Ez bawerim peyva “Xaltî” bi “Xaliq” ve girêdayî ye û ji navê xwedayê Urartû “Haldi/Xaldi” kevntir e

Di gelek pirtûk û lêkolînan de, peyva Xaltî rasterast bi Haldi (Xaldi), xwedayê sereke yê dewleta Urartû, tê girêdan. Ji ber ku navê Haldi di nivîsarên mîxî yên Urartû de tê dîtin, gelek lêkolîner guman kirine ku peyva Xaltî jî ji heman navê hatiye.

Lê gava ez qewlên pîroz ên Êzdî bi baldarî dixwînim, ez dibîn im ku, pirs evqas hêsan nîne. Ji ber ku di qewlên Êzdîtiyê de peyvekî din heye ku pir caran tê dubarekirin: Xaliq.

Di gelek qewlan de em dibînin:

“Êzdanê min wê ji enzelê zemana,
Xaliqê çendî dir û cana…”

Û di qewlekî din de:

“Tu Xaliqê min î her û here.”

 

Her wiha di qewlên din de tê gotin:

“Kesê bendeyê Xaliqe.”

Ev mînak nîşan didin ku di kevneşopiya Êzdî de Xaliq navê Afirînerê hemû hebûnê ye. Di qewlan de bi dehan caran tê gotin ku hemû tişt ji Xaliq hatine afirandin û mirov bendeyê Xaliq e.

Di heman demê de, di qewlekî din de tê gotin:

“Rojekê ez hebûm,
Ji erdekî xewle bûm,
Ji ax û av û agir û ba peyda bûm.

Xaltî bûm, û zana bûm,
Xwedêparêz bûm û mêrxas bûm,
Ji Ariya miletê xas bûm.”

Li gorî min, ev qewl tenê navê kesekî nabêje. Ew nasnameya miletekî kevnar vedibêje. Herî balkêş jî ew e ku piştî gotina “Xaltî bûm”, rasterast tê gotin:

“Xwedêparêz bûm.”

Ev girêdan dihêle ku, ez bipirsim:

Ma Xaltî navê miletekî Xwedêparêz bû?

An jî bi gotineke din:

Ma Xaltî navê wan kesan bû ku, xwe bendeyê Xaliq dizanibûn?

Ez vê pirsê ji ber yek qewlê tenê nakim. Di gelek qewlên Êzdî de peyva Xaliq bi awayekî berfireh tê bikaranîn. Ev nîşan dide ku navenda baweriya Êzdîtiyê her dem Afirîner, yanî Xaliq, bûye.

Girêdana bi Haldi / Xaldi ve

Heta niha gelek lêkolîner peyva Xaltî bi navê xwedayê Urartû Haldi/Xaldi ve girêdane. Lê şert e ku em pirsê ji aliyekî din jî binirxînin.

Dewleta Urartû tenê di sedsalên 9-an heta 6-an berî zayînê de derket ser dîrokê. Lê qewlên Êzdî bahsa demekê pir kevn dikin:

“Rojekê ez hebûm…”

Û paşê dibêjin:

“Xaltî bûm.”

Ger ev qewl bîra kevnar diparêze, dibe ku peyva Xaltî jixwe berî serdema Urartû di nav gelan de hebûbe. Ger wisa be, hingê dibe ku navê Haldi/Xaldi jî ji heman bingeha kevn hatiye girtin.

Berawirdkirina peyvên sereke di qewlên Êzdî de

Têgih Wateya di qewlan de Role
Xaliq Afirîner / Xwedayê her tiştî Navenda baweriyê
Xwedê / Reb Xwedayê yekane Navê gîştî yê Xwedê
Bendeyê Xaliqe Kesê xwe teslîm kirî Afirîner Nasnameya bawerî
Xaltî Nasnameya kevnar (hêj tê şîrovekirin) Dibe ku nasnameya milet/bawerî
Haldi / Xaldi Xwedayê Urartu (li gorî dîrokê) Şîroveya derveyî

 

Kemal Tolan
Nivîskar û Lêkolînerê Êzdîtiyê

 

(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *