Hejmara nû ya Kovara Psychology Kurdî derket!

Kovara derûnnasiyê Psychology Kurdî, bi hejmara xwe ya nû derket pêşberî xwendevanan. Kovara ku her hejmar cih dide dosyeyeke taybet,  di vê hejmarê de jî cih daye dosyeya “Wêje û Derûnnasî”yê.

Di vê hejmara 21an de naveroka kovarê bi vî awayî ye:

WÊJE Û PSÎKANALÎZ: DIYALOGEKE BÊDAWÎ DI NEYNIKA GIYANÎ DE

AZAD DILDAR

ÇÎROKA ŞENGÊ Û PENGÊ: TIRSA DÛRKETINA JI DAYIKÊ

RAMAZAN PERTEV

GIRÎNGIYA PIRTÛKAN JI BO GEŞEDANA ZAROKÊN 0-6 SALÎ

Û WÊJEYA ZAROKAN A KURDÎ

GÜLBEYAZ BOZAN

HEVPEYVÎN BI FATMA SAVCI, GULÎZER, KENAN SUBAŞI, HESEN ILDIZ Û MEHMET HANİFİ RE

PSYCHOLOGY KURDÎ

TEMSILIYETA ÇÎROKAN DI PSÎKOPATOLOJIYÊ DE: LEHENGÊN ÇÎROKAN Û TAYBETMENDIYÊN WAN JI ALIYÊ SÎNDROMÊN PSÎKOLOJÎK VE

MÛRAD DILDAR

NIRXANDINEKE PSÎKANALÎTÎK, CIVAKÎ Û ÇANDÎ

YA ROMANA HELÎM YÛSIV

LEYLA TURHAN

BINQONAXÊN TRAWMAYA CIVAKÎ DI ÇÎROKÊN BAVÊ NAZÊ DE

ENVER İLERİ

XIZMETA CIVAKÎ, DÎLEMAYÊN ETÎK Û PÊVAJOYA BIRYARDAYÎNA ETÎK

GÜLPERİ GÜNDÜZ

 

TENÊTIYA PSÎKOPATOLOJÎK

ALİ İHSAN YAKA

MEKANÎZMAYÊN NORAL ÊN GUHERTINA ZİMAN: ÇAVKANIYÊN DUZIMANÎ

NÛJEN YÜKSEL

HUNER Û ZANİST JI BO XWENASÎNÊ

İLYAS TUNÇ

ADOLESCENCE: LÊGERÎNA NASNAMEYÊ Û TENÊTÎ

ELÎXAN BOZAN

PIRS Û BERSIV

BI ASLÎKA QADIR RE

PSYCHOLOGY KURDÎ

TERMÊN DERÛNNASIYÊ

PSYCHOLOGY KURDÎ

Psychology Kurdî ji sala 2016an ve diweşe û di edîtoryaya kovarê de Abdulsittar Özmen, Siyabend Aslan, Samed Doğan, Gülperi Gündüz, Azad Dildar û Leyla Turhan cih digirin.

Kovar di bin banê weşanên avestayê de derdikeve û hûn dikarin hejmara dawî ya Psychology Kurdî û hejmarên wê yên dîtir ji malpera www.avestakitap.com ji malperên dîtir yên pirtûkfiroşan peyda bikin.

Hinek nivîsên din:

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *