Faîk BÛCAK Dîcle Talebe Yurdu (Wargeha Dîcleyê ya Xwendekaran)

Zinar SORAN

Armanca sereke ya Faîk Bucak bibe hiqûqnasekî baş. Ew xwe li Zanîngeha Hiqûqê ya Stenbolê qeyd dike. Di destpêka xwendina xwe ya 1940-41ê de, li cem hinek hevalên xwe dimîne. Piştî salekê, lawê xalê xwe Mistefa Remzî Bucak, Dr. Yusuf Ezîzoglu, Musa Anter û Ziya Şerefxanoglu ”Dicle Talebe Yurdu” (Wargeha Dîcleyê ya Xendekaran) ava dikin. Di heman demê de, ew her pênç heval di nav xwe de ”Civaka Parastina Kurd” ava dikin.

Musa Antar li ser vê ”rêxistinê” weha dinivîse: ”Rêxistina me avakiribû, di maneya îro de ne partî, ne jî komele bû. Ew bêtir komîteyek sivîl ya îlegal bû”. (1)

Li gorî aghadarîyên Musa Anter dide; midûrê “Wargeha Dîcleyê”, M. Remzî Bûcak bû û ew di her hilbijartinê de weke midûrê Wargehê dihate hilbijartin. Ew û Faîk Bucak jî berpirsiyarên rêvebirîyê bûn. Li ser hinek taybetmendîyên Faîk Bucak jî Musa Antar weha dibêje:

“Bi awayê jiyana xwe, bi helwest û awayên li hemberî bûyeran û herweha bi şikl û şemalê xwe ew dişîbîya Gandî. Loma jî ew weke Gandî dihate bibîranîn. Gava xwarin li Wargehê nedidît, rojî digirt; gava kitêbên pêwîst peyda nedikir, not digirt; gava cilêtê kurkirinê  peyda nedikir, riha xwe berdida; lê tu carî ji wan rewşan gilî û gazin nedikir. Teva temenê wî yê ciwan, ew kesayetekî stewiyayî bû…” (2)

Wargeha Dîcleyê, di heman demê de weke ”hêlîn û dibistanek” siyasî û welatparêzîya kurdî bû. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên kurdan di vê ”dibistanê” de derbas bûne. Bê gûman, mijara dîroka “Wargeha Dicleyê ya Xwendekaran” bi serê xwe babetekî girîng e ku divê mirov bi taybetî li ser raweste.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *