HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, ŞEXSÎYETÊN XWESER YÊN KURDISTANÎ ŞEVA 20.03.2026ê LI AMEDÊ LI QADA ŞÊX SEÎD NEWROZ PÎROZ KIRIN
Êvara 20.03.2026ê li bajarê Amedê di Qada Şêx Seîd de ji aliyê HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN û kesayetên serbixwe ve Newroz bi hilkirina meşaleyan Newroz hate pîrozkirin.
Di pîrozbahîyê de beşdaran dirûşmên “Bijî Newroz”,
“Newroz pîroz be”, “Bijî Kurdistan bimre koledar”, “Yek e, yek e, Kurdistan yek e”, “Rojava Rojhelat e, Kurdistan yek welat e.” avêtin û li gel grûba erbaneyê û def û zirneyê govend gerandin.
Di pîrozbahîyê de li ser navê Komîteya Amadekar Alî Oncu di derbarê girîngî û wateya Newrozê de axaftineke kir.
Paşê jî Sedat Dogan daxuyanîya hevbeş ya di derbarê Newrozê de xwend.
Daxuyanîya hevbeş li xwarê ye:
NEWROZA 2026an PÎROZ BE!
Gelê me yê hêja,
Hevalên qedirgir,
Ez we bi hişmendiya berxwedanê û bi biryardariya azadiyê silav dikim!
Em îro li vir tenê cejnê pîroz nakin. Em îro bîra dîrokî ya milletê xwe, kevneşopiya berxwedanê û Îradeya azadiyê dîsa bi rêxistin dikin!
Newroz ew agir e; ku li dijî Dehaqê zalim ji aliyê Kawa yê hesinkar ve hat pêxistin e.
Lê ew agir tenê ne serhildanek e; di heman demê de rê nîşan dide. Çimkî serkeftina Kawa tesaduf nebû.
Ew serkeftin encama rêxistinê, îradeya hevpar û têkoşîna bi biryar bû!
Îro jî em li heman noqteyê ne. Heke înkar berdewam dike, heke newekhevî û zordestî didome, bi çi awayî dibe bila bibe heke neteweya Kurd ji mafê serwerîya xwe pêpar be, ev tenê ne ji ber xurtbûna hêzên li hember me ne, di heman demê de ji nebûna yekbûna me jî ye!
Ji ber vê yekê ruhê Newrozê ji me re vê yekê ferman dike:
Bê yekîtî azadî nabe!
Bê rêxistin serkeftin nabe!
Îro li çar aliyên Kurdistanê gelê me berxwedan dike. Lê niha rêya mezinkirina vê berxwedanê; derbasbûna ji parçekirina helwestan, afirandina îradeya neteweyî ya hevpar, û yekbûnek li dora stratejiyeke hevpar e!
Çimkî sîstema heyî rêxistinî ye, bi plansazîye ye. Û ew pergalek e ku berdewamîya xwe diparêze.
Wê hingê bersiva me jî divê eşkere be. Zêdetir yekîtî, rêxistinek hêzdar, armancek zelal. Newroz di heman demê de vejîna xwezayê ye.
Lê xweza ji me re vê yekê hîn dike: Tu bihar bi xwe nayê!
Ax tê amadekirin, tov mezin dibe, ked tê dayîn…Û paşê jiyan şîn dibe!
Azadî jî wisa ye!
Ked dixwaze, hişmendî dixwaze, rêxistin dixwaze!
Ji ber vê yekê têkoşîna me; tenê neteweyî nîne, di heman demê de mirovahî û gerdûnî ye!
Armanca me ne tenê azadî ye; wekî hemû miletên dinê jiyaneke wekhev, adil û demokratîk e!
Û em li vir eşkere radigihînin: Niha ne dema belavbûnê ye, dema yekîtî ye! Niha ne dema dudilîyê ye, dema biryardariyê ye! Niha ne dema rawestanê ye, dema mezinkirina têkoşîna rêxistinîye ye!
Dehaqên vê demê çiqas hêzdar xuya bikin jî, heger em li ser rêya Kawayek bibin, tu hêz nikare me rawestîne!
Çimkî dîrokê ev yek nîşan daye. Milletekî yekbûyî tu caran têk neçûye. Bi vê baweriyê; em tenê agirê Newrozê pênexin, em vî agirî geş bikin! Em wî bi rêxistin bikin! Em wî veguherînin azadiyê!
Bijî Newroz!
Bijî Yekîtîya Milletê Kurd!
Bijî Kurdistan!
HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, ŞEXSÎYETÊN XWESER YÊN KURDISTANÎ
_________________________________________
HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KURDISTANÎ BAĞIMSIZ ŞAHSİYETLER 20.03.2026 AKŞAMI DİYARBAKIR ŞEYH SAİD MEYDANINDA NEWROZU KUTLADILAR
20.03.2026 akşamı Diyarbakır’da, Şeyh Said Meydanı’nda; HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN ve bağımsız şahsiyetlerin ortak organizasyonuyla, meşaleler yakılarak Newroz kutlandı.
Kutlamaya katılan kitle, “Yaşasın Newroz”, “Newroz kutlu olsun”, “Yaşasın Kürdistan, kahrolsun sömürgecilik”, “Tektir, tektir, Kürdistan tektir”, “Güney, Kuzey, Batı, Doğu; Kürdistan tek vatandır” sloganlarını yükseltti.
Kutlamada Hazırlık Komitesi adına Ali Öncü, Newroz’un anlam ve önemine dair bir konuşma yaptı. Ardından Sedat Doğan, Newroz ile ilgili hazırlanan ortak açıklamayı okudu.
Ortak açıklama metni aşağıdadır:
2026 NEWROZ’UNUZ KUTLU OLSUN!
Değerli halkımız,
Kıymetli Arkadaşlar,
Hepinizi direnişin bilinciyle, özgürlüğün kararlılığıyla selamlıyorum!
Bugün burada sadece bir bayramı kutlamıyoruz.
Bugün, bir milletin tarihsel hafızasını, direniş geleneğini ve özgürlük iradesini yeniden örgütlüyoruz!
Newroz; zalim Dehak’a karşı demirci Kawa’nın yaktığı ateştir. Ama o ateş sadece bir isyan değil; aynı zamanda bir yol göstericidir. Çünkü Kawa’nın zaferi tesadüf değildi. O zafer; örgütlenmenin, ortak iradenin ve kararlı mücadelenin sonucuydu!
Bugün de aynı noktadayız. Eğer inkâr sürüyorsa, eğer eşitsizlik ve baskı devam ediyorsa, eğer Kürd ulusu ne şekilde olursa olsun egemenlik hakkından mahrumsa bu sadece karşımızdaki güçlerin varlığından değil, aynı zamanda birleşemememizdendir!
İşte bu yüzden Newroz’un ruhu bize şunu emreder:
Birlik olmadan özgürlük olmaz!
Örgütlenmeden zafer olmaz!
Bugün Kürdistan’ın dört bir yanında halkımız direniyor. Ama artık bu direnişi büyütmenin yolu; parçalı duruşları aşmaktan, ortak bir ulusal irade yaratmaktan, ortak bir strateji etrafında birleşmekten geçiyor!
Çünkü var olan sistem örgütlüdür, planlıdır ve kendi sürekliliğini koruyan bir düzendir.
O halde bizim cevabımız da açık olmalıdır:
Daha fazla birlik, daha güçlü örgütlenme, daha net bir hedef!
Newroz aynı zamanda doğanın yeniden doğuşudur.
Ama doğa bize şunu öğretir: Hiçbir bahar kendiliğinden gelmez! Toprak hazırlanır, tohum büyür, emek verilir… Ve sonra yaşam filizlenir!
Özgürlük de böyledir!
Emek ister, bilinç ister, örgütleme ister!
İşte bu yüzden mücadelemiz; sadece ulusal değil, aynı zamanda insani ve evrenseldir!
Hedefimiz sadece özgürlük değil; diğer milletlerle eşit, adil ve demokratik bir yaşamdır!
Ve buradan açıkça ilan ediyoruz: Artık dağınıklık değil, birlik zamanı! Artık tereddüt değil, kararlılık zamanı! Artık beklemek değil, örgütlü mücadeleyi büyütme zamanı!
Çağımızın Dehakları ne kadar güçlü görünürse görünsün, eğer biz Kawa’nın yolunda birleşirsek, hiçbir güç bizi durduramaz! Çünkü tarih bize şunu göstermiştir: Birleşmiş bir millet asla yenilmez!
Bu inançla; Newroz’un ateşini sadece yakmayalım, onu büyütelim!
Onu örgütleyelim! Onu özgürlüğe dönüştürelim!
Yaşasın Kürdistan!
Yaşasın Newroz!
Yaşasın Kürd Milletinin Ulusal Birliği!
HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KURDISTANÎ BAĞIMSIZ ŞAHSİYETLER



