Dr. Ebdulrehman Cezairî  diyar kir ku ji ber gefên Amerîkayê projeyasaya Heşdî Şebî hatiye vekişandin û hişyarî da ku DAIŞ dikare bi nasnameyên sexte vegere Îraqê.
Fermandarekî payebilind ê HeÅŸdî Åžebiyê Dr. Ebdulrehman Cezairî, hiÅŸyariyeke tund da û ragihand, “Åžer ber bi ÃŽraqê ve tê.”
Cezairî her wiha eşkere kir ku ji ber zextên Amerîkayê, projeyasaya taybet a Heşdî Şebiyê ji parlamentoyê hatiye vekişandin.
“Zexta Amerîkayê û projeyasaya HeÅŸdî Åžebiyê”
Dr. Ebdulrehman Cezairî di bernameya “Rûdawa ÃŽro” de ji pêşkeÅŸkarê Rûdawê Nwêner Fatih re got, pêwîst e li ser yasaya HeÅŸdî Åžebî bi hemû pêkhateyên ÃŽraqê re gotûbêj bê kirin.
Wî anî zimên ku hin aliyên navxweyî û derve li dijî yasayê ne û divê bi têgihiştin ev mijar bê çareserkirin.
Cezairî got, “HeÅŸdî Åžebî mafê wê heye ku yasayeke wê ya taybet hebe,” lê wî da zanîn ku heta niha serokwezîr neçûye Amerîkayê da ku Washingtonê qanih bike ku HeÅŸdî Åžebî ne girêdayî ÃŽranê ye.
Li gor Cezaîrî, niha Hikûmeta Îraqê û Heşdî Şebî di rêyên cuda de ne.
Fermandarê HeÅŸdî Åžebiyê hiÅŸyarî da û got, “Em nikarin rûbirûyî Amerîkayê bibin.
Eger yasa bêyî lihevkirinê derbas bibe, Amerîka dê cezayên aborî li ser me bisepine. Aboriya ÃŽraqê girêdayî petrolê ye û pereyê petrolê jî ji Amerîkayê tê.”
Metirsiya şerê li ser Îraqê
Cezairî li ser bandora ÅŸerê ÃŽran û ÃŽsraîlê jî axivî û got, “Eger vê carê ÅŸer di navbera ÃŽran û ÃŽsraîlê de rû bide, dê bandora wî li ser ÃŽraqê jî hebe. Åžer ber bi ÃŽraqê ve tê.”
Wî îdia kir ku li gorî belgeyên di destê wan de, li derdora parêzgeha Idlibê ya Sûriyeyê hejmarek çekdarên biyanî kom bûne û amade ne ku derbasî Îraqê bibin.
Wî got, “Wate, DAIÅž careke din vedigere ÃŽraqê.”
Cezairî her wiha got, “Belgeyên me hene ku ji bo çekdarên biyanî nasnameyên sexte yên ÃŽraqî hatine çêkirin.
Di rojên borî de çend çekdarên bi eslê xwe Sûriyeyî hatin girtin ku nasnameyên sexte yên ÃŽraqî bi wan re bûn.”
Projeyasaya Heşdî Şebiyê hat vekişandin
Ev daxuyanî piştî wê yekê tên ku 27ê Tebaxê şêwirmendê yasayî yê Serokê Parlamentoya Îraqê ji Rûdawê re ragihandibû ku Serokwezîrê Îraqê Sûdanî ji ber gefa cezayên giran ên Amerîkayê daxwaz kiriye ku projeyasaya Heşdî Şebiyê bê vekişandin.
Heşdî Şebî, piştî êrişa DAIŞê di sala 2014an de bi fetwaya Elî Sîstanî hat damezrandin.
Budceya wê di sala 2024an 4 trîlyon û 500 milyar dînar bû û hejmara endamên wê nêzîkî 238 hezar kesî ye. (Rûdaw)


