Newroza we pîroz be!
Jérenotek
Lé heke hün li min bibürin ji min torre nebin, ez li xwe mikur dihém ku der baré Cejna Newrozé de hizrén min én cüda hene. Ez berî çend salan bi ser vé sirré ve büm ü pisht re min dît ku di pirtüka Prof Mehrdad de ev mijar hatîye vekolandin.
Va ye ez véna dibéjim:
Gelo “Cejna Newrozé” ji bo kurdan dihé çi maneyé?
Li gorî xebata Prof Mehrdad Izady ü shîroveyén gishtî yén der heqé mîtolojîya Kurd/Îranî, karakteré Dahhaq ü keyayé dawîn é Medya bi navé Astîyag (Ajî Dahaqa) heman kes in, ku pishtî dagirkirina Medyayé ji alîyén persan ve hatîye sheytanîkirin ü di çavé kurdan de hatîye reshkirin. Xuya ye ku Astîyag élegekî bi streh é hewramî li xwe dikir. Ne dürî aqil ü lojîké ye ku persan ew her du strehén élegé, bi mar shibandine ü di Shahname’ya Fîrdewsî de efsaneyeka derew ü bébingeh li hev anîne der baré jéder ü dîroka gelé kurd de. Duh di îro de ye, îro di duh de ye!
Bi ya min, Kawayé Hesinker ji Qurusé persî yé durih pé ve ne kesekî dî ye. Ew wekî Hespé Truwa di qesra Astîyages de “karîye balyozekî li seré Astîyages bixe ü dawî li imperatorîyé bîne”. Ya rast, qral Astîyages gelek xizmetén héja ji împaratorîyé kirîye ü karîye çendîn welatén din jî tevlî imparatorîyé bike. Lé em ji daneyén berdest tédigihin ku karekteré wî hin bi hin dejenere büye ü ji qudum ketîye ü nekarîye ber li hilweshîna Medya bigire.
Binérin: https://www.pirtukakurdi.com/urun/medya-kralligi?srsltid=AfmBOorSStkOuniIbam5gJdVEykQOycG5a8Ysj5K1ZPaHeMGJ_WH_W7I
Tevna Împeretorîya Medyayé li ser bingeha îdeolojîya “umet”é bü ku çendîn welatan li xwe digirt li ser hîmé dîné zaratushtra. Persîya jî welatekî biçük bü li alîyé bashür. Ev welaté asayî ü ji çav winda, çawa karîye xwe bigihîne Ekbetana (Hamadan a îro) bi rarstî jî mijareka balkésh e.
Dîroka İmperetorîya Medyayé bi tarîyé dorpéçkirîye. Dibe ku persan her tishté ku medan bi bîr anîye, yan ji holé rakirine yan jî kirine eydé xwe. Duh di îro de ye, îro di duh de ye!
Li min bibürin, “Cejna Newrozé” li ber çavé min resh büye ü jé sar büme. Ez zanim ku ne hésa ye em van rastîyén dîrokî yén tehl bi kurdan bidin qebülkirin. Ka ji kerema xwe bihizirin: Gelo kurdan çi rizgar kirîye, yan jî bi dest xistîye ku cejneka wan a netewî hebe. Cejna ji bo çi?!
Her çawa be, ev hizrén min in ü kî çawa dixwaze, bila wisa bike. Îro pirs ev e: Çawa bav ü kalén me gotine, “heçî çü, nede dü”. Divé kurd di vé rewsha îroyîn de çi bikin? Kîjan stratejî yan sîyaset ji kurdan re bash e, kîjan xerab e?


