GAZÎ Û QÊRÎNEK JI BO SÎYASETMEDAR Û HÊZA CIVATA NETEWEYÊ KURD: DEM DEMA HIZIRÎN Û QIRARDAYINA MILETÊ KURD DE, HEMÎ ROJ BI KEYSDARÎ VE NAYÊN Û LI MIROVÎ NABIN MÊVAN
Wekî dihê zanîn, em miletê kurd û welatê xwe Kurdistanê ve xwidanên mêjûyeka bi têr derd û belayên pirsa neteweyî ne. Ji bona ku em çareserîyekê ji derd û belayên xwe re bibînîn; di pêşîyê de em hinekê ji xwe bipirsîn û bêjîn, ev derd û belayên me ji kûve dihên? Em dê çawe û bi kîjan şêweyî re çereserîyekê ji pirsa xwe ya neteweyî re bibîn in? Ji bo parastina pirsa neteweyî, divê em hinek miqedesatên xwe yên neteweyî û neguhêr bi dest nîşan bikîn û xwe li dora wan bidîn hevdu. Bi parastina wan miqedesatan û xwirtkirina rihê neteweyî re em dê hêsareka polayî ya ku bineşkên ava bikîn. Civata têgiheştî û netewe parêz dê bikare xwe û rêxistinên xwe yên neteweyî ji hemî xeletî, bela û xezeba dagirkeran û nukerên wan yên bi nêvxweyî jî biparêz e.
Li ser vê pirsê divê em bêjîn, gelo: Hidûdên xîyanet û yên netewe parêzîyê ji kûderê dest pêdikin û li kûderê ji hevdu cida dibin. Hegî em van hidûdan bi rêya parastina sîmgên neteweyî re ji hevdu vavêr bikîn. Em dê bi şarzayî bizanîn ku kîjan gotin û kiryarên sîyasetên dost û dijminan di mesleheta me dene û kîjan jî di meslehata dagirkeran û nukerên wan de ye. Pêwîstî pê divê ku em dersan ji serhatîyên xwe û ji yên bi nevneteweyî jî bigirin. Wekî di xwehî me miletê kurd di vê sedsala bûrî û têkilhevîyên di nêvneteweyî de çêbirîn de keyseka giring ji bona çareserkirina pirsa neteweyî winda kirîye. Çareserkirinên pirsên miletan ji piranî ve di demên bi têkilhevîyên nêvnetedeyî de dihên çareserkirin, an jî ji bîrkirin. Em miletê kurd jî yek ji wan miletayîn ku em rasta neheqîyeka bi herêmî û mêjûyî û nêvneteweyî hatîne. Tişta dixwehî di vê sedsala bîst û yekê de bi careka dî jî têkilhevîyeka bi nêvneteweyî ya di herêma roj hilata nêvê de bi dest pêkirî. Ev têkilhevîya vê ser demê ya li berderîyê mala me dest pêkirî.
Evê pirsê û van şeran ne bi me dest pêkirîye û ne jî dê bi me dest jê bihêt berdan. Lê ev agirê şerê bi nêvneteweyî û herêmî yê hatî û li berderîyê mala me dest pêkirî; bivê nevê qitîskên vî agirî dê bibehin, mala me ve jî. Pêwîstî pê divê ku em miletê kurd, sîyaset medar û rêxistinên xwe yên neteweyî bi hevdu re destên xwe bidîn hevdu û lê bixebitîn ku vê keysdarîya mêjûyî ji destên xwe nedîn berdan. Bê şik ev tifaqa ez di parêzim tifaqeka parastina mafên kurdan yên neteweyî û serxwebûyina Kurdistanê ye. Ev tifaqa henê dê bibe quweteka wesan xiwrt ku em bikarîn bala zirhêzên bi Cîhanî jî vekêşîn li ser çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê jî. Lê hegî em li ser vê rewşa bilavbûyina quwetên xwe yên netewe parêz bimînîn, dê bibîn parûyekî yê bi hêsanî daqurtandina demê û gurîyên dijî doza kurd û Kurdistanê û nukerên wan jî.
Pêwîstî pêheyîye ku em bi carekê jî berê xwe bidîn vê serdema gengeşeyên li ser guhertinên vê sedsala bîst û yekê rawestîn û bêjîn: Gelo, me miletê kurd piştî hatina emerîkîyan û hevpeymanîyên wê û hatina wan ya rojhilata nêvê, kîjan dest ketî bi dest xwe ve hanîne û kîjan keysdarî jî winda kirîne? Em dê rewşa bi nêvneteweyeyî û bi nêv herêmîya roj hilata nêvê û xeletî û rastîyên xwe jî ji hevdu vavêr bikîn. Emerîkî û hevpeymanîyên xwe ne ji bona pirsa miletê kurd hatin rojhilata nêvê û Îraq dagir kirin. Emerîkî û hevpeymanên xwe li serpirsa dagirkerîya Îraqê ya Kuweyt dagirkirtî û guhertinên sîyaseteka vê sedsala bîst û yekê, hatîne herêmê. Li vêderê, sê xalên balkêş derdikevin pêşberî me miletê kurd. Rewşa bi nêvneteweyî: Alîyekî yê zirhêzên vê Cîhanê dixwazin hinek guhertinên nû di herêm û Cîhanê de jî bikin. Ev têgiheşt di mesleheta me û welatê me Kurdistanê de ye û divê em vê pirsê bi baldarî şêrove bikîn û bi hesapdarî qirara xwe bidîn. Alîyekî dî jî yên zirhêzan û herêmî û hêzeka li ser navê miletê kurd dibêje biratîya gelan û naxwazin sîstema dem bûrî bihêt guhertin yên li vê demê de bi hevdure dixebitin. Ev têgiheşt jî li dijî pirsa me miletê kurd û Kurdistanê de ye û divê em li ser gotin û kiryarên vê têgiheştê hişyarî xwe bîn. Hita vê derê ti tiştên em miletê kurd ji bilî hesibandina mesleheta xwe bikîn û pê ve di destên me de tinîn in. Lê tişta ji bo me miletê kurd giring e, em berê xwe bidîn kêm û kurîyên xwe û sîyaseta xwe ya neteweyî û bêjîn ku me wekî milet, ev çil pêncî salên germîya xebata xwe de kîjan destketî bi dest xwe ve hanîne û kîjan firsed jî ji dest dayîne der û sedemên wan çin e, zelal bikîn?
Piştî hatina emerîkîyan û hevpeymanîyên wê, keyseka mêjûyî ket di destên miletê kurd de û ji alîyê emerîkîyan û hevpeymanên wê ve deverek ji axa başûrê Kurdistanê ji bo parastina miletê kurd hat veqetandin. Tevgera başûrê Kurdistanê li ser avayîya avabûyina bereyê li Çîyayî, di wê deverê de bi hevdu re û dibin li hevkirina herdu hêzên bingehîn, PDKê û YNKê de ji bona rêveberîya civata neteweyî bikin, destên xwe dan hevdu. Ew li hevkirin Ji bo miletê kurd bû firseteka bi zêrîn. Ji dewleserê wê hevkarîya neteweyî ye ku ev destketîyên roja îro li başûrê Kurdistanê bi dest miletê kurd ketîye ku bi tevlî gelek bûyar û xeletîyên giran ve jî şayanê pisindarîyê ne. Miletê kurd dikare bêje evenî Sîstema Federalî ya li ser axa Kurdistanê ava birî û Perlement, Ala û Sirûda neteweyî û bingehê avabûyin û naskirina sitatûyeka neteweyî ya di bin desthildarîya miletê kurd de rêve di çe. Ji dewleserê wê li hevkirina neteweyî ye ku ji Çînê hita bigihîje Emerîkayê, berpirsên wan yên dihên û têkilîyan bi gel berpirsîyarên miletê kurd re di danîn û gengişeyan li ser pirsa guhertinên Cîhanê û herêmê jî dikin. Lê divê em bêjîn ji bona kîjan sedeman bû ku destketîyên me li vê derê rawestan?
SEDEMÊN WINDA KIRINA KEYSDARÎYAN.
Vêca em dê berê xwe bidîn başî, xeletî û xirabîyên hêzên xwe yên sîyasî û kêmasîyên bi neşarzatîyên civata miletê kurd jî rawestîn. Bi destûra netewe perwerên kurdistanî re, ez dê bi kurtî hinek pirsîyaran ji xwe û milet û hêzên me yên sîyasî bikim! Gelo, ji bo kîjan mebestê bû ku Evdila Ocalanî, berê çekdarên xwe ji bakurê Kurdistanê da başûrê Kurdistanê û ciwanên miletê kurd di Kurdistana azad de bi destên hevdu dan Kujtin? Gelo ma, pêwîstî pênavê ku em berê xwe bidîn sîyaseta Evdilayî ya kolana kolaneyên bajarên bakurê Kurdistanê û çawenîya guhertina têgiheşta netewe parêzîyê kirin tirkîyeyî parêzt in? Ma pêwîstî pênavê ku em berê xwe bidîn rewşa beşa Kurdistana binxetê, çawe bedelên xûna wan keç û kurên miletê kurd kirîne xelatê wê çendê ku miletê kurd û axa xwe ve Endegireyî dewleta dagirker bibin. Geio, ma kîjan dagirkeran ji Evdila Ocalanî zêdetir hêrişî sîmgeh, miqedesat, mêjû û canfidayîyên miletê kurd û Kurdistanê kirîne?
