Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku gelheya (nifûs) parêzgehê bêyîkoçber û penaberan ji 2 milyon kesan derbas bûye.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw doh di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand:
“Gelheya parêzgeha Hewlêrê di vê demê de ji 2 milyon kesan derbas bûye, ev jîbêyî hejmartina koçber û penaberan e.”
Umêd Xoşnaw destnîşan kir ku zêdetirî 350 hezar koçber û penaberan diçarçoveya sînorê îdarî yê parêzgehê de dijîn.
Çavdêriya civakî û xizmetguzarî
Parêzgarê Hewlêrê bal kişand ser berdewamiya çavdêriya hikûmetê ya ji bo çînênhewcedar û diyar kir ku bi taybetî jî çavdêriya ji bo kesên temenmezin û zarokênbêserpirşt berdewam dike û got:
“Di malên çavdêriya kesên temenmezin û zarokan ên li Hewlêrê de 250-300 kesdijîn û xizmetguzarî û çavdêriya berdewam ji bo wan tê pêşkêşkirin.”
Asta perwerdeyê
Xoşnaw pesnê asta zanistî û xwendinê ya wan zarokan da ku li wan malênçavdêriyê ne û ragihand:
“Li wan dibistanên ku ew xwendekar li wan dixwînin, salane rêjeya derçûnê gihîşt jisedî 100î û di qonaxên cuda yên xwendinê de pileyên pir bilind û serkeftî bi destdixin.” (Rûdaw)


