taybet ya bi sîstema Amerîkî li Dihokê ye. Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê – Silêmanî (AUIS). Ew zanîngeheke taybet ya navdar li bajarê Silêmaniyê ye. Van zanîngehanbeşdarî pêşketina perwerdeya bilind û lêkolînên zanistî li herêma Kurdistanê dibin û derfetaxwendinê ji bo xwendekarên Kurd yên parçeyên dîn jî peyda dikin. Hêdî xwendekarênparçeyên dîn jî dikarin li zanîngehên Başûrê Kurdistanê bixwînin û doktoreyên zanistî jî amadebikin!..
Di bernemeya wan zanîngehan de ziman û dîroka Kurdan jî wek ders têne dayîn! Di destpêkaZanîngeha Bexdayê de Beşê Kurdologiyê heya ew salên dawî çalak û her hebû!..
Li gor nûçeya Rûdawê ya rojane di zanîngeha Bexdeyê da: „Li zanîngeha Begdayê demamosteyên dîrok û zimanê Kurdî herku diçin hindiktir dibin! Di rewşek wûsa de dûweroja ewbeşên Kurdî bi girtinê ve rûbirûyî hevin“ têye gotin!.. Ji ber ku zanîngehên li Kurdistanê têhrîxwendevanên Kurd dikin!..
12 GULAN ‚2026
Abuzer Bali Han
–Nivîskar–


