Êzdîtî baweriya rêya rast e, ne bi destê mirovan hatiyeçêkirin û meriv nikarin wê baweriyê biguhêzin

Kemal TOLAN
Di nava dîrokê de, her tim hêzên li dervayî ol û civakê hewldane ku bandorê li ser baweriya Êzdiyatiyê bikin. Îro jî, di bin navê modernîte û diyasporayê de, em dibînin ku di nava çînarewşenbîr û akademîsyenên Êzdî de gelek hewildanên nûderketine pêş. Ev hewildan bi navê “çaksaziyê” an jî “nûkirinaolî” dixwazin ku rîtuel, merasîm û qanûnên civakî yên qedîmli gorî daxwazên jiyana Ewropayê û pergalên modern biguherînin. Lê belê, rastiyek heye ku ev kes ji bîr dikin: Êzdiyatî ne oleke ku bi aqilê mirovî hatibe afirandin, lewmane bi aqilê mirovî jî tê guhertin.

Kokên Qedîm û Sira Batînî

Li gorî baweriya herî bingehîn, Êzdiyatî ji destpêka afirandinagerdûnê ve heye. Ew nasnameyek e ku ji aliyê Xwedê û Tawisî Melek ve hatiye morkirin. Di vê baweriyê de, “Sira Batînî” bingeha her tiştî ye. Dema em li dîrokê dinêrin, emdibînin ku guherînên herî mezin tenê bi îradeya ruhanî pêkhatine. Mînak, Şêx Adî dema hinek guhastin di sîstema olî de çêkirin, ev ne bi hêza xwe ya kesane yan jî bi xwestekarewşenbîrî kir; wî ev bi saya sur û kerametên batînî yênÊzdiyatiyê pêk anîn. Yanî, ger guherînek di nav vê civakê de hewce be, ew ê dîsa bi îşaretên ruhanî û bi îradeya “Batînî” bibe, ne bi civînên akademîk an hewildanên kesên ku jicewherê olê dûr ketine.

Hewildanên Rewşenbîran: Di Navbera Parastin û Berjewendiyan de

Gelek ji van hewildanên ku îro li diyasporayê tên meşandin, di bin perdeya “parastina Êzdiyatiyê” de tên kirin. Lê gava em bi çavekî kûr li encamên van xebatan dinêrin, em dibînin ku evbêtir ji bo parastina berjewendiyên wan ên kesane, siyasî û dîtina cihê xwe di nav pergalên sekuler de ne. Ev kes hewldidin baweriyeke ku bi sedsalan di nav fermanan, êş û birînênkûr de hatiye parastin, bi pîvanên “lojiîka modern” biçêkin. Lê belê, mantiqê Êzdiyatiyê li ser “Heqîqetê” hatiye avakirin, ne li ser “berjewendiyên demkî”. “Batînî” bixwaze dikare her tiştîbike û ji bo parastina hebûna xwe, hewcedarî bi plansaziyênmirovan nîne.

Wek Zêrê di Agir de: Heqîqeta rêya rast Namire

Êzdiyatî di dîroka xwe de di nav qonaxên herî tarî û dijwar rederbas bûye. Bi sedan sal in ku hewl tê dayîn ev ol wereguhertin an windakirin. Lê her carê, Êzdiyatî wekî zêrê ku di nav agir de derdikeve, paqijtir û birêktir bûye. Agirê zilmê û agirê asîmîlasyonê nikaribûye cewherê zêr xera bike; berovajî, her carê ev bawerî bi saya afirandêrê xwe û bi hêza xwe yaruhanî li ser piyan maye.

Encam
Divê baş were zanîn ku meriv nikarin vê baweriya pîrozbiguhêzin an li gorî daxwazên xwe yên kesane sêwirînin. Her hewildana ku li dervayî rîza Batînî û li dijî koka qedîm a Êzdiyatiyê be, dê wekî kefa li ser avê winda bibe. Êzdiyatîxwedî xwedî ye û ew ê her dem bi saya afirandêrê xwe, wekîronahiya herî zelal a baweriya rêya rast , di dilê civaka xwe de bimîne.

Nivîskar û Lêkolînerê Êzdîtiyê Kemal Tolan

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *