Piştî girtina asmanê Iraqê ji ber rageşiya leşkerî ya li navçeyê, geştên esmanî li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û hemû firokexaneyên din ên Iraqê careke din dest pê kirin.
Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro 8ê Hezîrana 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, li ser bingeha rênîşandanên nû yên Desthilata Firokevaniya Iraqê, wan îro, piştî nîvro, geştên asmanî asayî kirine.
Ehmed Hoşyar da zanîn, ji saet 12:00ê şeva borî heta îro, ji ber sedemên ewlehiyê hejmareke mezin a geştên firokexaneyê hatibûn hilweşandin. Hoşyar got: “Em niha mijûlî berhevkirina datayên derbarê geştên hatine hilweşandin de ne.” (K24)