Gelo, ma hegî me miletê kurd nirxên welat, mêjû, sîmge û qehremanên xwe yên di mêjûya berxwedanên xebata xwe ya neteweyî de rihên xwe dayîn, bizanîya û bi tifaqeka neteweyî re xwidantî lê bikirîya, Evdila Ocalanî û Dewlet Baxçelî dê çawe bikarîya, wesan bi bêminetî hêrişdarîyan li ser mafên miletê kurd û Kurdistanê bikin û bêrêzîtîyan li derbareyî mezin û mafên miletê kurd de bikirîyan? Bi tevlî van lehiztinan jî hinek kesatîyên ji miletê kurd ji pirojeyên Evdila û Baxçelî û dewleta dagirker re li çepikan didin; gelo em kîjan navî li vê rewşê bikîn? Hegî me civateka hatî perwerde kirin heyîbûya, rewşa me dê eve bûya?
Hegî em berê xwe bidîn rewşa referenduma ji bona serxwebûna Kurstanê û radestkirina, Kerkûk û Şingarê û gotin û kiryarên ji alîyê Evdila Ocalanî û PKKe ya wî û şirîkên wî yên wekî serokê YNKê Bafil Telebanî dibêje. YNKê û Goran û PKKê bi zanabûyinî, ev karê xîyaneta radestkirina Kerkûkê kir ku ji bona Mesûd Barzanî bi sernekeve! Gelo, çi girêdana gotin û kiryarên van hersê hêzan û rikberîya desthilatdarîyê bi hevdu re heyî ne? Hegî em ji van kiryar û gotinên Evdila û PKKe ya wî Baxçelî çend gotina li berçavan bigirîn dê ji bo me aşkerebibe ku me çawe ev çil bêncî salên, berhemdar yên di destên miletê kurd de bi rêya van kiryarên xîyanetê re winda kirîne, dê rewşa me miletê kurd zelal bibe. Hita ev rewşa nezelalîya hidûdên xîyanetê û hidûdên parastina mafên milatê kurd û Kurdistanê ji hevdu neyên zelalkirin; xîyanetkar jî dê bikarin piştgirîyê ji alîyê civata kurd ve bistînin.
Wekî roja îro dîyar dibe ku rewşa me miletê kurd ya di rewşeka wesan re darbaz dibe û wekî em li ser devê şûrekî yê du dev de bijîn. Hegî em van qencî û xirabîyan û van qenc û xirabên xwe ji hevdu vavêr nekîn û pişt girîya qencî û hêza xwe ya neteweyî parêz negirîn, ev şûrê du dev dê serê me jê bike, ne yê dagirkeran û nukerên wan. Gelek caran di nêva civata miletê kurd de gotinên hevkarîyan û avakirina kongereya neteweyî di hên kirin. Gelo, em ji xwe dipirsî û dibêjîn, kongereyên neteweyî û hevkarî li ser kîjan binaxên sîyasî di hên avakirin? Di vê em bizanîn ku ti hevkarî di nêva du têgiheştên bi sedî sed ji hevdu cida ne de çênabin. Di vê xebatkarên neteweyî xeteka sor di nêva xwe û cida nexwazan û dagirkeran de danin û bêjin em emîn û hûn jî hûnîn; ne em dibîn hûn ne jî hûn dibîn em. Dem dema wê çendê ye ku em li ser mesleheta neteweyî lê gereka bi neteweyî bikîn û dost û neyaran ji hevdu vavêr bikîn. Destên xwe li ser meslehetên pir alîyan bidîn destên dostan û alîyên guherîn xwazên sîstema kevin. Herwiha jî em xwe ji golgenîyên bi nêvxweyî, herêmî û dostên wan jî bidîn paş. An jî ev keysa mêjûyî ya hatî û li me birî mêvan; dê li vê sedsalê de jî ji destên me derbikeve!
Evdirehmanê Gundikî 07.04.2026


