Ez weke nivîskarekî Kurd, bi girtina malpera Kaniya Dengbêjan xemgîn im!

Kemal TOLAN
Hêvî dikim hûn jî neheqiya ku, li rêvebirên malpera youtube.com/c/KaniyaDengbeja hatiye kirin şermezar bikin!
Ez weke nivîskarekî Kurd, xemxwar û berhevkarê kevneşop-zargotina Êzdîtiyê gelekî xemgîn bûm ku, malpera youtube.com/c/KaniyaDengbeja têye girtin*.
Li gorî min di nav tora https://www.youtube.com ê de şopand, malpera youtube.com/c/KaniyaDengbeja yekemîn kanal bû ku, gelek girîngî dida sitranên ji nav kevneşop û zargotina pêkhatiyên Kurdistanê û bi taybetî jî yên serhatî, çand û hûnera dengbêjên me Êzdiyan li ser singa xwe parstibûn.
Min ne dîtiye ku, malperekê weke ya youtube.com/c/KaniyaDengbeja kilam û sitranên serhatî, çand û hûnera Êzdiyan yên ku, di nav civaka Êzdî hatibûne parastin di malpera xwe de tevî wênên dengbêjên Êzdiyan parvekirine. Lewma dibêjim, girtina malpera youtube.com/c/KaniyaDengbeja ji bo min û gelek endamên civaka Êzdî zerarekî mezin e.
Hêvîdarim, berpirsyarên https://www.youtube.com ê vê xembarî û nerazîbûna min bibihîzin, ew wê bandora bêheqî hatiye ser malpera youtube.com/c/KaniyaDengbeja rakin, nehêlin dengê serhatî, çand û hûnera dengbêjên me Êzdiyan bêye fetisandin. Ew jî vê neheqiya li birêvebirê
youtube.com/c/KaniyaDengbeja hatiye kirin rakin!
Spas ji bo ked û emaka ku, birêvebirên malpera youtube.com/c/KaniyaDengbeja di ber parastina serhatî, çand û hûnera di nav sitranên dengbêjên me Êzdiyan de derbaskirin û bextewariya wan dixwazim.
*Çavkanî:
*Agahdariya bi zimanê tirkî

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *