Li navçeya Bodrumê ya parêzgeha Muglayê, belema ku koçber tê de bûn bin av bû.
Hat ragihandin ku li gorî agahiyan 14 koçber mirine û 2 jî hatine rizgarkirin.
Li gor zanyariyên koçberê Efxan ê ku rizgar bûye di belemê de 18 kes hebûne.
Li ser agahdarkirinê, tîmên Ewlehiya Beravê çûne cihê bûyerê û dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirine.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Muglayê di encama kar û xebatan de termê 14 koçberan hatine derxistin û bi alîkariya helîkopter û tîmên erkdar lêgerîna koçberên din didome. (Rûdaw)


